Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e 2023-10-03 12:19:19   WAN - Li navçeya Erdişê lêpirsîna ajokarê teqsiyê Zafer Ceyhan ê ku digotin di pevçûnê de hatiye kuştin ev 6 sal in bi awayekî nepen tê meşandin. Malbata ku hemû serlêdanên wan hatine redkirin, bi guman in ku bûyer weke kiryarên nediyar bimîne.    Li navçeya Erdîşa Wanê di 28’ê îlona 2017’an de di nava teqsiyekê de Onder Polat ajokarê teqsiyê Zafer Ceyhan (45) hatin gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dan. Tu pêşketin di lêpirsîna 6 sal berê hatiye destpêkirin de çênebû. Dosyeya ku biryara nepen li ser e, tevî serlêdanên malbatê û gotinên şahidên bûyerê, tu pêşketin pêk nehat. Nayê zanîn bê ka îfadeyên polîsên tevgera taybet hatine girtin yan na. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo ronîkirina bûyerê, tim tên redkirin û sedema vê yekê jî biryara veşartî ya dosyeyê tê nîşandan. Serlêdana parêzeran a ji bo biryara veşartî were rakirin jî, ji hêla Dadgeriya Sûlh Cezayê jî hate redkirin.    ‘SERLÊDANÊN ME BÊENCAM MAN’   Birayê Ceyhan Nûrî Mursel Ceyhan anî ziman ku ew bi salan e serlêdanan dikin lê belê hemû serlêdanên wan bêencam mane. Ceyhan destnîşan kir ku ew bi salane têkoşîna edaletê didim meşandin lê belê edalet pêk nehatiye û got: “Êdî em dixwazin ev bûyer were ronînkirin. Di salên ewil de dê, bav û hevjîna birayê min tim diçûn edliyeyê û serlêdana sûc dikirin lê belê hemû bêencam man. Piştre me jî serlêdan kir. Ji ber sozgerê dosyeyê tim diguhere, kê tê dosyeyê dide sekinandin. Ev çend sal e em li benda pêkanîna edlaetê ne lê belê nayê pêkanîn. Têkildarî mijarê tu bersivê jî nadin me. Ji bo ku em biçin Dadgaha Mafê Mirovan a Ewropayê jî divê pêvajoyek hebe lê belê ev yek jî qet dest pê nake.”   ‘RAPORA OTOPSIYÊ NEDAN’   Ceyhan diyar kir ku ew nizanin bê ka lêpirsîn di çi astê de ye û wiha berdewam kir: “Daxwaza me vekirina lêpirsînê ye. Birayê me bêsûc e û ji nêz ve hate kuştin. Ew texsîvan bû. Wekî ku hatiye gotin, li wir ne pevçûn ne jî tiştek din hate jiyîn. Heke cihê bûyerê were lêkolînkirin, dê ev yek zelal bibe. Birayê min ji wesayîtê sax hate derxistin û hate kuştin. Ev bûyer li pêş çavê her kesê pêk hat. Gelek kesên li derdor jî şahidiya vê yekê kirin. Şahidên bûyerê jî, înfaza hatiye kirin vedibêjin. Tevî ku çend sal ser bûyerê derbas bûn, encamên otopsiye nadin me. Ji ber di otopsiyê de dê derbikeve ku birayê min ji nêz ve hatiye kuştin. Ji ber vê yekê rapora otopsiyê nadin me.”   ‘BILA WEK FAÎLÊ WÊ NEDIYAR NEYÊ HIŞTIN’   Ceyhan bilêv kir ku ew ji bo tiştên hatine jiyîn werin ronîkirin, ji saziyên mafên mirovan piştgirî xwestine û wiha lê zêde kir: “Bila tiştên birayê min jiyaye, wek faîlê wê nediyar neye hiştin. Em dixwazinên di vê mijarê de herkes çi dikeve ser mile wan bilanî bikin û ji bo destpêkirina lêpirsînê ked bidin.    DERBARÊ BÛYERÊ DE   Li taxa Sulû ya navçeya Erdîşa Wanê di 28’ê îlona 2017’an de di texsiyekê de Onder Polat û texsîvan Zafer Ceyhan bi gulebaranê hatibû kuştin. Walîtiya Wanê têkildarî bûyerê di roja ewil de ev daxuyanî dabû: “Tu terorîst di pevçûnê de hatin kuştin.” Dema hat fêmkirin ku yek ji kesên hatine kuştin texsîvan e jî, ev daxuyanî hatibû dayîn: “Kesê di navbera çiya û bajêr de têkiliyê datîne.”   Şeva ku bûyer lê qewimîbû, şahidekî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û ev tişt anîbû ziman: “Piştî hatina texsiyê, min dît ku wesayitên leşkerî hatin. 200-300 metre pêş de wesayît sekinî û yên tê de reviyan. Dema ku xwediyê wesayîtê ber bi polîsan ve hat, polîsan wesayît dan sekinandin. Gelek polîs û polîsên tîmên taybet li şifêrê texstiyê re bi dengekî bilind axivîn û dirêjî erdê kirin. Piştî dengê çend guleyan min bihîst ku polisan bi dengekî bilind van pirsan dikirin, ‘Navê te çi ye, navê bavê te çi ye? Çavên xwe veke, bersiv bide!’ Hê ku kesê li erdê bersiv nedabû, dengê teqîna çend guleyan hat. Hê ku du deqe derbas nebûbûn dengê qêrîna kesê li erdê hat. Min nedît ku çend kes ji erebeyê peya bûn lê belê kesek direviya. Kesê nêzî 200 metreyan ji erebeyê dûr ketibû jî girtin. Kesê ku girtin jî kuştin. Texsiya ku min dîtibû, bi rengê xwe ve zer bû. Çend saet piştî bûyerê vînç hat û texsiyê bir. Leşker jî ji wir çûn. Serê sibê dora saet 05.00’an ez bûm şahid ku 2 cenaze ji taxê birin.”