Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene

  • rojane
  • 09:32 1 Kanûn 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Tê payîn ku di budçeya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû dê bên vekirin. Nûnerên ÎHD’ê û ÇHD’ê diyar kirin ku bi girtîgehên nû yên tecrîdê kûrtir bikin re dixwazin civak were hefskirin. 
 
Pêşniyara Qanûna Budçeyê ya Hikûmeta Navendî ya ji bo sala 2024’an, ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de di navbera 20’ê cotmehê û 24’ê mijdarê de hat nîqaşkirin, ji aliyê komîsyonê ve hat qebûlkirin û wê di 11’ê kanûnê de li Civata Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin. Wezareta Dadê ku ji budçeyê 198 mîlyar 703 mîlyon 54 hezar lîra xwestiye, plan dike ku qismekî vê budçeyê ji bo girtîgehên nû bi kar bîne. Wezareta ku di pêşniyara budçeya sala 2024’an de plan dike 12 girtîgehên nû çêbike, di plana budçeyê ya texmînî ya sala 2025’an de jî 8 girtîgehên nû hene. 
 
Di serdema desthilata AKP’ê de binpêkirinên mafan ên mirovan û girtin ji tedbîrbûnê derketin weke rêbaza cezakirinê hate bikaranîn di encama vê yekê de jî li girtîgehan zêdebûnek heye. Dîsa di sala 2019’an de 26, di sala 2020’an de 23 di sala 2021’an de 32 û di sala 2023’yan de jî 19 girtîgeh hatin avakirin, hejmara girtîgehan a heyî derket 285’an. Binpêkirinên mafan ên girtîgehan jî her roja ku diçe bi zêdebûnê berdewam dike. Gelek qedexeyên di dema pandemiya Kovîd 19’ê de bi armanca “tedbîrê” hatin wergirtin ji bo girtîgehan bû rewşeke rûtîn û ji mafê xwe gihandina tenduristiya rojnameyê bigire heta sînordarkirina pirtûkan tiştek nema nehate sînordarkirin. Girtiyên nexweş nehatin dermankirin, gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi komîsyon û Qanûnên Înfazê yên hatin çêkirin di serî de girtiyên 30 sal in di girtîgehê de berdana gelek girtiyan tê astengkirin. 
 
Girtîgehên nû yên bi budçeya wezaretê jinûve bûn rojev û rewşa heyî bi saziyên mafên mirovan û hiqûqê re axivîn. 
 
GIRTÎGEHÊN TÎPÊN Y Û S TÊN VEKIRIN 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Îzmîrê Ahmet Çîçek, destnîşan kir ku li welatekî çiqas zêde girtîgeh hebin li wî welatî ewqas zêde neheqî û bêhiqûqî jî hene û wiha got: “Girtîgehên nû hatin vekirin jî ji Girtîgehên Ewlehiya Bilind, Tîpên Y û S’yê pêk tên. Ev ji hucreyên yek kesî pêk tên ku nehêlin bi kesê re hevdîtinê bikin. Ev esas tecrîd e. Ev girtîgehên bi feraseteke ku hiqûqa xwe bi xwe jî binpê dikin hatine çêkirin ji ber keyfiyeta di qanûna înfazê de derketin holê. Dema rewş wisa be ev keyfiyet belavî girtîgehan jî dibe. Carna ji bo ku pê k bînin cezayên dîsiplînê tên dayîn û wan kesan dixin hucreyê.”
 
‘EM GIRTÎGEHÊN NÛ NAXWAZIN’ 
 
Çîçek, diyar kir ku tecrîd bi Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û wiha berdewam kir: “Tu nava giravekê de girtîgehekê ava dikî û dikî ku mirov bi malbatên xwe re jî nikarin hevdîtinê bikin. Niha jî vê yekê li girtîgehên din bi awayên cuda dikin. Mînak malbatek li Amedê dijî kesê hatiye girtin sirgunî bajarekî dûr tê kirin. Ji ber malbat nikare biçe ev jî vediguhere pêkanîneke din a tecrîdê. Em girtîgehan naxwazin. Heta divê hemû girtîgehan bên girtin û di pergala Înfaza Cezayî de guhertin bê kirin. Her wiha divê girtî li gor rewşa xwe bên berdan. Lê difikirin ku girtîgehên nû vekin. Ev yek tê wateyê ku dê zêdetir bi ser muxalefeta civakî de bên û girtin jî dê zêdetir bibin. Ev polîtîkayeke tê wateya ku dê polîtîkaya ewlehiyê pêk bînin. Em dixwazin hikumet demildest dest ji vê pêkanînê berde. Ez naxwazim bi bacên ku weke xebatkarekê bi salane didim girtîgeh bên çêkirin.”
 
‘ÇAVÊN MÛXALÎFAN DITIRSÎNIN’ 
 
Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Îzmîrê Dîlancan Ateş jî bal kişand ku girtîgeh cihê herî zêde binpêkirinên mafan lê diqewimin e. Ateş, da zanîn ku ji binpêkirina mafên agahiyê heta binpêkirina qedexeya îşkenceyê gelek binpêkirinên mafan diqewimin û wiha got: “Em dibînin ku girtîgehên nû tên vekirin girtîgehên bi tîpên Y û S’yê ne. Şertên van girtîgehan ji girtîgehên heyî girantir in. Li girtîgehên ewlehiya bilind û girtîgehên tîpên Y cihê hewadariyê ne li pêş odeya ye. Ev girtîgehên 3 qatî ne, di qata wan a duyemîn de cihê hewadariyê hey û di rojê de tenê saet û nîvê tînin vir. Dîsa camên odeyan bi awayekî zêde bi têlê girtîne û em dizanin ku nikarin ji tîrêjên rojê sûdê bigirin. Kesên girtî tên darizandin û cezayê hefsê yê demkî girtî ne jî dişînin van deran. Li Girtîgehên Tîpên S ji bo ku di odeyan de kamera nînin şertên wan girantir dibin. Ev bi taybetî ji bo çavtirsandina mûxalîfan e. Ji ber ku em dizanin girtîgehên nû vala nabin ji bo beşeke civakê ya mezin rêya girtîgehê vedibe.”
 
‘BILA GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN’ 
 
Ateş, bi lêv kir ku şûna vekirina girtîgehên nû bila şertên girtîgehan bên başkirin û wiha berdewam kir: “Divê zêdetirî girtîgehan bên valakirin. Kesên bi Qanûna Înfazê hatin berdan hene. Lê em dizanin ku ev guhertin cihekar e. Girtiyên siyasî ji vê qanûnê bêpar hatin hiştin. Divê ev keyfiyet ji holê bê rakirin.”
 
‘DIVÊ EM JI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE BIBIN DENG’ 
 
Ateş, a qala çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de li girtîgehan hate destpêkirin kir wiha got: “Dema girtiyan dest çalakiya greva birçîbûnê kir hemû daxwazên xwe ragihandin. Divê ev bên dîtin û pêşwazîkirin. Em jî neçarin ji bo daxwazên girtiyan bên bicihanîn bibin dengê wan. Her wiha hêj tiştek bi serê girtiyan nehatî divê hemû daxwazên wan bên pêşwazîkirin.”
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

01/12/2023
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne
15:08 Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand
14:52 Doza Kobanê: Îdia veguherîn bêbextiyê
14:27 Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide
14:13 Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
14:05 KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe
13:14 Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin
13:06 Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
12:14 Hatîmogûllari: MGK’ya dixwaze şer biqedin, êrişên li dijî kurdan didomîne
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me
10:38 37 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
10:36 Çalakiya girtiyan di roja 4'emîn de berdewam dike
10:36 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin
09:15 Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome
09:13 Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin
09:10 Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'