Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e

  • rojane
  • 12:19 3 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Li navçeya Erdişê lêpirsîna ajokarê teqsiyê Zafer Ceyhan ê ku digotin di pevçûnê de hatiye kuştin ev 6 sal in bi awayekî nepen tê meşandin. Malbata ku hemû serlêdanên wan hatine redkirin, bi guman in ku bûyer weke kiryarên nediyar bimîne. 
 
Li navçeya Erdîşa Wanê di 28’ê îlona 2017’an de di nava teqsiyekê de Onder Polat ajokarê teqsiyê Zafer Ceyhan (45) hatin gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dan. Tu pêşketin di lêpirsîna 6 sal berê hatiye destpêkirin de çênebû. Dosyeya ku biryara nepen li ser e, tevî serlêdanên malbatê û gotinên şahidên bûyerê, tu pêşketin pêk nehat. Nayê zanîn bê ka îfadeyên polîsên tevgera taybet hatine girtin yan na. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo ronîkirina bûyerê, tim tên redkirin û sedema vê yekê jî biryara veşartî ya dosyeyê tê nîşandan. Serlêdana parêzeran a ji bo biryara veşartî were rakirin jî, ji hêla Dadgeriya Sûlh Cezayê jî hate redkirin. 
 
‘SERLÊDANÊN ME BÊENCAM MAN’
 
Birayê Ceyhan Nûrî Mursel Ceyhan anî ziman ku ew bi salan e serlêdanan dikin lê belê hemû serlêdanên wan bêencam mane. Ceyhan destnîşan kir ku ew bi salane têkoşîna edaletê didim meşandin lê belê edalet pêk nehatiye û got: “Êdî em dixwazin ev bûyer were ronînkirin. Di salên ewil de dê, bav û hevjîna birayê min tim diçûn edliyeyê û serlêdana sûc dikirin lê belê hemû bêencam man. Piştre me jî serlêdan kir. Ji ber sozgerê dosyeyê tim diguhere, kê tê dosyeyê dide sekinandin. Ev çend sal e em li benda pêkanîna edlaetê ne lê belê nayê pêkanîn. Têkildarî mijarê tu bersivê jî nadin me. Ji bo ku em biçin Dadgaha Mafê Mirovan a Ewropayê jî divê pêvajoyek hebe lê belê ev yek jî qet dest pê nake.”
 
‘RAPORA OTOPSIYÊ NEDAN’
 
Ceyhan diyar kir ku ew nizanin bê ka lêpirsîn di çi astê de ye û wiha berdewam kir: “Daxwaza me vekirina lêpirsînê ye. Birayê me bêsûc e û ji nêz ve hate kuştin. Ew texsîvan bû. Wekî ku hatiye gotin, li wir ne pevçûn ne jî tiştek din hate jiyîn. Heke cihê bûyerê were lêkolînkirin, dê ev yek zelal bibe. Birayê min ji wesayîtê sax hate derxistin û hate kuştin. Ev bûyer li pêş çavê her kesê pêk hat. Gelek kesên li derdor jî şahidiya vê yekê kirin. Şahidên bûyerê jî, înfaza hatiye kirin vedibêjin. Tevî ku çend sal ser bûyerê derbas bûn, encamên otopsiye nadin me. Ji ber di otopsiyê de dê derbikeve ku birayê min ji nêz ve hatiye kuştin. Ji ber vê yekê rapora otopsiyê nadin me.”
 
‘BILA WEK FAÎLÊ WÊ NEDIYAR NEYÊ HIŞTIN’
 
Ceyhan bilêv kir ku ew ji bo tiştên hatine jiyîn werin ronîkirin, ji saziyên mafên mirovan piştgirî xwestine û wiha lê zêde kir: “Bila tiştên birayê min jiyaye, wek faîlê wê nediyar neye hiştin. Em dixwazinên di vê mijarê de herkes çi dikeve ser mile wan bilanî bikin û ji bo destpêkirina lêpirsînê ked bidin. 
 
DERBARÊ BÛYERÊ DE
 
Li taxa Sulû ya navçeya Erdîşa Wanê di 28’ê îlona 2017’an de di texsiyekê de Onder Polat û texsîvan Zafer Ceyhan bi gulebaranê hatibû kuştin. Walîtiya Wanê têkildarî bûyerê di roja ewil de ev daxuyanî dabû: “Tu terorîst di pevçûnê de hatin kuştin.” Dema hat fêmkirin ku yek ji kesên hatine kuştin texsîvan e jî, ev daxuyanî hatibû dayîn: “Kesê di navbera çiya û bajêr de têkiliyê datîne.”
 
Şeva ku bûyer lê qewimîbû, şahidekî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û ev tişt anîbû ziman: “Piştî hatina texsiyê, min dît ku wesayitên leşkerî hatin. 200-300 metre pêş de wesayît sekinî û yên tê de reviyan. Dema ku xwediyê wesayîtê ber bi polîsan ve hat, polîsan wesayît dan sekinandin. Gelek polîs û polîsên tîmên taybet li şifêrê texstiyê re bi dengekî bilind axivîn û dirêjî erdê kirin. Piştî dengê çend guleyan min bihîst ku polisan bi dengekî bilind van pirsan dikirin, ‘Navê te çi ye, navê bavê te çi ye? Çavên xwe veke, bersiv bide!’ Hê ku kesê li erdê bersiv nedabû, dengê teqîna çend guleyan hat. Hê ku du deqe derbas nebûbûn dengê qêrîna kesê li erdê hat. Min nedît ku çend kes ji erebeyê peya bûn lê belê kesek direviya. Kesê nêzî 200 metreyan ji erebeyê dûr ketibû jî girtin. Kesê ku girtin jî kuştin. Texsiya ku min dîtibû, bi rengê xwe ve zer bû. Çend saet piştî bûyerê vînç hat û texsiyê bir. Leşker jî ji wir çûn. Serê sibê dora saet 05.00’an ez bûm şahid ku 2 cenaze ji taxê birin.” 
 

Sernavên din

06/10/2023
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin