ÊLIH - Walîtiya Êlihê ragihand ku kesên gef li rojnamegeran xwarin û hewl dan birevînin polîs in.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA), nûçegihana JINNEWS’ê û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê pêr li Êlihê rastî gefxwarina kesên ji xwe re digotin “polîs” hatin. Dema rojnameger ji nûçeyê vedigeriyan, van kesan pêşiya wan girt û xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoran binçav bikin. Kesên behsa xeberê nasnameyên xwe nîşan nedan û bi lêdanê xwestin Akoren binçav bikin. Her wiha bi çekan gef li rojnamegeran xwarin.
POLÎSÊN KU NASNAMEYÊ NÎŞAN NADIN
Walîtiya Êlihê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da. Walîtiyê got ku kesên behsa xeberê polîs in. Walîtiyê îdia kir ku Akoren “propagandaya rêxistinê” kiriye. Li gel ku derheqê Akoren de biryareke binçavkirinê nîne jî rojnameger bi çekê gef lê hate xwarin û walîtiyê ev yek bi gotina “mudaxileya ji bo girtinê” parast.