'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'

  • rojane
  • 09:02 16 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Gelê Amedê têkildarî Meşa Çiyayê Cûdî axivîn û bertek nîşanî qirkirina daran dan. Welatiyan got ku birîna her darekê tê wateya qetilkirina mirovekî. 
 
Zêdetirî 2 sal in li herêmên Şirnexê di bin navê “ewlekariyê” de û di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi taybet jî rojane li deverên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên herêma Bestayê bi dehan TIR’ên daran tên birîn û ber bi bajarên din ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve tên veguhestin. Qirkirina xwezaya Şirnexê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rastî bertekên tund ên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û gel hat. Bi mebesta darizandina kesên tiliya wan di birîna daran de heyî û pêşîlêgirtina talanê, baroyan jî serlêdanên hiqûqî kirin. Li gel hemû hewldanan jî talana bi kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin bênavber domiya. 
 
Ji bo pêşîlêgirtina talankirina xwezaya Şirnexê û parastina ekolojiye, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 17’ê îlonê de li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Em li dijî wêraniya şer û talankirina xwezayê dimeşin” meş tê lidarxistin. Tê payîn ku ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes beşdarî meşê bibe. Yek ji van bajaran jî Amed e. Gelê Amedê têkildarî qirkirina xwezayê û Meşa Çiyayê Cûdî bi ajansa me re axivî. 
 
‘HER DAREK MIROVEKE’
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Seyfedîn Gul (60) axivî û got ku Meşa Çiyayê Cûdî ji bo pêşîlêgirtina talana xwezayê dê bibe bertekeke baş. Bi domdarî Gul bi lêv kir ku hewceye gel dengê xwe bilind bike û li hemberî vê talanê derbikeve. Gul, wiha berdewam kir: “Her darek mirovek e. Di navbera wan de tu ferq tune ye. Kesekê darekî bibire her we ye ku mirovek qetil kiriye. Em bi saya daran bêhnê digirin. Heke îro dar bên tunekirin, jiyana mirovan jî bi dawî dibe. Kesên ku van daristanan dibirin ne mirovin. Ev wehşete. Ji bo jiyanê divê em daran nebirin lê daran biçînin. Jixwe germbûna kurewî bandoreke giran li jiyana mirovan dike û heke dar jî bên tunekirin, jiyan êdî namîne. Çima gava li Anatoliyayê şewatek derdikeve dinyayê xerab dikin lê dema tên darên me dibirin û dişewitînin kesek dengê xwe nake? Ev kar, ne karê mirovahiyê ye.”  
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN’
 
Ji şêniyên Amedê Sevdîn Kaçmaz (19) jî bertek nîşanî talankirina xwezaya Kurdistanê da û got ku divê hemû kes li dijî vê talanê rabe ser pêyan. Kaçmaz, bi domdarî bi lêv kir ku birîna daran xetereyeke mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daristan ji bo bêhngirtinê gelek girîng e. Dewlet wan daran dibire lê dê li şûna wan çi deyne? Heke ji bo pêşîlêgirtina vê talanê miting an jî meşek bê lidarxistin, ez ê li pêşiya her kesî bimeşim. Bila gelê me xwedî li xwezaya xwe derbikeve. Hewceye em werin ba hev û bi mitîng û meşan rabin ser pêyan. Em wisa dikarin wan rawestînin.”
 
‘EM DIXWAZIN HER KES TEV LI MEŞÊ BIBE’ 
 
Ji xelkê bajar Adem Bayrak jî bal kişand ser girîngiya meşê û wiha got: “Diviya bû ev meş di demên zûtir de bihata lidarxistin. Daxwaza min ji gel ew e ku hemû beşdarî meşê bibin. Dema daristanên Kurdistanê tên şewitandin, dilê me tevan jî dişewite. Daxwaza me ew e ku ji vê demê û şûnda neyên şewitandin. Heke gel beşdarî meşê bibe, dê bigihije armanca xwe.” 
 
‘DIVÊ EM RÛMETA XWE NEDIN BINPÊKIRIN’
 
Welatiyê bi navê Emrûllah Can bi lêv kir ku hewceye her dem gel hemberî qirkirinê derbikeve. Can, li dijî qirkirina xwezayê bang li kir û axaftina xwe wiha qedand: “Bila gelê me rûmeta xwe nede binpêkirin. Divê em bi vê meşê berteka xwe nîşan bidin. Her tim xwezaya me talan dikin. Ji bo pêşîlêgirtina vê talanê hewcehî bi vê meşe heye.” 
 
Herî dawî jî welatiyê bi navê Kemal Dursun bertek nîşanî talankirina xwezayê da û ev tişt anî ziman: “Divê her kes bikare tev li meşê bibe. Bi rêbazên demokratîk dikare gelek meşen baş bên lidarxistin. Hewceye ev talan bikeve rojevê û em xwedî li xwezaya xwe derbikevin.” 
 
MA/ Mehmet Guleş
 

Sernavên din

16/09/2022
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome
10:06 Di navbera Azerbaycan-Ermenistanê de şer: 99 leşker hatin kuştin
09:57 Niştecihên mezraya Bîra Zeynayê heqê ceyrana neyî didin
09:35 Berdevka YPJ'ê Mihemed: Cîhan tenê temaşe dike
09:30 Li quntarê Bestayê çêkirina dimsê dest pê kir
09:01 Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî