Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin

  • rojane
  • 12:01 1 Kanûn 2023
  • |

COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê li Colemêrgê axivî, anî ziman ku dê stratejiya xwe ya hilbijartinê di demekî kurt de aşkere bikin. Bakirhan ê polîtîkayên desthilatê rexne kirin, wiha got: “Kesên kurdan qebûl nakin, ciwanên kurdan di zindanan de dirizînin, dişînin sirgunê dê teqez li ser vê axê winda bikin.”

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan, hefteyek berê li herêmên Serhedê dest bi serdanan kiribû. Bakirhan û şandeya pê re civîna gel a dawî jî li Colemêrgê pêk anîn. Bakirhan û şandeya pê re li Qada Azadiyê ji hêla girseyeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Bakirhan, bi konvoyê derbasî navenda bajar bû û heta pêşiya avahiya HEDEP’ê meşiyan. Bi hezaran kesên li vir kom bûn dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Bakirhan, spasiyên xwe pêşkeşî gelê Colemêrgê kirin û dest bi axaftina xwe kir. 
 
‘QEYÛM DIZÎ Û NELIRÊTÎ YE’ 
 
Bakirhan ê têkildarî tayînkirinên qeyûman axivî, wiha got: “Du serdem in qeyûman tayînî vîna me dikin. Qeyûm dizî û nelirêtî ye, rakirina navê Apê Mûsa ya ji tabelayê ye. Yê ku Navenda Çanda Ayşe Şanê ji holê rakirî ye, ya peykerê Celadet Bedirxan rakirine. Qeyûm li dijî kurdan, jinan, ciwanan û kedkaran e. Gelo qeyûm çi dike? Weleh talan û nelirêtiyê dike. Em nelirêtiyên qeyûmên Amed, Mêrdîn û Êlihê vebêjin du roj têra nakin. Deynê Wanê bûye duqet yê Sêrtê bûye sêqet. Rê nîne binesazî nîne. Gelo em ê di hilbijartina pêşiya me de çi bikin? Em ê vê pergala qeyûm di sindoqan de têk bibin. Em ê qeyûm bişînin bajarê wî, bişînin Qesrê.”
 
‘NELIRÊTIYÊN XWE DI BIN BANÊ AL Û WELAT DE VEDIŞÊRIN’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku hem walî hem jî qeyûm weke serokên AKP’ê dixebitin û wiha berdewam kir: “Em ji vir bang li wan dikin. Birêz qeyûm û walî heke baweriya we bi we hebe, piştî 4 mehan hilbijartin heye. Kerem bikin em sindoqan deynin, hûn jî ji AKP’ê bibin namzet. Ka gelê Colemêrgê, Sêrtê û Êlihê dê kê hilbijêre em ê bibînin. Ev axa axeke ewqas qedîme ku Îskenderê Mezin ê cîhan dagirkir jî nekarî li ser vê axê derbas bibe. Ev ax kesên ku diziyê nelirêtiyê dike di nava xwe de nahewîne. Dema em dibêjin qeyûm xizmetê nake, dibêjin ‘welat’. Dema em dibêjin ‘qeyûm didize, nelirêtiyê dike’ dibêjin ‘al’. Hemû qirêjî, nelirêtiyên xwe di bin banê al û welat de vedişêrin. Çi bikin bila bikin îro nebe sibê, sibê nebe rojeke din lê dê teqez li Tirkiyeyê û Kurdistanê bayê aştiyê bê û dê qeyûm nebin. Kesên kurdan qebûl nakin, ciwanên kurdan di zindanan de dirizînin, dişînin sirgunê dê teqez li ser vê axê winda bikin.”
 
‘EM Ê DAWIYÊ LI QEDEXEYAN BÎNIN’ 
 
Bakirhan, bi lêv kir ku bi salan e li Colemêrgê çalakî û aktîvîte tên qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “7 sal in li hemû Kurdistanê qedexeya çalakî û aktîvîteyan heye. Lê tenê ji bo me qedexe ye. Dikarin ji Qeyseriyê hunermendan bînin û li Cîlo mîhrîcanê li dar bixin. Difikirin ku em ê vê helwesta cihekar ji bîr bikin. Kurd li ser axa xwe bi zimanê dayika xwe nikarin çand, huner û mîhrîcanan bikin lê kesên cara ewil vê derê dibînin, peyveke kurdî nizanin û ji kurdan hez nakin ji budçeya şaredariyê bi sed hezaran lîreyan didinê û tînin konseran li dar dixin. Ev qedexeyên we encam nagirin. Dema em dibêjin Colemêrg û Gever bajarên qedexe, herêmên qedexe tên bîra me. Em ê dawî li van qedexeyan bînin.”
 
