'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'

  • rojane
  • 19:45 24 Îlon 2024
  • |
AMED/ŞIRNEX - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê serdegirtin û binçavkirinên li hember MED-DER û Payîz Pirtûkê de daxuyanî da û got: “Em dixwazin ku astengiyên li pêş xebatên Kurdî bên rakirin.” Hevserokê Komeleya Birca Belek Cahit Akil jî got: "Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ne."
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê serdegirtina Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûkê de, li Deriyê Çiqyê Qada Şêx Seîd daxuyanî da. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn.  Pankarta ‘Zimanê me hebûna me ye’ hat vekirin û metna daxuyaniyê berdevkê demî yê Hejmar Yek a Egîtîm Senê Faruk Ercan xwend.
 
Di daxuyaniyê de balkişandin ser serdegirtina di saetên sibehê de hatiye kirin û wiha hat gotin: “Me hîn bûn ku saetên serêsibê êrîşê li ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û pîrtûkfiroş PAYÎZ PIRTÛKê kirin û piştî re jî avêtin li ser malên rêveber û mamosteyên MED-DER’ê û xebatkarên PAYÎZ PÎRTÛKê û gelek hevalên me hatin binçavkirin.Me îro bi zelalî fêm kir ku tifaqa AKP-MHP ê bi nêzîkatiyên qedexeker û mêtinger di polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî ziman û çanda Kurd de israr dike. Heta 100 sal berê Anatolya û Mezopotamya erdnîgariyên dewlemend bûn ku ji aliyê pirzimanî û pirçandiyê ve hatibûn pêşxistin, lê ji ber polîtîkayên redkirin û asîmîlasyonê yên 100 salî ev erdnîgariyên qedîm kirin goristana çandî. Sedema krîza ehlaqî û çandî ya ku îro pêş dikeve jî ev e. Ziman û çanda kurdî bi kûrahî û dewlemendiya xwe ya dîrokî ve vejîna herî mezin li hemberî van polîtîkayên asîmîlasyonîst, redkirinê nîşan daye û îro jî weke zimanekî ku nêzî 50 milyon kurdên cîhanê bikar tînin û dijî.”
 
‘FÊDEYA VAN PÊKANÎNAN JI KESÎ RE TUNE YE'
 
Di berdewamiyê de hat diyarkirin ku nokteya ku faşîzm gihiştiyê, bi polîtîkaya wêran û tûnekirina çandê, bi taybetî jî li dijî çanda Kurdan derdikeve holê. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “ Li rojavayê Tirkiyeyê karker û ciwanên bi kurdî Diaxêvin  tên lînçkirin; Di bin zextên darazê de hewl tê dayîn ku li muzîka kurdî guhdarîkirin û gowend bê girtin, mîna ku sûc be; navên hişyariyê yên ku li cadeyan ji bo peyayan ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bi zimanê zikmakî yê gel hatine amadekirin, tên jêbirin û tên astengkirin. Ev pêkanîn û pêkanînên bi vî rengî dê bi kêrî tu kesî û bi taybet bi kêrî hikûmetê nayê. Çawa ku berê bi kêrî tu kesî nehatibû guhertina navên gund û bajarên herêma Kurdistanê û qedexekirina navên kurdî li zarokên xwe. Berovajî vê yekê dê zêdetir zirarê bide aştî û aştiya di navbera gelan de û civakê tengav bike.”
 
Di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin: “Ger mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ku îfadeya herî zelal a newekheviya civakî ye, hê jî nayê qebûlkirin û zimanê herî qedîm ê vê erdnîgariyê di meclîsê de weke "Zimanê nenas û nayê zanîn" were pênasekirin, divê li Tirkiyeyê kes behsa hemwelatîbûna wekhev neke.Em hewldana desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo qirkirina gelê Kurd bi qirkirina çand û zimanê Kurdî dibînin. Ya ku tê meşandin faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in bi ziman û çandê re têdikoşin. Tevî polîtîkayên qirkirina çandî ku pergala êrîşên nijadî ne jî ev têkoşîn wê ti carî nesekine.
Her civak hebûna xwe li ser ziman û çanda xwe ava dike. Ji holê rakirin, dizîn an jî desteserkirina vî mafî hem îmkanên demokrasiyê û hem jî yên aştiyê ji holê radike.”
 
‘BILA ASTENGÎ BÊN RAKIRIN'
 
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Ji ber vê yekê em bang li hikûmeta AKP-MHPê dikin ku dev ji polîtîkayên li ser ziman û çanda Kurdî berde, ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê, Tirk, Kurd,Erep,Laz,Çerkez û hemû gelên din. Di hawîrdoreke aştî, demokrasî û dewlemendiyê de bijîn û aştiya civakî ji nû ve ava bikin. Dîsa em weke hêzên ked û demokrasiyê daxwaz dikin ku hevalên me yên îro saetê serê sibê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û li ser çand û zimanê Kurdî xebatên xwe dimeşînin demildest serbest bên berdan û astengiyên li pêşiya xebata wan bên rakirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘bê ziman jiyan nabe’, ‘bê Kurdî jiyan nabe’, ‘zimanê me rumeta me ye’ bidawî bû.
 
ŞIRNEX
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, tekildarî serdegirtinên li ser sazî û dezgeyên zimanê kurdî û binçavkirinan li ber avahiya xwe ya navçeya Cizîrê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnex û navçeyên wê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û nûnerên saziyên sivîl ên li Şirnexê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseya beşdarî daxuyaniyê bibûn pankarta ku li ser, "Em êriş û zextên li ser sazî û dezgehên zimanê kurdî şermezar dikin" dinivisî û dovizên li ser, "Zimanê me hebûna me ye", "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanekî azad jiyaneke azad" dinivisî hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil ve hat xwendin. Akil bi lêv kir ku di encama serda girtina Saziyên zimanê kurdî û pirtûkxaneya Payîzê de gelek xebatkarên zimanê kurdî hatinê binçavkirin û wiha got: "Em baş dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in. Ev êriş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê kurdî, perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî ne. Em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ne."
 
'ZIMANÊ KURDÎ XETA ME YA SOR E'
 
Akil destnîşan kir ku ew ê li dijî êrişan heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî em careke din tînin bîra wan ku zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e. Xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrişên li ser zimanê kurdî ne tenê êrişên li ser me kurdan in, di heman demê de êrişên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne. Me li dijî tu zext û êrişan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin."
 
'ÊRIŞ PARÇEYEKÎ TECRÎDE NE'
 
Akil di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku serdagirtina li ser saziyên ziman yek jî parçeyekî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha pê dê çû: "Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin; li şûna êrişan hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, zimanê fermî û xwedî statu di makezagona xwe de guhertinên pêwîst pêk bînin. Em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz. zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin."
 
Piştrê jî parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Aslan bi lêv kir ku ew ê li diJî êrişan têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha got: "Wezîrê wan tê Amedê dibêje kurdî ya Feqî Teyran jî ya me ye. Li Amedê Kurd in li Enqerê tirk. Ew dûritiya wan ne cara yekemin e. Em ê li dijî van êrişan li her derê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Gelê kurd wê bi xwedî derketina ziman, çand û saziyên xwe van êrişan vala derxîne."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên, "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.
 

Sernavên din

20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê - HATE NÛKIRIN
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin