DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne

  • rojane
  • 12:57 16 Îlon 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê û MKGP'ê ji bo piştgiriya 16 rojnamegerên girtî li çend bajaran daxuyanî dan û di daxuyaniye de destnîşan kirin ku 16 rojnamegerên girtî ji ber nûçeyên xwe 3 meh in di girtîgehê de ne û gotin: “Em careke din diqêrin û dibêjin em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û em bang li hemû kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê.”
 
 
Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG) û Platfoma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo piştgiriya 16 rojnamegerên di 8'ê hezîranê de bi serdegirtina malan li Amedê hatin binçavkirin û di 16'ê hezîranê de hatin girtin li Amed, Wan û Mêrsînê daxuyanî dan û ji rojnamevanan re qert, name û pirtûk şandin. 
 
 
 
AMED 
 
Endamên DFG'ê û MKGP'ê li ber PTT ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, endam û rêveberên HDP'a Amedê û gelek rojnamegêr tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta ku wêneyên rojnamegeran li ser hebû û nivîsa “Çapameniya Azad nayê bedêng kirin” li ser dinivisî hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê Rojnamegêr Roza Metîna metna kurdî, Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû jî metna tirkî xwend. 
 
16 ROJNAMEGER 3 MEH IN DI GIRTÎGEHE DE NE
 
Roza Metîna bi bîr xist ku di 16’ê hezîranê de li dijî rojnamegerên kurd operasyonek pêk hat û 20 jê rojnameger 22 kes biserdegirtina malan hatin binçavkirin. Metîna, bi lêv kir ku di çarçoveya vê operasyonê de bi ser şîrketên JinNews, Pel, Piya û Arî Produksiyonê de hat girtin û polîsan dest danîn ser wênekêş, kamera, kompîtur û hard dîskên kompîtûran. Metîna, anî ziman ku piştî binçavkirina 8 rojan 16 rojnamegerên kurd hatin girtin û wiha got: “Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn, bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin.”
 
‘BILA HEMÛ KES BIBE HEVPARÊ VÊ TEKOŞÎNE’
 
Metîna destnîşan kir ku di dema îfadeya dozger û dadgeriyê ya 16 rojnamegeran de nûçe û bernameyên televizyonê yên rojnamegeran çêkirine wekî sûc hatine nîşandan. Metîna, anî ziman ku îro ji bo piştgiriye bidin 16 rojnamegerên ku ev 3 meh in ji azadiya xwe bêpar tên hatine hiştin, kombûne û axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku bi ser girtina hevalên me yên rojnameger 3 meh derbas bûn jî hîn lêpersîna derbarê wan de nehatiye temamkirin û îdianame nehatiye amadekirin. Her wiha ji bo girtina hevalên me yên rojnameger jî îtiraz hatibû kirin lê belê ji bo van îtirazan jî bersiva neyînî hat dayin. Divê di demeke kurt de îdianame bihata amadekirin û hevalên me bihatana berdan. Em careke din dibêjin ku li cihekî ku çapemenî lê ne azad be em nikarin li wir behsa azadiyê bikin. Em dîsa banga xwe ya berdana 16 hevalên me yên rojnameger û hemû rojnamegeran dubare dikin. Em di şexsê 16 hevalên xwe yên rojnameger ku ji ber nûçe û bernameyên çêkirine wekî sûcdar tên dîtin de, bang li herkesî dikin ku rojnamegeriyê biparêzin. Em careke din diqêrin û dibêjin em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne û em bang li hemû kesî dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê.”
 
‘DESTHILAT HIQÛQÊ BINPÊ DIKE’
 
Dû re berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî. Gunay, diyar kir ku ew jî ji bo piştgiriye bidin rojnamegerên girtî tev li daxuyaniye bûne û ev tişt anîn ziman: “Desthilatdar kengî dest bi konsepta şer dike û dixwaze heqîqetê veşêre bi taybetî rojnamegerên kurd êrişî çapemeniya azad dike. 3 meh bi ser girtina rojnamegeran re derbas bû lê hêj jî îdianame nehatiye amadekirin, ew jî bi awayekî şênber nîşan dide ku rojnameger bi komployê hatine girtin. Ji xeynî nûçeyan tiştekî ku bikin delîl tune ye. Lê desthilat weke hemû darizandinên bi komployê, pêvajoya amadekirina îdianameyê veguherandiye îşkenceyê û operasyona tolhildanê û hiqûqê binpê dike.”
 
SEDEMA ÊRIŞÊN ÇAPEMENIYA AZAD
 
Gunay, destnîşan kir ku piştî ku rojnamegêr hatin girtin desthilatê li her derê êriş dan destpêkirin û got: “Bi destê desthilatê li her derê komkujî çêdibin. Ew jî bi awayekî vekirî sedema êrişên çapemeniya azad dide nîşan dan. Helbet êrişên li ser rojnamegerên kurd nû nînin lê rojnamegerên ku li ser rêya heqîqetê ne, wan mîrateya Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz û Metîn Goktepe dewr girtine, ji ber wê ew ê tucar serî netewînin. Em li vir carek din dibêjin ku rojnamegerî ne sûce, hevalên me yên rojnamegêr demildest berdin.”
 
Piştî axaftinan girseyê dirûşmeya, ‘Çapameniya azad naye bêdengkirin’ berz kirin û daxuyanî bi şandina name, qert û pirtûkan bi dawî bû.
 
MÊRSÎN
 
Endamên DFG’ê û MKGP’ê bi armanca piştevaniya 16 rojnamevanan li Şaxa Sûkê ya PTT’a Mêrsînê hatin gelhev û qert û pirtûk şandin. Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan, Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştgirî dan rojnamevanan. Rojnamevan Mahmût Sonmez ê daxuyanî da, diyar kir ku bi ser girtina rojnamevanan re 3 meh derbas bûn û xwest rojnamevan bên berdan. 
 
‘EM LI PIŞT ROJNAMEVANÊN KURD IN’
 
Pişt re parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ê axivî, diyar kir ku ji bo desthilat çapemeniya kurd bêdeng bike tişta ji destê wê tê dike û wiha got: “Em li pişt rojnamevanên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên disekinin.” Ocalan, bi bîr xist ku duh doza Apê Mûsa li Enqereyê pêk hat û wiha berdewam kir: “Em di dozê de bi xetereya demboriyê re rûbirû ne. Di 20’ê îlonê dema wê diqede û di 21’ê mehê dadgeh biryarê bide. Zextên beriya 30 salan ên li ser çapemeniyê niha jî berdewam dikin. Çi sûcê rojnamevanên li Amedê hatine girtî heye? Çapemeniya azad ji gotin, nûçe nivîsandin û girtina mîkrofonê zêdetir çi guneh kiriye.”
 
Rojnamevanan dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” berz kirin û ji hempîşeyên xwe yên girtî re pirtûk û name şandin. 
 
WAN
 
Endamên DFG’ê û MKGP’ê li Postexaneya Navendî ya Wanê ji rojnamevanan re qert û pirtûk şandin. Daxuyaniya ku rojnamevanan xwest li pêş PTT’ê bidin jî bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê heye destûr nehat dayîn. Rojnamevanan ji bo rojnamevanên girtî bên berdan bang kirin. 
 
 

Sernavên din

16/09/2022
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî