Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne

  • rojane
  • 09:20 27 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên hilbijartinên Meclisa Bajêr a Iraqê û Parlamentoya başûrê Kurdistanê nirxandin, bal kişandin ser girîngiya her du hilbijartinan. 
 
Li Iraq û başûrê Kurdistanê tê plankirin ku di serdema pêş de dê du hilbijartinên krîtîk bên kirin. Di 18’ê kanûnê de dê hilbijartinên Meclisa Bajêr a Iraqê, di 25’ê sibata 2024’an jî dê li Herêma Kurdistana Federe hilbijartinên parlamentoyê bên kirin. 
 
Tê payîn ku zêdetirî 23 milyonan hilbijêr dê tev li hilbijartinên Meclisa Bajêr a Iraqê (Ji bilî bajarên Herêma Kurdistanê) ku dê di 18’ê kanûnê de bên kirin bibin. Ji bo hilbijartina tê plankirin dê di 25’ê sibata 2024’an de bê kirin 3 milyon û 641 hezar û 566 hilbijêr, ji bo parlamentoya 111 kursiyên wê hene dê biçin ser sindoqan. Serlêdanên partî û koaslîsyonan ên ji bo hilbijartinên parlamentoyê dê 1’ê kanûnê kampanyayên namzetan jî dê di 13’ê kanûnê de dest pê bikin. Hilbijartinên ku 40 roj dema propogandaya wê heye, cara ewil wê di 23’ê sibata 2024’an de bi beşdariya hêzên ewlekariyê û rayedarên din ên hikûmetê pêk were. Piştî vê dengdayînê wê welatî di 25 'ê Sibatê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
 
Rojnamevanên ji başûrê Kurdistanê Berhem Lafit û Tekoşer Hesen behsa hilbijartinên pêşwext û atmosfera herêmê kirin.
 
PDK Û YNEK DÊ CUDA BIKEVIN HILBIJARTINAN
 
Rojnamevan Behrem Latîf da zanîn ku dê li 14 bajarên ku Kerkuk û Mûsil jî di nav de ji bo endamên Meclisên Bajêr hilbijartin were kirin. Letîf diyar kir ku ji bo diyarkirina endamên Meclisên Bajaran ên li bajarên Kurdistanê di demeke cuda de hilbijartin hatine kirin û got ku tevî ku di ser hilbijartinên parlementoyê re 4 sal derbas bûne jî hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ji bo Herêma Kurdistanê nehatine kirin
 
Letîf anî ziman ku hilbijartinên Meclisên Bajaran ên Iraqê tu bandorê li ser hilbijartinên parlamentoyê nake ku di meha sibatê de li Kurdistanê werin lidarxistin û wiha got: “Niha hem Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hem Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) hem ereb hem jî tirkmen ji bo bi bandor bin xebatên xwe didomînin. Beriya niha jî kurdan li hev kiribûn ku li Kerkukê bi hevparî tevli hilbijartinê bibin. Lê nekarîn tifaqa xwe pêk bînin. PDK bi tena serê xwe dikevê, YNK jî wê bi koma Komunîst re tifaqê çêbike û bikeve hilbijartinan.”
 
KERKUK Û MÛSIL GIRÎNG IN 
 
Letîf bi lêv kir ku hilbijartinên endamên Meclisên Bajaran ji bo Kerkuk û Mûsilê xwedî girîngiyeke taybet in û wiha berdewam kir: “Heke kurd di hilbijartinên Meclisên Bajaran de piraniyê bi dest nexin, dê valahiyeke mezin ji bo kurdan di rêvebirina bajêr de çêbibe û rola wan li Kerkukê kêm bibe. Tirkmen bi alîkariya Tirkiyeyê amadekariyên cuda dikin. Bi heman awayî ereb jî dixwazin serkeftineke din bi dest bixin û hêza kurdan kêm bikin. Li gorî wêneyê ku ji niha ve derketiye holê, dibe ku YNK ji komên din ên li Kerkukê serkeftineke baştir bi dest bixe. Li Kerkukê bandoreke zêde ya PDK nemaye. Piştî bûyerên sala 2017’an PDK îsal cara ewil vegeriya Kerkukê. Ev yek bandora PDK’ê ya li herêmê kêm dike. PDK’ê ji bo ku tirkmen li Kerkukê bi bandor bin bi YNK’ê re tifaq çênekir. Ji ber ku naxwaze YNK li Kerkukê bêhtir bi bandor be. Dîsa Mûsil xwedî girîngiyeke krîtîk e. Ji ber ku Mûsil ji bo Şengalê girîng e. Şengal girêdayî Mûsilê ye. PADÊ li Şengalê 4 namzetên xwe yên meclîsa bajar hene. Heke di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, hem wê xizmetên ji Şengalê re tên kirin hem jî ji bo siyaseta wê di dema pêş de bi bandor bin. Ji bo vê jî bang li rûspî, eşîr û welatiyan dike.”
 