‘DIXWAZIN LI VAN DERAN KURD NEMÎNIN’ 
 
Bakirhan, bal kişand ser deriyên sînor û bêkariya li bajêr û ev tişt gotin: “Dê çend deriyên sînor ên vî bajarî hebin lê dê bêkarî jî hebe. Dê bi çen welatin re bibî cîran lê dê xizan bî. Çima? Ji bo ku kurd bazirganiyê nekin, pêşiya wê girtin. Pirsgirêka van ne bi sînor an bazirganiyê re ye, bi kurdan re ye. Dixwazin kurd karekê neke, kar nebîne, dikana wî were girtin. Weke li Colemêrgê 12 hezaran ciwanan di nava çend salan de koç kirin û çûn. Dixwazin ev der bê mirov bimînin. Em li ser axa xwe bimînin, bi mirovên xwe re bikevin nava hewldanê. Em kooperatîfên hevpar ava bikin; em nanê xwe li ser axa xwe çêbikin û nehêlin ciwanên me koç bikin. Her ciwanê koçber dibe ciwanekî hatiye windakirine, asîmîle kirine. Mudaxileyî du kîlo çay û şekira gundiyên me yên xizan dikin. Bêwijdanno! Bi tonan esrar û eroin çawa dikeve vî welatî? Kesên du kîlo çayê gelek dibînin li Bazîd dest deynin ser du kîlo şekrê, nedîtin ku ev welat bûye navenda tiryakê.”
 
‘EM Ê STRATEJIYA XWE YA HILBIJARTINÊ AŞKERE BIKIN’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku dê di demeke kurt de stratejiya xwe ya hilbijartinê aşkere bikin û wiha domand: “Karê me yê ewil ê piştî kongreyê em hatin nava gel. Ji ber ku gelê me her tim ji me baştir dizane û dibîne. Em ji bo hemû xeletiyên xwe yên heta niha xwerexnedayîna xwe didin. Hûn çi bêjin em ê wê bikin. Di pêşiya me de hilbijartinek heye û hûn ê namzetên xwe diyar bikin. Gelê me ji me xwest ku ne tenê li Kurdistanê li her derê bikevin hilbijartinê. Me jî ev daxwaza gelê xwe bi cidiyeteke mezin nirxand, nîqaş kir û di rojên pêşiya me de em ê di vê mijarê de stratejiya xwe diyar bikin û aşkere bikin. Meseleyeke din jî eşîret in. Kesên bi salane zext û zordariyê nikarin têk bibin, pêşengên eşîran li Wan e û li hin cihên din kom dikin. Qeyûmên ji derve tên vê derê hene, ew eşîretên fedakar, parveker û nirxên me ne hewl didin têxin nava AKP’ê. Em di hizûra we de bang li mezinên eşîretan ên li vê derê dikin; mala we ev der e, deriyê we, ziman û çanda me ev der e. Deriyê ku di rojên zehmet de piştevaniyê bi me re bike ev der e. Ev dê bên û biçin. Ji kerema xwe neyên lîstikên pergal û AKP’ê û bi awayekî xurt xwedî li partiya xwe derkevin û li cem gelê xwe bin.”
 
‘HEWL DIDIN LI KURDISTANÊ KARÊN KRÎMÎNAL BELAV BIKIN’ 
 
Bakirhan, destnîşan kir ku hewl didin karên krîmînal ên weke tiryakê li her derê Kurdistanê belav bikin û got: “Roja din li Cizîrê du xwişkên hev ji ber helwesta van a zextker û qirêj xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ew keçikên me, zarokên me ne. Jiyana zarokên me teng kirin, nikarin bixwînin, debara xwe bikin. Bixwînin û ODTU’yê jî biqedînin tiştekî bi navê mulaqat danîne. Heke tu kurd, mirov, parazvanê aştiyê bî teqez nikarî ji wê mulaqatê derbas bibî. Ev xwişk û biratiyeke çawa ye? Ji mulaqatê yozgatî, qeyseriyî, AKP’î debas dibin kurdek, HEDEP’iyek nikare derbas bibe. Ev ên cihekar teqez ne misilman in. Kesên misilman cihekariyê nakin û zimanekî ku Xudê afirandiye tune nahesibînin.”
 
‘EM LI COLEMÊRGÊ JÎ LI ENQEREYÊ JÎ JI QEYÛM RE DIBÊJIN NA’ 
 
Bakirhan, bertek nîşanî ji peywîrgirtina endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) da û wiha axivî: “Bi biryara dadgehê qeyûm tayînî TTB ya ku li dijî şer derdikeve û herî demokratîk û birûmet e kirin. Em ji vir diyar dikin ku em li cem TTB’ê ne û piştgiriya têkoşîna wan dikin. Em ji vir bi awayekî xurt qîr dikin; Li Colemêrgê ji qeyûm re na, li Enqereyê jî ji qeyûm re na.”
 
‘EM Ê DERSEKE BAŞ BIDIN’ 
 
Bakirhan, wiha axaftina xwe bi dawî kir: “We di hilbijartinan de helwestek nîşan da. Em di hilbijartina herêmî de jî hemû şaredariyan dixwazin. Ez di wê baweriyê de me ku hûn ê di 31’ê adarê de bersiveke xurt bidin feraseta me qebûl nake û hûn ê li Colemêrgê partiya li erdnîgariya kurdan û Tirkiyeyê herî xurt bikin yekemîn û derseke baş bidin van.”
 
Bakirhan û kesên pê re derbasî navçeya Geverê bûn. 
 

Sernavên din

01/12/2023
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne
15:08 Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand
14:52 Doza Kobanê: Îdia veguherîn bêbextiyê
14:27 Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide
14:13 Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
14:05 KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe
13:14 Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin
13:06 Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
12:14 Hatîmogûllari: MGK’ya dixwaze şer biqedin, êrişên li dijî kurdan didomîne
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me
10:38 37 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
10:36 Çalakiya girtiyan di roja 4'emîn de berdewam dike
10:36 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin
09:15 Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome
09:13 Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin
09:10 Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'