Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene 2023-12-01 09:32:19   ÎZMÎR - Tê payîn ku di budçeya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû dê bên vekirin. Nûnerên ÎHD’ê û ÇHD’ê diyar kirin ku bi girtîgehên nû yên tecrîdê kûrtir bikin re dixwazin civak were hefskirin.    Pêşniyara Qanûna Budçeyê ya Hikûmeta Navendî ya ji bo sala 2024’an, ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de di navbera 20’ê cotmehê û 24’ê mijdarê de hat nîqaşkirin, ji aliyê komîsyonê ve hat qebûlkirin û wê di 11’ê kanûnê de li Civata Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin. Wezareta Dadê ku ji budçeyê 198 mîlyar 703 mîlyon 54 hezar lîra xwestiye, plan dike ku qismekî vê budçeyê ji bo girtîgehên nû bi kar bîne. Wezareta ku di pêşniyara budçeya sala 2024’an de plan dike 12 girtîgehên nû çêbike, di plana budçeyê ya texmînî ya sala 2025’an de jî 8 girtîgehên nû hene.    Di serdema desthilata AKP’ê de binpêkirinên mafan ên mirovan û girtin ji tedbîrbûnê derketin weke rêbaza cezakirinê hate bikaranîn di encama vê yekê de jî li girtîgehan zêdebûnek heye. Dîsa di sala 2019’an de 26, di sala 2020’an de 23 di sala 2021’an de 32 û di sala 2023’yan de jî 19 girtîgeh hatin avakirin, hejmara girtîgehan a heyî derket 285’an. Binpêkirinên mafan ên girtîgehan jî her roja ku diçe bi zêdebûnê berdewam dike. Gelek qedexeyên di dema pandemiya Kovîd 19’ê de bi armanca “tedbîrê” hatin wergirtin ji bo girtîgehan bû rewşeke rûtîn û ji mafê xwe gihandina tenduristiya rojnameyê bigire heta sînordarkirina pirtûkan tiştek nema nehate sînordarkirin. Girtiyên nexweş nehatin dermankirin, gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi komîsyon û Qanûnên Înfazê yên hatin çêkirin di serî de girtiyên 30 sal in di girtîgehê de berdana gelek girtiyan tê astengkirin.    Girtîgehên nû yên bi budçeya wezaretê jinûve bûn rojev û rewşa heyî bi saziyên mafên mirovan û hiqûqê re axivîn.    GIRTÎGEHÊN TÎPÊN Y Û S TÊN VEKIRIN    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Îzmîrê Ahmet Çîçek, destnîşan kir ku li welatekî çiqas zêde girtîgeh hebin li wî welatî ewqas zêde neheqî û bêhiqûqî jî hene û wiha got: “Girtîgehên nû hatin vekirin jî ji Girtîgehên Ewlehiya Bilind, Tîpên Y û S’yê pêk tên. Ev ji hucreyên yek kesî pêk tên ku nehêlin bi kesê re hevdîtinê bikin. Ev esas tecrîd e. Ev girtîgehên bi feraseteke ku hiqûqa xwe bi xwe jî binpê dikin hatine çêkirin ji ber keyfiyeta di qanûna înfazê de derketin holê. Dema rewş wisa be ev keyfiyet belavî girtîgehan jî dibe. Carna ji bo ku pê k bînin cezayên dîsiplînê tên dayîn û wan kesan dixin hucreyê.”   ‘EM GIRTÎGEHÊN NÛ NAXWAZIN’    Çîçek, diyar kir ku tecrîd bi Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û wiha berdewam kir: “Tu nava giravekê de girtîgehekê ava dikî û dikî ku mirov bi malbatên xwe re jî nikarin hevdîtinê bikin. Niha jî vê yekê li girtîgehên din bi awayên cuda dikin. Mînak malbatek li Amedê dijî kesê hatiye girtin sirgunî bajarekî dûr tê kirin. Ji ber malbat nikare biçe ev jî vediguhere pêkanîneke din a tecrîdê. Em girtîgehan naxwazin. Heta divê hemû girtîgehan bên girtin û di pergala Înfaza Cezayî de guhertin bê kirin. Her wiha divê girtî li gor rewşa xwe bên berdan. Lê difikirin ku girtîgehên nû vekin. Ev yek tê wateyê ku dê zêdetir bi ser muxalefeta civakî de bên û girtin jî dê zêdetir bibin. Ev polîtîkayeke tê wateya ku dê polîtîkaya ewlehiyê pêk bînin. Em dixwazin hikumet demildest dest ji vê pêkanînê berde. Ez naxwazim bi bacên ku weke xebatkarekê bi salane didim girtîgeh bên çêkirin.”   ‘ÇAVÊN MÛXALÎFAN DITIRSÎNIN’    Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Îzmîrê Dîlancan Ateş jî bal kişand ku girtîgeh cihê herî zêde binpêkirinên mafan lê diqewimin e. Ateş, da zanîn ku ji binpêkirina mafên agahiyê heta binpêkirina qedexeya îşkenceyê gelek binpêkirinên mafan diqewimin û wiha got: “Em dibînin ku girtîgehên nû tên vekirin girtîgehên bi tîpên Y û S’yê ne. Şertên van girtîgehan ji girtîgehên heyî girantir in. Li girtîgehên ewlehiya bilind û girtîgehên tîpên Y cihê hewadariyê ne li pêş odeya ye. Ev girtîgehên 3 qatî ne, di qata wan a duyemîn de cihê hewadariyê hey û di rojê de tenê saet û nîvê tînin vir. Dîsa camên odeyan bi awayekî zêde bi têlê girtîne û em dizanin ku nikarin ji tîrêjên rojê sûdê bigirin. Kesên girtî tên darizandin û cezayê hefsê yê demkî girtî ne jî dişînin van deran. Li Girtîgehên Tîpên S ji bo ku di odeyan de kamera nînin şertên wan girantir dibin. Ev bi taybetî ji bo çavtirsandina mûxalîfan e. Ji ber ku em dizanin girtîgehên nû vala nabin ji bo beşeke civakê ya mezin rêya girtîgehê vedibe.”   ‘BILA GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN’    Ateş, bi lêv kir ku şûna vekirina girtîgehên nû bila şertên girtîgehan bên başkirin û wiha berdewam kir: “Divê zêdetirî girtîgehan bên valakirin. Kesên bi Qanûna Înfazê hatin berdan hene. Lê em dizanin ku ev guhertin cihekar e. Girtiyên siyasî ji vê qanûnê bêpar hatin hiştin. Divê ev keyfiyet ji holê bê rakirin.”   ‘DIVÊ EM JI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE BIBIN DENG’    Ateş, a qala çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de li girtîgehan hate destpêkirin kir wiha got: “Dema girtiyan dest çalakiya greva birçîbûnê kir hemû daxwazên xwe ragihandin. Divê ev bên dîtin û pêşwazîkirin. Em jî neçarin ji bo daxwazên girtiyan bên bicihanîn bibin dengê wan. Her wiha hêj tiştek bi serê girtiyan nehatî divê hemû daxwazên wan bên pêşwazîkirin.”   MA / Tolga Guney