‘PDK BI DIZIYÊ DIKARE PIRANIYA DENGAN BI DEST BIXE’ 
 
Letîf, qala hilbijartina ku wê di 25’ê sibata 2014’an de li Herêma Kurdistanê bên kirin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên sala 2021’ê de ji sedî 70-75’ê gelê Başûr neçûn ser sindoqan. Dibe ku ev boykota herî mezin a di dîroka Herêma Kurdistana Federe û Iraqê de be û vê yekê bandorek mezin li ser dengên PDK’ê, YNK’ê û aliyên din kir. Lê belê di hilbijartinên parlamentoya herêmê de dibe ku herî zêde PDK dengan bistîne. Ji ber ku hilbijartin bi awayekî adil û rast nayên kirin. Hilbijartin bi sextekarî, dek û dolaban tên kirin. Dizîna dengan her tim di hilbijartinên 
Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi bandor bûye. Heke hilbijartineke pê bawer bihata kirin, wê ti komeke heyî nikaribe bi awayekî xurt bikeve parlamentoyê. Dîsa PDK dikare bi rêya dizî û sextekariyê zêdetir dengan bistîne û di parlementoyê de piraniyê bidest bixîne. Piştî PDK’ê, YNK tê. Piştî kongreya dawî ya YNK'ê amadekariyek mezin ji bo hilbijartinan heye. Dixwaze di van hilbijartinan de bihêztir bibe.”
 
‘LI BAŞÛR HILBIJARTIN NE EWLE NE’ 
 
Latîf, bal kişand ku gelê herêmê PDK’ê bi taybetî jî rêveberiya Mesrûr Barzanî naxwaze û wiha pê de çû: “Di van 4 salên dawî de Mesrûr Barzanî li hemû qadan gel hêrs kir. Li gelek qadên weke kêmasiya xizmetguzariyê, sînordarkirina azadiyan, girtina rojnamevanan kêm ma. Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistana Federal jî bi alîkariya hikumeta Mesrûr Barzanî pêk tê. Ev hemû bi awayekî neyînî ji aliyê gel ve tê pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê jî gel ji PDK’ê û Mesrûr Barzanî nefret dike. Lê hilbijartin wê dîsa jî li Herêma Kurdistana Federe guhertineke mezin bi xwe re neînin. Ji ber ku PDK di hilbijartinan de her tim diziyê dike û rêveberiyê werdigire. Heke hilbijartineke bi ewle were kirin dê PDK dê têk biçe. Gel ji siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ne memnûn e.”
 
RÊJEYA BOYKOTÊ ZÊDE YE
 
Latîf, sedemê ku çima hilbijartin li herêmê bi bandor nabin jî wiha vegot: “Ji ber ku avahiyên heyî bi hêza leşkerî ya di destê xwe de zehmetiyan derdixînin û li gorî xwe şikil didin hilbijartinan. Gel ji ber ku baweriya xwe bi guhertinê naîne, hilbijartinan boykot dike. Di van hilbijartinan de rêjeya boykotê ji ya hilbijartinên berê zêdetir e. Ji ber ku rewşa gel roj bi roj nebaştir dibe. Desthilata PDK’ê gel xistiye nava rewşeke geleke nebaş. Ev 2 meh in mamoste di boykotê de ne û perwerde sekiniye. 3 mehan carekê mûçeyên memûran tê dayîn. PDK jî ji ber siyaseta xwe ya heyî nikare bi Iraqê re tifaqê bike. Ambargoya Iraqê ya li dijî hikûmeta herêmê roj bi roj zêdetir dibe. Ev rewş encama siyaseta PDK’ê ye û gel dibe qurbanê vê siyasetê.”
 
