AGIRÎ - Abdurrahman Ayhan ku di dema serdana Abdullah Ocalan a li Agiriyê de pê re rêwîtî kiribû, wiha got: “Bi axaftinên xwe re hêvî dida gel. Bandor li mirovan dikir û tê digehand. Tevî hemû lîstikên qirêjî jî paradîgmaya wî li Rojava aj da.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera salên 1973 û 1978’an de çû serdana gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Qers û Agirî du ji wan bajaran bûn. Di dema serdana Abdullah Ocalan a Agiriyê de Abdurrahman Ayhan hevaltî pê re kir ku li Fakûlteya Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê hevdu nas kiribûn. Ayhan, hevnaskirina Abdullah Ocalan, geşta pê re û pêvajoya piştre nirxand.
‘HÊVIYEKE MEZIN DIDA GEL’
Ayhan, behsa serdana Abdullah Ocalan a li Agiriyê kir û wiha got: “Di sala 1977’an de min û birêz Ocalan hevdû li baxçeyê Fakûlteya Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dît. Demek piştre ji min re got; ‘Em bi hev re biçin Agiriyê.’ Min jî got dibe. Piştre jî rêwîtiya me dest pê kir. Birêz Ocalan pir li ser her axaftina xwe disekinî û hêdî hêdî diaxivî. Mirov teşwîq dikir ku her tim hinek tiştên nû fêr bibe. Min digot ev geşt birêz Ocalan dixwest lewma organîze kiriye. Ji ber ku wê demê fikrên wî yên bêhempa hebûn. Ez û birêz Ocalan li navenda Agiriyê du rojan li mala me man. Piştre jî xwendekarên dibistana amadehî, komele û hinek derdorên civakî re civîn li dar xist. Piştre jî em çûn Bazîdê. Li vir jî çendek civîn li dar xist. Birêz Ocalan bi axaftinên xwe hêviyeke mezin dida gel. Birêz Ocalan di her axaftina xwe de behsa teza xwe ya ‘Kurdistan mêtingeh e’ dikir. Bandor li mirovan dikir û zanîna wan zêde dikir. Em li wir nêzî hefteyekê man û piştre dîsa vegeriyan.”
‘KOMPLO VEGUHERÎ KAREKTEREKE NAVNETEWEYÎ’
Abdurrahman Ayhan
Ayhan, anî ziman ku komploya li dijî Abdullah Ocalan her tim di meriyetê de bû û di 9’ê cotmeha 1998’an de bi derxistina ji Sûriyeyê re jî komplo veguherî karektereke navneteweyî. Ayhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Ocalan têkildarî derketina ji welêt û pêvajoya komployê ji her alî ve nirxandin kir. Birêz Ocalan baş di ferqa berpirsyartiya xwe de bû. Baş dizanî ka rêya wî çiqas zehmet e lewma bi rojan nirxandin dikir û dike. Birêz Ocalan di sala 1979’an de j welêt derket û ev yek bû sedema destpêkirina rêyeke mezin a azadiyê. Di salên piştre de min fêm kir ku meşa azadiyê li Agiriyê dest pê kir. Birêz Ocalan ji roja têkoşîn dest pê kirî heta niha komployê teşhîr dike û lîstikên wan vala derdixîne. Sedema valaderketina komployê jî pêşdîtina birêz Ocalan bû ku bi armancên NATO’yê dizanî. Piştî ku birêz Ocalan çûyî Ewropayê, pêvajoya komployê veguherî karektereke navneteweyî.”
‘OCALAN JI BO GELAN BÛ HÊVÎ’
Bi domdarî Ayhan anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ji hêla gelan ve hate pejirandin û wiha derbirî: “Birêz Ocalan ji bo gelên cîhanê bû hêvî. Sekna birêz Ocalan berxwedanê temsîl dike. Bi paradîgmaya xwe re jî bû sembola aştiyê. Birêz Ocalan li dijî pergala kapîtalîst, li seranserî cîhanê bû hêviya bindestan û jinan. Birêz Ocalan her tim dibêje ku di şer de kesek ser nakve û divê rastiya gelekî were qebûlkirin. Konfederalîzma Demokratîk a ku birêz Ocalan di paradîgmaya xwe de diyar kiriye, ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû cîhanê modêleke. Têkoşîna gelê kurd feraseta yek dewlet, yek milet, yek netewê hildiweşîne û lîstikên wan teşhîr dike. Birêz Ocalan soza jiyaneke ku hemû gel, bawerî û nasnameyên cuda dikarin bi hev re bijîn dide. Paradîgmaya birêz Ocalan ji hêla gelan ve hate pejirandin. Hêzên serdest ên ku bi vê rewşê dizanîn jî ji bo tesfiyekirina têkoşîna gelê kurd ketin nava planan. Tevî hemû lîstikên qirêjî jî paradîgmaya birêz Ocalan îro li Rojava aj daye.”
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ LI AMEDÊ BE’
Ayhan, destnîşan kir ku tecrîd li her derê belav bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Îradeya gelekî îro tê tecrîdkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê di nava tevahiya dînamîkên têkoşînê yên civakî belav bûye. Tu bûyerên civakî ne li derveyî tecrîdê ne. Têkoşîna partiyên siyaseta demokratîk a li dijî tecrîdê didome. Kesên qala tecrîdê dikin diaviêjin zindanan. Hêrseke mezin li dijî tecrîdê heye. Bi tecrîdê bersivê didin israra birêz Ocalan a di siyaseta demoratîk de. Ev yek ne exlaqî ne jî polîtîk e. Ocalan got; ‘Ez dikarim şerê li Rojhilata Navîn di nava hefteyekê de bi dawî bikim.’ Divê dewlet baş guh bide bangawaziyên birêz Ocalan. Divê kesên ji xwe re dibêjin rewşenbîr û demokrat li dijî tecrîdê dengê xwe bikin. Divê gel jî ji bo şikandina tecrîdê bêhtir têbikoşin. Bidawîbûna pirsgirêkên heyî, bi rakirina tecrîdê dê dest pê bikin. Divê her kes tev li mitînga azadiyê ya 13’ê cotmehê ku dê li Amedê bê lidarxistin bibe.”
Sibe: Berteka Mehmet Ocalan a li dijî komployê