Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne 2023-11-27 09:20:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên hilbijartinên Meclisa Bajêr a Iraqê û Parlamentoya başûrê Kurdistanê nirxandin, bal kişandin ser girîngiya her du hilbijartinan.    Li Iraq û başûrê Kurdistanê tê plankirin ku di serdema pêş de dê du hilbijartinên krîtîk bên kirin. Di 18’ê kanûnê de dê hilbijartinên Meclisa Bajêr a Iraqê, di 25’ê sibata 2024’an jî dê li Herêma Kurdistana Federe hilbijartinên parlamentoyê bên kirin.    Tê payîn ku zêdetirî 23 milyonan hilbijêr dê tev li hilbijartinên Meclisa Bajêr a Iraqê (Ji bilî bajarên Herêma Kurdistanê) ku dê di 18’ê kanûnê de bên kirin bibin. Ji bo hilbijartina tê plankirin dê di 25’ê sibata 2024’an de bê kirin 3 milyon û 641 hezar û 566 hilbijêr, ji bo parlamentoya 111 kursiyên wê hene dê biçin ser sindoqan. Serlêdanên partî û koaslîsyonan ên ji bo hilbijartinên parlamentoyê dê 1’ê kanûnê kampanyayên namzetan jî dê di 13’ê kanûnê de dest pê bikin. Hilbijartinên ku 40 roj dema propogandaya wê heye, cara ewil wê di 23’ê sibata 2024’an de bi beşdariya hêzên ewlekariyê û rayedarên din ên hikûmetê pêk were. Piştî vê dengdayînê wê welatî di 25 'ê Sibatê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.   Rojnamevanên ji başûrê Kurdistanê Berhem Lafit û Tekoşer Hesen behsa hilbijartinên pêşwext û atmosfera herêmê kirin.   PDK Û YNEK DÊ CUDA BIKEVIN HILBIJARTINAN   Rojnamevan Behrem Latîf da zanîn ku dê li 14 bajarên ku Kerkuk û Mûsil jî di nav de ji bo endamên Meclisên Bajêr hilbijartin were kirin. Letîf diyar kir ku ji bo diyarkirina endamên Meclisên Bajaran ên li bajarên Kurdistanê di demeke cuda de hilbijartin hatine kirin û got ku tevî ku di ser hilbijartinên parlementoyê re 4 sal derbas bûne jî hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ji bo Herêma Kurdistanê nehatine kirin   Letîf anî ziman ku hilbijartinên Meclisên Bajaran ên Iraqê tu bandorê li ser hilbijartinên parlamentoyê nake ku di meha sibatê de li Kurdistanê werin lidarxistin û wiha got: “Niha hem Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hem Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) hem ereb hem jî tirkmen ji bo bi bandor bin xebatên xwe didomînin. Beriya niha jî kurdan li hev kiribûn ku li Kerkukê bi hevparî tevli hilbijartinê bibin. Lê nekarîn tifaqa xwe pêk bînin. PDK bi tena serê xwe dikevê, YNK jî wê bi koma Komunîst re tifaqê çêbike û bikeve hilbijartinan.”   KERKUK Û MÛSIL GIRÎNG IN    Letîf bi lêv kir ku hilbijartinên endamên Meclisên Bajaran ji bo Kerkuk û Mûsilê xwedî girîngiyeke taybet in û wiha berdewam kir: “Heke kurd di hilbijartinên Meclisên Bajaran de piraniyê bi dest nexin, dê valahiyeke mezin ji bo kurdan di rêvebirina bajêr de çêbibe û rola wan li Kerkukê kêm bibe. Tirkmen bi alîkariya Tirkiyeyê amadekariyên cuda dikin. Bi heman awayî ereb jî dixwazin serkeftineke din bi dest bixin û hêza kurdan kêm bikin. Li gorî wêneyê ku ji niha ve derketiye holê, dibe ku YNK ji komên din ên li Kerkukê serkeftineke baştir bi dest bixe. Li Kerkukê bandoreke zêde ya PDK nemaye. Piştî bûyerên sala 2017’an PDK îsal cara ewil vegeriya Kerkukê. Ev yek bandora PDK’ê ya li herêmê kêm dike. PDK’ê ji bo ku tirkmen li Kerkukê bi bandor bin bi YNK’ê re tifaq çênekir. Ji ber ku naxwaze YNK li Kerkukê bêhtir bi bandor be. Dîsa Mûsil xwedî girîngiyeke krîtîk e. Ji ber ku Mûsil ji bo Şengalê girîng e. Şengal girêdayî Mûsilê ye. PADÊ li Şengalê 4 namzetên xwe yên meclîsa bajar hene. Heke di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, hem wê xizmetên ji Şengalê re tên kirin hem jî ji bo siyaseta wê di dema pêş de bi bandor bin. Ji bo vê jî bang li rûspî, eşîr û welatiyan dike.”   ‘PDK BI DIZIYÊ DIKARE PIRANIYA DENGAN BI DEST BIXE’    Letîf, qala hilbijartina ku wê di 25’ê sibata 2014’an de li Herêma Kurdistanê bên kirin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên sala 2021’ê de ji sedî 70-75’ê gelê Başûr neçûn ser sindoqan. Dibe ku ev boykota herî mezin a di dîroka Herêma Kurdistana Federe û Iraqê de be û vê yekê bandorek mezin li ser dengên PDK’ê, YNK’ê û aliyên din kir. Lê belê di hilbijartinên parlamentoya herêmê de dibe ku herî zêde PDK dengan bistîne. Ji ber ku hilbijartin bi awayekî adil û rast nayên kirin. Hilbijartin bi sextekarî, dek û dolaban tên kirin. Dizîna dengan her tim di hilbijartinên  Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi bandor bûye. Heke hilbijartineke pê bawer bihata kirin, wê ti komeke heyî nikaribe bi awayekî xurt bikeve parlamentoyê. Dîsa PDK dikare bi rêya dizî û sextekariyê zêdetir dengan bistîne û di parlementoyê de piraniyê bidest bixîne. Piştî PDK’ê, YNK tê. Piştî kongreya dawî ya YNK'ê amadekariyek mezin ji bo hilbijartinan heye. Dixwaze di van hilbijartinan de bihêztir bibe.”   ‘LI BAŞÛR HILBIJARTIN NE EWLE NE’    Latîf, bal kişand ku gelê herêmê PDK’ê bi taybetî jî rêveberiya Mesrûr Barzanî naxwaze û wiha pê de çû: “Di van 4 salên dawî de Mesrûr Barzanî li hemû qadan gel hêrs kir. Li gelek qadên weke kêmasiya xizmetguzariyê, sînordarkirina azadiyan, girtina rojnamevanan kêm ma. Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistana Federal jî bi alîkariya hikumeta Mesrûr Barzanî pêk tê. Ev hemû bi awayekî neyînî ji aliyê gel ve tê pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê jî gel ji PDK’ê û Mesrûr Barzanî nefret dike. Lê hilbijartin wê dîsa jî li Herêma Kurdistana Federe guhertineke mezin bi xwe re neînin. Ji ber ku PDK di hilbijartinan de her tim diziyê dike û rêveberiyê werdigire. Heke hilbijartineke bi ewle were kirin dê PDK dê têk biçe. Gel ji siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ne memnûn e.”   RÊJEYA BOYKOTÊ ZÊDE YE   Latîf, sedemê ku çima hilbijartin li herêmê bi bandor nabin jî wiha vegot: “Ji ber ku avahiyên heyî bi hêza leşkerî ya di destê xwe de zehmetiyan derdixînin û li gorî xwe şikil didin hilbijartinan. Gel ji ber ku baweriya xwe bi guhertinê naîne, hilbijartinan boykot dike. Di van hilbijartinan de rêjeya boykotê ji ya hilbijartinên berê zêdetir e. Ji ber ku rewşa gel roj bi roj nebaştir dibe. Desthilata PDK’ê gel xistiye nava rewşeke geleke nebaş. Ev 2 meh in mamoste di boykotê de ne û perwerde sekiniye. 3 mehan carekê mûçeyên memûran tê dayîn. PDK jî ji ber siyaseta xwe ya heyî nikare bi Iraqê re tifaqê bike. Ambargoya Iraqê ya li dijî hikûmeta herêmê roj bi roj zêdetir dibe. Ev rewş encama siyaseta PDK’ê ye û gel dibe qurbanê vê siyasetê.”   ‘PDK POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ BI CIH TÎNE’    Letîf anî ziman ku PDK polîtîkayên Tirkiyeyê li herêmê bi cih tîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek li gelemperiya başûrê Kurdistanê neyîniyên siyasî, aborî û leşkerî diafirîne. Gel ji bo vê yekê li hemberî PDK’ê bi hêrs e. Di van hilbijartinan de PDK hîn jî dikare tişta dixwaze bidest bixe, lê belê ev yek wê ne bi rêya dengdana gel be, lê bi rêya sextekarî û dek û dolaban be. Di hilbijartinên beriya niha de 11 kursiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji 111 kursiyan pêk têk weke kota ji tirkmenan û kêmneteweyên din re dihate dayîn. Ev jî her tim li gorî berjewendiyên PDK’ê tevdigerin. Di van hilbijartinan de hewldanên rakirina kotayê hene. YNK'ê ji bo rakirina kotaya Tirkmenan serî li Dadgeha Federal a Iraqê da. Tê payîn ku ev serlêdan di meha kanûnê de bi awayekî erênî encam bigire. Betalkirina vê dê ji bo siyasata tirkmenan a li Başûr bibe darbeyek. Dîsa dê bandoreke zêde li siyaseta PDK’ê jî bike.”   LÎSTIKÊN HILBIJARTINÊ YÊN PDK’Ê    Rojnamevan Tekoşer Hesen jî anî ziman ku îddîaya PDK’ê ji bo ku di hilbijartinan de têk neçe pergalek ava kiriye berbelav e û kişand ku PDK plan dike ku bi senaryoyên cuda hilbijartinan derbas bike. Hesen ê derbarê vê mijarê de hilbijêr hişyar kirin, bal kişand ku ber bi hilbijartinê ve ji bo ku demokratîk bên dîtin dibe ku hin partî werin avakirin û anî ziman ku lê ev partî nabin xwedî bingeheke neteweyî.   TIRSA DESTHILATAN YA JI HILBIJARTINAN   Hesen destnîşan kir ku PDK û YNK ku li herêmê desthilat in dixwazin kursiyên xwe yên li parlementoyê biparêzin û wiha got: “Partiyên desthilat dixwazin di van hilbijartinan de bihêztir bibin û rewşa xwe ya herî xirab biparêzin. Ev partî ditirsin ku winda bikin. Ji ber vê yekê jî naxwazin hilbijartin bên kirin. Ev helwest ji bo her partiyên mezin jî derbasdar e. Ber bi hilbijartinê ve YNK’ê kongreya xwe li dar xist. Di vê kongreyê de di rêziknameya xwe de hin guhertin kirin. Bi vê yekê hewl didin ji bo hilbijartinan amadekariyan bikin lê pratîka wan a beriya niha dide nîşandan ku rewş gelek nayê guhertin.”   ‘GEL DÊ DI HILBIJARTINAN DE BERSIVÊ BIDE’    Hesen, da xuyakirin ku hin derdor hewl didin hebûna xwe ya siyasî biparêzin û wiha berdewam kir: “Lê belê li hemberî pirsgirêkên neteweyî yên rêveberiya herêmê û êrîşên hewayî yên li hemberî herêmê bêdeng dimînin. Tirkiye bi sedan kîlometreyan axa Kurdistanê dagir kiriye û serweriya Iraqê binpê kiriye, lê tevî vê yekê jî hêj bêdeng in.”   Hesen, diyar kir ku gel partiyên dikevin hilbijartinan bi awayekî hişyar dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hilbijartinên dawî de ji ber ku baweriya gel bi Tevgera Goran nema, ew ceza kir. Tevgera Goran di hilbijartinên mezin de hezîmeteke mezin jiya. Gel êdî dizane dê di hilbijartinan de helwesteke çawa wergire û partiyan çawa ceza bike. PDK û YNK li ser pirsgirêkên netewî helwesteke xurt nîşan nadin. YNK di vê mijarê de piçekê jî be ji PDK’ê cudatir e. YNK, li dijî pirsgirêkên li her çar parçeyên Kurdistanê dest bi helwesteke baş kir. Lê PDK entegreyî siyaseta Tirkiyeyê bûye û li gorî wê tevdigere. Em ê bi hev re bibînin ku ev yek wê çawa bandorê li hilbijartinan bike.”   MA / Omer Akin