RIHA - Kesên di sala 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê li ser sînorê Pirsûsê bi rojan nobet girtin û piştî 10 salan dîsa hatin ser sînor, diyar kirin ku ew ê bi ruhê 2014’an li ber xwe bidin û wiha gotin: “Kobanê neket û dê nekeve.”
Li ser sînorê Pirsûs a Rihayê ku di sala 2014’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê nobet hatibû girtin, piştî 10 salan careke din ji ber êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Welatiyên ku 10 sal berê bi rojan nobet girtibûn, niha jî li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê dest bi nobetê kirin.
Halîl Çay ê di sala 2014’an de beşdarî çalakiyê bûbû, wiha got: “Demekî kin beriya êrişên DAIŞ’ê ez ji girtîgehê derketibûm û yekser hatim ser sînorê Kobanê. Heta rizgarkirina Kobanê tevî malbata xwe li vir mam. Erdogan wê demê got; ‘Vaye Kobanê jî ket, dikeve.’ Vê gotinê, nîşan da ku hevkarên êrişan e. Rola wan a di qirkirina li dijî Kurdan de nîşan da. Wê demê ne tenê Kurd, enternasyonal, çepgir û sosyalîst jî bûn yek û herikîn ser sînor. Gelê Bakur berê xwe da Kobanê. Barbariya DAIŞ’ê bi vî awayî hate têkbirin. Ne tenê DAIŞ, piştgirên wan jî hatin têkbirin. Kobanê, di dîroka berxwedanê ya cîhanê de cih girt. Îro jî îradeya pêkvejiyanê ya gelan û Şoreşa Rojava ya jinê hedef digirin. Parastina Kobanê, erka her kesî ye û divê li dora Kobanê bibin xelek. Kobanê ji bo dinyayê li ber xwe da û di dilê hemû gelên cîhanê de ye.”
'KESEK NIKARE PÊŞÎ LI VÎ GELÎ BIGIRE’
Muhammed Demîr (65) ku 10 sal berê hatibû ser sînor jî ev tişt anî ziman: “Ji 15’ê Îlona 2014'an heta 26’ê Çileya 2015’ê tevî malbata xwe li ser sînor mam. Me sînor bêwate kir û Pirsûs û Kobanê kir yek. Çete niha dîsa dixwazin êrişî Kobanê bikin. Divê her kes li dijî vê derkeve. Em ji hêla fîzîkî li vir in lê ji hêla ruhî ve bi gelên Rojava re ne. Sînorek nikare me ji hev qut bike. Kobanê û Pirsûs yek in. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Kobanê. Di demeke gef li Kobanê tên xwarin de bila kesek li bendê nebe ku em li malên xwe rûnin. Çawa ku di sala 2014’an de em tevî malbatên xwe li vir man, dê dîsa bimînin. Em ji tu kesekî antirsin. Çi bikin jî dema gel berê xwe da Kobanê dê kesek nekare wan bide sekinandin. Tiştekî ev gel winda bike tune ye. Bila baweriya xwe nedin çete, ÎHA û SÎHA’yên xwe. Em ê heta dawiyê bi gelê berxwedêr ê Rojava re bin. Em, berxwedana wan silav dikin.”
'KOBANÊ ŞEREFA GELÊ KURD E’
Nûrî Yeşîlçay jî got divê ruhê berxwedana 2014’an dîsa li Kurdistanê zindî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana Kobanê ji bo hemû cîhanê bû mînak. Di 2014'an de ez jî bi rojan li ser sînor mam. Berxwedana Kobanê, şerê man û nemanê yê gelê Kurd bû. Îro dîsa heye. Li dijî vê em banga hatina Pirsûsê li her kesî dikin. Divê her kes xwedî li Kobanê derkeve. Divê Kobanê bi tenê neyê hiştin. Kobanê, şeref û heysiyeta gelê Kurd e. Di 2014'an de me di şertên giran de Kobanê parast. Tevî zextan jî bi hezaran kesan berê xwe dan Kobanê û kesekî nekarî pêşiya gelê Kurd bigire. Heke berxwedana wê demê nebûya, Kobanê nedibû. Divê em wî ruhî careke din derxin holê.”
'KOBANÊ NEKET Û DÊ NEKEVE’
Dayika Aştiyê Ferîde Demîr ku ev 7 roj in li Pirsûsê nobetê digire jî wiha got: “Wê demê ez jî hatibûm ser sînor. Îradeyeke xurt a gel derket holê. Pêşiya çeteyan hate girtin ku ji sînor derbas bibin û êrişî Kobanê bikin. Gelê li ser sînor gelek çete girtin. Li her derê xwedî li Kobanê derketin. Me jî moral ji kesên li Kobanê li ber xwe didan digirt. Heta roja rizgarkirina Kobanê jî gel ji her derê herikî vê derê. Çavê hemû cîhanê li Kobanê bû. Gotin ‘Kobanê jî ket, dikeve.’ Lê Kobanê neket û dê tu caran nekeve. Kobanê bi saya kesên bi canfedayî li ber xwe dayin neket. Bi hezaran kesan sînor derbas kir û Kobanê parastin. Di demeke êriş ser Kobanê heyîn de divê kesek li mala xwe nerûnê.”
'DILÊ ME BI KOBANÊ RE YE’
Ji Dayikên Aştiyê Ayşe Can jî got ku li dijî gefên êrişan hatine Pirsûsê û ev tişt anî ziman: “Heke em bi hev re li ber xwe bidin dê ev gef ji holê rabin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Kobanê canê me ye û em bi Kobanê re ne. Dibe ku di navbera me de sînor hebin lê dil û ruhê me bi Kobanê re ye. Her roj zarokên me tên qetilkirin. Lê dîsa jî me dev ji gotina aştiyê berneda. Bila aştî û azadî hebe. Heta ku gefên êrişê xelas dibin em ê li vir bin.”
'DIVÊ CIWAN BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BÊN PIRSÛSÊ’
Ji ciwanan Mahmût Arat jî wiha bang kir: “Di sala 2014’an de em li vir bûn. Em îro jî li vir in. Kobanê ji bo Kurdan û ciwanan cihekî girîng e. Heke Kobanê bikeve dê Pirsûs jî bikeve. Ferqa wan tune ye. Ez bang li hemû ciwanan dikim; werin ka em di 2014’an de çawa xwedî li Kobanê derketibin îro jî bi heman ruhî xwedî lê derkevin. Divê em îro jî heman ruhî derxin holê. Sînor nikarim me ji hev qut bikin. Xizmên me li Kobanê ne. Divê ciwan bi ruhê seferberiyê bên Pirsûsê.”
MA / Emrullah Acar