‘PDK POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ BI CIH TÎNE’ 
 
Letîf anî ziman ku PDK polîtîkayên Tirkiyeyê li herêmê bi cih tîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek li gelemperiya başûrê Kurdistanê neyîniyên siyasî, aborî û leşkerî diafirîne. Gel ji bo vê yekê li hemberî PDK’ê bi hêrs e. Di van hilbijartinan de PDK hîn jî dikare tişta dixwaze bidest bixe, lê belê ev yek wê ne bi rêya dengdana gel be, lê bi rêya sextekarî û dek û dolaban be. Di hilbijartinên beriya niha de 11 kursiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji 111 kursiyan pêk têk weke kota ji tirkmenan û kêmneteweyên din re dihate dayîn. Ev jî her tim li gorî berjewendiyên PDK’ê tevdigerin. Di van hilbijartinan de hewldanên rakirina kotayê hene. YNK'ê ji bo rakirina kotaya Tirkmenan serî li Dadgeha Federal a Iraqê da. Tê payîn ku ev serlêdan di meha kanûnê de bi awayekî erênî encam bigire. Betalkirina vê dê ji bo siyasata tirkmenan a li Başûr bibe darbeyek. Dîsa dê bandoreke zêde li siyaseta PDK’ê jî bike.”
 
LÎSTIKÊN HILBIJARTINÊ YÊN PDK’Ê 
 
Rojnamevan Tekoşer Hesen jî anî ziman ku îddîaya PDK’ê ji bo ku di hilbijartinan de têk neçe pergalek ava kiriye berbelav e û kişand ku PDK plan dike ku bi senaryoyên cuda hilbijartinan derbas bike. Hesen ê derbarê vê mijarê de hilbijêr hişyar kirin, bal kişand ku ber bi hilbijartinê ve ji bo ku demokratîk bên dîtin dibe ku hin partî werin avakirin û anî ziman ku lê ev partî nabin xwedî bingeheke neteweyî.
 
TIRSA DESTHILATAN YA JI HILBIJARTINAN
 
Hesen destnîşan kir ku PDK û YNK ku li herêmê desthilat in dixwazin kursiyên xwe yên li parlementoyê biparêzin û wiha got: “Partiyên desthilat dixwazin di van hilbijartinan de bihêztir bibin û rewşa xwe ya herî xirab biparêzin. Ev partî ditirsin ku winda bikin. Ji ber vê yekê jî naxwazin hilbijartin bên kirin. Ev helwest ji bo her partiyên mezin jî derbasdar e. Ber bi hilbijartinê ve YNK’ê kongreya xwe li dar xist. Di vê kongreyê de di rêziknameya xwe de hin guhertin kirin. Bi vê yekê hewl didin ji bo hilbijartinan amadekariyan bikin lê pratîka wan a beriya niha dide nîşandan ku rewş gelek nayê guhertin.”
 
‘GEL DÊ DI HILBIJARTINAN DE BERSIVÊ BIDE’ 
 
Hesen, da xuyakirin ku hin derdor hewl didin hebûna xwe ya siyasî biparêzin û wiha berdewam kir: “Lê belê li hemberî pirsgirêkên neteweyî yên rêveberiya herêmê û êrîşên hewayî yên li hemberî herêmê bêdeng dimînin. Tirkiye bi sedan kîlometreyan axa Kurdistanê dagir kiriye û serweriya Iraqê binpê kiriye, lê tevî vê yekê jî hêj bêdeng in.”
 
Hesen, diyar kir ku gel partiyên dikevin hilbijartinan bi awayekî hişyar dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hilbijartinên dawî de ji ber ku baweriya gel bi Tevgera Goran nema, ew ceza kir. Tevgera Goran di hilbijartinên mezin de hezîmeteke mezin jiya. Gel êdî dizane dê di hilbijartinan de helwesteke çawa wergire û partiyan çawa ceza bike. PDK û YNK li ser pirsgirêkên netewî helwesteke xurt nîşan nadin. YNK di vê mijarê de piçekê jî be ji PDK’ê cudatir e. YNK, li dijî pirsgirêkên li her çar parçeyên Kurdistanê dest bi helwesteke baş kir. Lê PDK entegreyî siyaseta Tirkiyeyê bûye û li gorî wê tevdigere. Em ê bi hev re bibînin ku ev yek wê çawa bandorê li hilbijartinan bike.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

28/11/2023
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e