DÊRSIM - Qeyûmê Dêrsimê Tekbiyikoglû 9 kes ji kar derxist.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 22’yê Mijdarê de li Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de û Şaredariya Pulurê ya di deste CHP’ê de qeyûm tayîn kir. Waliyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû weke qeyûm li Şaredariya Dêrsimê hate tayînkirin. Qeyûm, 9 kes ji kar derxist. Ji karkeran re li ser telefonê peyam hate şandin û jê re hate gotin ku ji kar hatine derxistin.