AMED - Girtiyê 30 salî Fesîh Demîrcî diyar kir ku di pêvajoya komployê de li girtîgehan ji bo Abdullah Ocalan çemberek ji agir hat çêkirin û got: “Niha dixwazin wî bidin jibîrkirin. Divê xebat û berxwedanek wisa were kirin ku vê yeke pûç bike.”
Li girtîgehan jî li dijî komploya navneteweyî ya ku bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê, rabûbû ser pêyan. Girtiyan di çarçoveya pêvajoya komployê de bi armanca “tinekirina” Abdullah Ocalan li girtîgehan çalakiya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" dan destpêkirin. Gelek dîlgirtî piştî şewitandina bedena xwe mirin. Berxwedana li girtîgehan ji roja ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê heta niha dewam dike. Girtiyan di demên herî krîtîk de li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bedena xwe danîn holê.
Fesîh Demîrcî yê 30 salan di girtîgehê de ma û bû şahide berxwedan û têkoşîna li girtîgehan a li dijî komployê, behsa salvegera komployê kir. Demîrcî di sala 1992’yan de li navçeya Gimgima Mûşê tê girtin û piştî 30 salan di meha îlona sala 2021’an de hat berdan. Dema komploya li dijî Abdullah Ocalan pêk tê Demîrcî wê çaxê di Girtîgeha bajarê Bartinê de ye.
‘ZINDAN BÛN ÇEMBEREK JI AGIR’
Demîrcî diyar kir ku wan geşedanên di pêvajoya komployê de ji televîzyonan dişopandin û diyar kir ku travmaya herî giran a pêvajoyê li girtîgehan qewimî ye. Demîrcî da zanîn ku piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket hemû girtiyan pirsa "Çi dikare bê kirin?" ji xwe kirin. Demîrcî diyar kir ku li ser pirsê çalakiyan dest pê kir û wiha got: "Li derve jî têkoşîn hebû, lê bi hîskirina wê di nava çar dîwaran de çalakiyeke kûrtir derket holê. Her hevalekî di zindanê de dipirsî 'Em dikarin ji bo rêberiya xwe çi bikin. Em ê çawa ji zindanan tevkariya çalakiyan bikin?’ Ya sereke ku derket holê fikra ‘Nabe ku em çêran li tariyê bikin, divê di tariyê de bibin ronahî’’. Ya herî girîng jî, ‘Eger li dora Rêbertî çemberek ji agir pêk were, em dikarin wî biparêzin, bi wî re bimeşin û piştgiriyê bidin têkoşîna wî’. Fikra ku mirov çawa dikare bibe neferek û kedkarek vê têkoşînê û li pêş bixe. Çalakiyên fedaî li pey hev hatin û qewimîn.”
‘KEVNEŞOPIY ÇARAN’
Demîrcî anî ziman ku di şert û mercên girtîgehê de çalakiya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ çalakiyên herî bi bandor bûn û got: "Edebiyeke me ya ji çaran maye hebû. Kevneşopiya me ji çaran tê. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner xwe şewitandin û meşaleyekî mezin ji dîrokê re hiştin. Her kes li ser rêça wan meşiya. Ramana ku li girtîgehan çêbû, ev bû.”
'RÊBERTÎ BIAXIVE WÊ HEVSENGÎ BIGUHERIN’
Demîrcî bal kişand ser rol û rista Abdullah Ocalan a di çareseriyê de û wiha got: “Rêbertiya me bi berxwedana xwe komploya li Îmraliyê pûç kir. Armanca sereke ya komployê negihîşt serkeftinê. Ji ber ku ew negihîşt armanca xwe, komplo îro bi tecrîdê berdewam dike. Dixwazin pêşî li azadî û têkoşîna gelê kurd bigirin û bixetimînin. Hesabê vê yekê dikin ku heke rêbertî hebe wê ev têkoşîn çawa bibe. Baş dizanin kêliya ku rêbertî biaxive wê çawa herk û mêzekirina li têkoşînê biguhere. Baş rêbertiyê nas dikin. Lewma jî komployê niha bi tecrîda girankirî didomînin. Yê ku dikare pirsgirêkan li Rojhilata Navîn çareser bike rêbertiya me ye. Heke ku îro rêbertî baixive wê hevsengiyên li Rojhilata Navîn werin guhertin. Gel bi rê ve dibin, baş analiz dike û dikare di kêliyê de çareseriyê hilberîne. Naxwazin ku rêbertiya me biaxive. Dixwazin wî ji gelê me bidin jibîrkirin. Dixwazin pêşî li têkoşîna gelê kurd bigirin. Niha jî dixwazin komployê bi vî awayî bidomînin. Lewma divê ku xebat û berxwedana niha li ser esasê pûçkirina komployê bê kirin.”
MA / Rûkiye Adiguzel