NAVENDA NÛÇEYAN - Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê ya Îranê tê ragirtin, rakirin nexweşxaneyê.
Çalakvan û kedkara mafên jinan Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê ya bajarê Reştê ya Îranê tê ragirtin, ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyeke derveyî girtîgehê. Hat zanîn ku ev demek dirêje neynokên Şerîfe Mihemedî îltihab girtine û ew nexweşî der basî nava tiliyên wê yên destan bûye. Hat diyarkirin ku rewşa wê ya tendirustî nebaşe.
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya li dijî dewletê kiriye’ hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.