AMED - Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê serdegirtina MED-DER û Payîz Pirtûkê û binçavkirinan protesto dikin.
Îro di danê sibehê de polîsan bi ser Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) de girtin. Di serdegirtinan de rêveberên komeleyê û gelek mamosteyên kurdî hatin binçavkirin.
Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajar têkildarî serdegirtinê li pêşiya MED-DER’ê daxuyaniyê didin. Parlamenterê DEM Partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Zimanê me rûmeta me ye” hate berzkirin.
Berfirehiya nûçeyê tê...