Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin 2023-12-01 12:01:26 COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê li Colemêrgê axivî, anî ziman ku dê stratejiya xwe ya hilbijartinê di demekî kurt de aşkere bikin. Bakirhan ê polîtîkayên desthilatê rexne kirin, wiha got: “Kesên kurdan qebûl nakin, ciwanên kurdan di zindanan de dirizînin, dişînin sirgunê dê teqez li ser vê axê winda bikin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan, hefteyek berê li herêmên Serhedê dest bi serdanan kiribû. Bakirhan û şandeya pê re civîna gel a dawî jî li Colemêrgê pêk anîn. Bakirhan û şandeya pê re li Qada Azadiyê ji hêla girseyeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin.    Bakirhan, bi konvoyê derbasî navenda bajar bû û heta pêşiya avahiya HEDEP’ê meşiyan. Bi hezaran kesên li vir kom bûn dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Bakirhan, spasiyên xwe pêşkeşî gelê Colemêrgê kirin û dest bi axaftina xwe kir.    ‘QEYÛM DIZÎ Û NELIRÊTÎ YE’    Bakirhan ê têkildarî tayînkirinên qeyûman axivî, wiha got: “Du serdem in qeyûman tayînî vîna me dikin. Qeyûm dizî û nelirêtî ye, rakirina navê Apê Mûsa ya ji tabelayê ye. Yê ku Navenda Çanda Ayşe Şanê ji holê rakirî ye, ya peykerê Celadet Bedirxan rakirine. Qeyûm li dijî kurdan, jinan, ciwanan û kedkaran e. Gelo qeyûm çi dike? Weleh talan û nelirêtiyê dike. Em nelirêtiyên qeyûmên Amed, Mêrdîn û Êlihê vebêjin du roj têra nakin. Deynê Wanê bûye duqet yê Sêrtê bûye sêqet. Rê nîne binesazî nîne. Gelo em ê di hilbijartina pêşiya me de çi bikin? Em ê vê pergala qeyûm di sindoqan de têk bibin. Em ê qeyûm bişînin bajarê wî, bişînin Qesrê.”   ‘NELIRÊTIYÊN XWE DI BIN BANÊ AL Û WELAT DE VEDIŞÊRIN’    Bakirhan, diyar kir ku hem walî hem jî qeyûm weke serokên AKP’ê dixebitin û wiha berdewam kir: “Em ji vir bang li wan dikin. Birêz qeyûm û walî heke baweriya we bi we hebe, piştî 4 mehan hilbijartin heye. Kerem bikin em sindoqan deynin, hûn jî ji AKP’ê bibin namzet. Ka gelê Colemêrgê, Sêrtê û Êlihê dê kê hilbijêre em ê bibînin. Ev axa axeke ewqas qedîme ku Îskenderê Mezin ê cîhan dagirkir jî nekarî li ser vê axê derbas bibe. Ev ax kesên ku diziyê nelirêtiyê dike di nava xwe de nahewîne. Dema em dibêjin qeyûm xizmetê nake, dibêjin ‘welat’. Dema em dibêjin ‘qeyûm didize, nelirêtiyê dike’ dibêjin ‘al’. Hemû qirêjî, nelirêtiyên xwe di bin banê al û welat de vedişêrin. Çi bikin bila bikin îro nebe sibê, sibê nebe rojeke din lê dê teqez li Tirkiyeyê û Kurdistanê bayê aştiyê bê û dê qeyûm nebin. Kesên kurdan qebûl nakin, ciwanên kurdan di zindanan de dirizînin, dişînin sirgunê dê teqez li ser vê axê winda bikin.”   ‘EM Ê DAWIYÊ LI QEDEXEYAN BÎNIN’    Bakirhan, bi lêv kir ku bi salan e li Colemêrgê çalakî û aktîvîte tên qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “7 sal in li hemû Kurdistanê qedexeya çalakî û aktîvîteyan heye. Lê tenê ji bo me qedexe ye. Dikarin ji Qeyseriyê hunermendan bînin û li Cîlo mîhrîcanê li dar bixin. Difikirin ku em ê vê helwesta cihekar ji bîr bikin. Kurd li ser axa xwe bi zimanê dayika xwe nikarin çand, huner û mîhrîcanan bikin lê kesên cara ewil vê derê dibînin, peyveke kurdî nizanin û ji kurdan hez nakin ji budçeya şaredariyê bi sed hezaran lîreyan didinê û tînin konseran li dar dixin. Ev qedexeyên we encam nagirin. Dema em dibêjin Colemêrg û Gever bajarên qedexe, herêmên qedexe tên bîra me. Em ê dawî li van qedexeyan bînin.”   ‘DIXWAZIN LI VAN DERAN KURD NEMÎNIN’    Bakirhan, bal kişand ser deriyên sînor û bêkariya li bajêr û ev tişt gotin: “Dê çend deriyên sînor ên vî bajarî hebin lê dê bêkarî jî hebe. Dê bi çen welatin re bibî cîran lê dê xizan bî. Çima? Ji bo ku kurd bazirganiyê nekin, pêşiya wê girtin. Pirsgirêka van ne bi sînor an bazirganiyê re ye, bi kurdan re ye. Dixwazin kurd karekê neke, kar nebîne, dikana wî were girtin. Weke li Colemêrgê 12 hezaran ciwanan di nava çend salan de koç kirin û çûn. Dixwazin ev der bê mirov bimînin. Em li ser axa xwe bimînin, bi mirovên xwe re bikevin nava hewldanê. Em kooperatîfên hevpar ava bikin; em nanê xwe li ser axa xwe çêbikin û nehêlin ciwanên me koç bikin. Her ciwanê koçber dibe ciwanekî hatiye windakirine, asîmîle kirine. Mudaxileyî du kîlo çay û şekira gundiyên me yên xizan dikin. Bêwijdanno! Bi tonan esrar û eroin çawa dikeve vî welatî? Kesên du kîlo çayê gelek dibînin li Bazîd dest deynin ser du kîlo şekrê, nedîtin ku ev welat bûye navenda tiryakê.”   ‘EM Ê STRATEJIYA XWE YA HILBIJARTINÊ AŞKERE BIKIN’    Bakirhan, diyar kir ku dê di demeke kurt de stratejiya xwe ya hilbijartinê aşkere bikin û wiha domand: “Karê me yê ewil ê piştî kongreyê em hatin nava gel. Ji ber ku gelê me her tim ji me baştir dizane û dibîne. Em ji bo hemû xeletiyên xwe yên heta niha xwerexnedayîna xwe didin. Hûn çi bêjin em ê wê bikin. Di pêşiya me de hilbijartinek heye û hûn ê namzetên xwe diyar bikin. Gelê me ji me xwest ku ne tenê li Kurdistanê li her derê bikevin hilbijartinê. Me jî ev daxwaza gelê xwe bi cidiyeteke mezin nirxand, nîqaş kir û di rojên pêşiya me de em ê di vê mijarê de stratejiya xwe diyar bikin û aşkere bikin. Meseleyeke din jî eşîret in. Kesên bi salane zext û zordariyê nikarin têk bibin, pêşengên eşîran li Wan e û li hin cihên din kom dikin. Qeyûmên ji derve tên vê derê hene, ew eşîretên fedakar, parveker û nirxên me ne hewl didin têxin nava AKP’ê. Em di hizûra we de bang li mezinên eşîretan ên li vê derê dikin; mala we ev der e, deriyê we, ziman û çanda me ev der e. Deriyê ku di rojên zehmet de piştevaniyê bi me re bike ev der e. Ev dê bên û biçin. Ji kerema xwe neyên lîstikên pergal û AKP’ê û bi awayekî xurt xwedî li partiya xwe derkevin û li cem gelê xwe bin.”   ‘HEWL DIDIN LI KURDISTANÊ KARÊN KRÎMÎNAL BELAV BIKIN’    Bakirhan, destnîşan kir ku hewl didin karên krîmînal ên weke tiryakê li her derê Kurdistanê belav bikin û got: “Roja din li Cizîrê du xwişkên hev ji ber helwesta van a zextker û qirêj xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ew keçikên me, zarokên me ne. Jiyana zarokên me teng kirin, nikarin bixwînin, debara xwe bikin. Bixwînin û ODTU’yê jî biqedînin tiştekî bi navê mulaqat danîne. Heke tu kurd, mirov, parazvanê aştiyê bî teqez nikarî ji wê mulaqatê derbas bibî. Ev xwişk û biratiyeke çawa ye? Ji mulaqatê yozgatî, qeyseriyî, AKP’î debas dibin kurdek, HEDEP’iyek nikare derbas bibe. Ev ên cihekar teqez ne misilman in. Kesên misilman cihekariyê nakin û zimanekî ku Xudê afirandiye tune nahesibînin.”   ‘EM LI COLEMÊRGÊ JÎ LI ENQEREYÊ JÎ JI QEYÛM RE DIBÊJIN NA’    Bakirhan, bertek nîşanî ji peywîrgirtina endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) da û wiha axivî: “Bi biryara dadgehê qeyûm tayînî TTB ya ku li dijî şer derdikeve û herî demokratîk û birûmet e kirin. Em ji vir diyar dikin ku em li cem TTB’ê ne û piştgiriya têkoşîna wan dikin. Em ji vir bi awayekî xurt qîr dikin; Li Colemêrgê ji qeyûm re na, li Enqereyê jî ji qeyûm re na.”   ‘EM Ê DERSEKE BAŞ BIDIN’    Bakirhan, wiha axaftina xwe bi dawî kir: “We di hilbijartinan de helwestek nîşan da. Em di hilbijartina herêmî de jî hemû şaredariyan dixwazin. Ez di wê baweriyê de me ku hûn ê di 31’ê adarê de bersiveke xurt bidin feraseta me qebûl nake û hûn ê li Colemêrgê partiya li erdnîgariya kurdan û Tirkiyeyê herî xurt bikin yekemîn û derseke baş bidin van.”   Bakirhan û kesên pê re derbasî navçeya Geverê bûn.