Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye 2025-02-05 09:03:15 STENBOL - Serokê Giştî yê ABF'ê Mustafa Aslan diyar kir ku ew piştgiriyê didin aştiyeke muhtemel û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Eger dewlet û yên ku dewletê bi rê ve dibin bi rastî jidil bin, pêdivî pê heye ku li ser esasekî demokratîk û azad bi kesê ku wekî muxatab dibînin re biaxivin."  Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re gengeşeyên çareseriya pirsgirêka kurd didomin. Banga Abdullah Ocalan bang a li hemû pêkhateyan ku dixwaze tevkariyên erênî li pêvajoyê bikin, di rojevê de ye. Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan û Serokê Duyemîn yê Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê û Serokê Cemxaneya Kazim Karabekîr a Stenbolê Erdal Ahî, rola elewiyan a di civakîbûna aştiyê de nirxandin.   'CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ'     Serokê ABF'ê Mustafa Aslan diyar kir ku daxwaza wan a civakîbûna aştiyê heye. Aslan anî ziman ku di şert û mercên niha yên Tirkiyeyê de aştî bivênevê ye û got: "Helbet li erdnîgariyeke ku demokrasî, edalet û hiqûq tune ye û civak, gel û bawerî tên paşguhkirin, aştî bivênevê ye."   Aslan destnîşan kir ku desthilat ji aliyekî ve destê xwe dirêj dike li aliyê din jî êrişên xwe didomîne û got: "Qeyûm tên tayînkirin, rojnameger tên girtin, rewşenbîr tên girtin, zilm berdewam dike. Em diqîrin ku di rewşeke wiha de aştî pêk nayê. Ji bo bidestxistina vê aşitiyê divê beriya her tiştî zemîneke demokratîk bê avakirin."   Aslan bal kişand ser bandorên aştiyeke gengaz û wiha got: "Eger aştî pêk bê, beriya her tiştî dê li vî welatî hawirdoreke demokratîk ku her kes tê de bi awayekî azad xwe îfade bike, pêk were. Dê tu kes kesî ji ber nasname, ziman û baweriyê veder neke. Aştî jiyana bi hev re ava dike. Îro pirsgirêka herî mezin ew e ku em jiyana bi hev re di xwe de nahewînin. Aştî, dê zemînekê ji bo vê ava bike."    'DI ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ DE NABE'   Aslan bi bîr xist ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hene û got: "Îro hûn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tînin. Lê belê îradeya kurdan a ku bi dengên xwe hatiye hilbijartin, ji nedîtî ve tê. Ew îradeya xwerêveberiyê ya kurdan paşguh dikin. Hûn zilmê li rojnamevan û ronakbîrên kurdan dikin. Ji aliyê din ve hûn dibêjin ku hûn destê aştiyê dirêjî kurdan dikin. Eger dewlet û yên ku dewletê bi rê ve dibin bi rastî jî jidil bin, pêdivî pê heye ku li ser esasekî demokratîk û azad bi kesê ku wekî muxatab dibînin re biaxivin. Em dizanin ku eger ew bi rastî ji bo aştiyê dilnizm in, divê pêşî hawirdoreke azad û demokratîk bê avakirin. Heya ev haiwrdora demokratîk çênebe, dê hevdîtina di nava çar dîwaran de aştiyê neyne."   'PÊDIVIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE'     Serokê Duyemîn yê Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê û Serokê Cemxaneya Kazim Karabekîr a Stenbolê Erdal Ahî jî diyar kir ku aştî bi taybetî ji bo elewiyan gelekî girîng e û wiha got: “Elewî her tim alîgirê aştiyê ne, yanî elewîtî her tim alîgirê aştiyê, biratiyê, hevaltiyê û parvekirinê ye. Di elewîtiyê de riza heye. Ji ber ku elewîtî li bajarê rizayê ye, hemû bûnewer, ji ber afirîner ji tişta hatiye afirandin hez dike. Ji lew re em bi tunekirinê nehatine programkirin. Em civakeke ku ehlê jiyanê ne. Bi taybetî di vê demê de pêdiviya me bi aştî, hiqûq û edaletê heye."    Ahî anî ziman ku li welêt şer didome û civaka elewî her tim di nava şer de ye û wiha domand: "Civaka elewî çiqasî alîgirê aştiyê be jî, her tim di nava şer de ye. Hin kesan vê neyta baş, vê ehlîtiya aştiyê ya civaka elewî bi kar anî. Lê civaka elewî dîsa jî ji aştiyê tawiz neda. Em qirkirina li welatê xwe û ya li Sûriyeyê ya li hemberî elewiyan qebûl nakin. Em rêveberiya li wir jî şermezar dikin."    Ahî diyar kir ku girîng e ku li Tirkiyeyê aştî pêk were û wiha got ku cihê ku aştî lê hebe li wir bedewîtî heye.    MA / Omer Îbrahîmoglû