NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li dijî qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl daketin qadan û diyar kirin ku 6 mehan de 205 jin hatine qetilkirin û balkişandin ser polîtîkaya bêcezahiştinê.
Di 4’ê cotmehê de li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl ji aliyê Semîh Çelîk ve hatin qetilkirin. Jinan li dijî vê daketin qadan û li gelek bajaran çalakî pêk anîn.
RIHA
Li navçeya Haliliye ya Rihayê ji aliyê Platforma Jinan a Rihayê ve li qada Topçu daxuyanî hat dayîn. Pêkhateyên platformê û gelek jin tevli çalakiyê bûn. Jinan pankarta "Peymana Stenbolê didin jiyîn û em dest ji jiyana xwe bernadin" vekirin û dowîzên "Heta jin azad nebin civak azad nabin", "em naxwazin bimrin" hildan.
Li ser navê platformê endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Mizgîn Kurtoglu axivî û diyar kir ku wê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin.
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.
DÎLOK
Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê li Parka Balikli daxuyanî da. Li ser navê platformê Nazîfe Kulekçî daxuyanî xwend û balkişand ser du jinên li Stenbolê hatine qetilkirin. Nazîfeyê daxuyakirin ku di 6 mehên ewil yên salê de 205 jin hatine qetikirin û di meha îlonê de jî 34 jin hatine qetilkirin. Nazîfeyê her wiha anî ziman ku wê li kolanan bin û hesab bipirsin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
WAN
Platforma Jinan a Wanê der barê zêdebûna qetilkirina jinan û ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş ku 11 roj in agahî jê nayê girtin, meş li dar xist û daxuyanî da. Bi sedan jin bi hilgirtina pankarta “qetilkirina jinan polîtîk e” û bi dirûşma “jin jiyan azadî” heta Kolana Hunerê meşiyan. Di meşê nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li meşê bûn.
‘ÊŞ, HÊRS Û SERHILDANA ME MEZIN DIBE’
Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm-Sen a Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt metna daxuyaniyê xwend. Demîr, anî ziman ku jin bi hêrs û îsyan li kolanan in û got ku wan li kolanên vî welatî ku nikarin bi azadî tê de tevbigerin û ji bo jinan ne ewle ne, serhildan mezin kirine. Demîr, destnîşan kir ku êş, hêrs û serhildana wan her ku diçe mezin dibe û wiha got: “Di 4’ê cotmehê de 2 jin bi awayekî hovane li ber çavan hatin qetilkirin. Mêrê bi navê Semîh Çelîk li Stenbolê di nava saetekê de bi awayekî hovane 2 jin qetil kir. Jineke din jî dema li kolanê dimeşiya ji aliyê du zilaman ve rastî êrîşa zayendî hat. Li Mezîtliyê Sonay Ozturk Aslan ji aliyê Ûgûr Araç û li Amedê Bedriye Işik jî ji aliyê Muhammed Recaî Işik ve hat qetilkirin. Fatma Ozdemîr ji aliyê zilamekî ve hat qetilkirin û pitika Sîla ya ku tenê 2 salî bû û rastî îstîsmar û şîdeta zayendî hatibû, bi rojan ji bo jiyanê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna mirina Narînê bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.”
JIN JI BO ROJÎN KABAÎŞÊ BI FIKAR IN
Demîr, bal kişand ser windabûna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve agahî jê nayên girtin û da zanîn ku çawa dibe tevî hemû îmkanên teknîkî yên pêşketî tu xeber ji Rojînê nayê? Demîr, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Tenê li ser îhtîmala xwekuştinê dirawestin û li ser vê yekê lêkolîn dikin. Lêgerîn û lêpirsînek bi bandor nakin û raya giştî bi rengekî şefaf nayê agahdarkirin. Ji ber vê yekê fikarên me yên derbarê Rojînê de her ku diçe zêdetir dibin.”
‘WELAT BÛYE CIHÊ KOMKUJIYA JINAN’
Bi domdarî Demîr, destnîşan kir ku ev bûyer nîşaneyên nefreta rêxistinkirî û polîtîkayên tundiyê yên li dijî jin û zarokan in. Demîr, bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û wiha got: “Ayşegul, Îkbal, Sonay, Bedriye, Narîn, Sîla û hemû jin û zarok ji aliyê daraza mêr a ku sûcdaran bêceza dihêle, hatin qetilkirin. Em jin, her çend sûcdarên ku bi qanûnên nehatine pêkanîn û polîtîkayên bêcezakirinê hatine cesaretkirin, berevaniya jiyana xwe ya li dijî hukûmet û hevkarên wê didomînin. Welat bûye cihê komkujiya jinan. Destên me dê ji bo jiyan, azadî û mafên me di qiriqa we de bin. Ji ber zagonên ku hûn pêk naynin, ji ber pergala we ya ku îstîsmarê sipî dike û pesnê qatilan dide, em ê bibin dengê her jin û zarokê ku jiyana xwe ji dest dane. Ji bo ji nû ve tetbîqkirina Peymana Stenbolê, pêkanîna bi bandor a Qanûna 6284’an û bidawîkirina kuştina jinan em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “jin jiyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû.