Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve

  • rojane
  • 09:03 11 Îlon 2022
  • |
img
RIHA - Berxwedêrên dema 12'ê Îlonê diyar kirin ku darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê îro jî bi pêkanînên xwe dewam dike û gotin: "Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve."
 
Di ser darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’yan re 42 sal derbas bûn. Di dema vê darbeyê de ku enqazek mezin li dû xwe hişt, bi hezaran kes hatin binçavkirin, zêdetirî milyonek kes hatin reşkirin û bi sedan cinayetên kiryar nediyar çêbûn. Ji bajarên derbek giran ji darbeyê xwarin yek jê jî Riha bû. Li Rihayê ku tevgera azadiya kurd lê geş û gur bû, bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin.
 
Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an a Rihayê Vahît Akgûn (59) ku di dema darbeyê de hatiye girtin û 2 salan di Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an de maye û endamê înîsiyatîfê Ahmet Konûr (62) têkildarî armanca Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an û 12'ê Îlonê vegotin.
 
Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an a Rihayê Vahit Akgun ku di 12'ê Îlonê de dema xwendekarê lîseyê bûye di 17 saliya xwe de hatiye binçavkirin diyar kir ku armanca 12'ê Îlonê şikandina hêzên çep, muxalif û demokrasiyê û tasfiyekirina tevgera azadiyê ya kurdan bûye. Akgun destnîşan kir ku beriya 12'ê Îlonê li Cirnê Reş, Sêwreg, Hewang û Wêranşarê li dijî feodalan têkoşînek hebûye û got: “Tevgereke ciwanan a girseyî hebû. Dema ku 12’ê Îlonê hat, herî zêde binçavkirin û girtin li Rihayê pêk hatin. Li Rihayê zêdeyî hezar kes hatin binçavkirin. Li doza sereke ya Rihayê ya PKK hebû, lê ji bilî vê Sêwreg cuda, Cirnê Reş cuda bû, Hewang-Xelfetî, Wêranşar, Pirsûs û Bêrecûk komên cuda bûn. Di her komê de nêzî 200 kes hebûn."
 
‘RIHA NAVENDA ÎŞKENCEYÊ BÛ'
 
Akgun diyar kir ku ew 40 rojan li Rihayê di binçavan de maye û got: “Dema 12’ê Îlonê hat, me ew bi mantiqa wê rojê baş fêm nekir û me pir paxav pê nekirin. Me nizanibû dê hovîtiyek wiha bê kirin. Ew qas binçavkirin hebûn ku mirov li tûgayê di hundirê hêwana sporê de dihatin girtin. Kom bi kom, 30-40 kes dibirin lîsyea pîşeyî ya keçikan ku wir kiribûn îşkencexane. Li wir lêpirsîn dihat kirin û paşê mirov dişandin Amedê û li şûna wan hin kesên din dianîn. Di 12’ê Îlonê de Riha navenda îşkenceyê bû. Îşkence bi mehan dewam dikir. Piştî Rihayê em 40 rojan li Amedê jî di bin çavan de man. Ji bo dewsa îşkenceyê jê biçe em didan sekinandin. Paşê ji aliyê dadgeha eskerî ve hatim girtin û min şandin Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an."
 
‘LI BER XWE DA'
 
Akgun bilêv kir ku îşkence li girtîgehê dewam kiriye û piştî wî şandine girtîgehê tevî 9 kesan 35 rojan di hucreyeke yekkesî de maye û got, tenê nanekî somin û çoçikeke xwarin didan 9 kesan û radestî li girtiyan dihat ferzkirin. Akgun bibîr xist ku di Adara 1981’ê de ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Mazlûm Dogan li dijî teslîmiyetê berxwedanek daye destpêkirin û got: “Wê demê dadgehên doza sereke jî dest pê kirin û teslîmiyet li mirovan dihat ferzkirin. Li gel îşkence, tecrîd û îzolasyonê jî teslîmiyeteke ruhî tune bû. 12’ê Îlonê tam negihîşt armanca xwe. Tevgera kurd li ber xwe da û bi berxwedaneke xurt rabün ser pöyan."
 
‘TESLİMIYET HAT SEROBINOKIRIN'
 
Akgun anî ziman ku Esat Oktay Yildiran ê ku li girtîgehê pêkanînên dijmirovahî û îşkenceyek giran li girtiyan kiriye ji wan re gotiye "Çawa gava ku Serîhildana Agiriyê hat şikandin li girê Çiyayê Agiriyê li ser gora ji betonê hatiye nivîsandin Kurdistana xeyalî li vir veşartiye, ez ê jî tevgera azadiyê ya kurd li nav betonên Girtîgeha Amedê veşêrim û careke din dê tu kes li ser navê kurdan serî raneke" û axaftina wiha dewam kir: “Bi taybetî bi berxwedana ku Mazlûm Dogan di Adara 1982’yan de gur kir û bi çaran û rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê gurtir bû, teslîmiyet hat serobinokirin û li derve ruhê berxwedanê afirî. Ev ruh û berxwedan bû sedema geşedanên nû.” 
 
Akgun bilêv kir ku pêkanîn 12’ê Îlonê û hiqûqa wê niha jî didome û got: “Tenê berxwedan dikare teslîmiyetê têk bişikîne. Divê tu kes teslîmiyetê qebûl neke û ji bo serketinê divê li ber xwe bidin."
 
‘NE JI TEVDÎRAN BÛNA DÊ ÎRO RO TÊKOŞÎN TUNE BÛYA'
 
Ahmet Konûr ê di 12'ê Îlonê de hatiye girtin û 2 salan di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an de maye jî diyar kir ku 12'ê Îlonê negihiştiye armanca xwe û bal kişand ser berxwedana tevgera azadiyê ya kurd. Konûr anî ziman ku ew beriya 12'ê Îlonê li Rihayê di nava tevgera ciwanan de bi awayekî aktîf xebitiye û got: “Ji ber ku li Kaniyaxezalan lîse tune bû ez li Rihayê çûm lîseyê. Wê demê ciwanên ku ji gundan dihatin Rihayê xwedî li têkoşînê derdiketin. Li navendê pergaleke faşîst hebû û li dijî vê jî têkoşîn hebû. Berxwedana ku li navendê dest pê kir piştre li navçeyan belav bû. Bi berxwedanên li Hîlwan û Sêwregê re hîmên tevgera azadiyê hatin çêkirin. Hatina 12'ê Îlonê diyar bû. Yên ku vê yekê fêm kiribûn hebûn. Bûyera li Çorumê nîşaneya vê yekê bû. Yên ku ev yek zelaltir didîtin hebûn û li gor wê amadekariyên xwe kirin. Kadroyên xwe parastin. Ger tevbîrên pêwîst nehatana girtin dê îro ro têkoşîn tune bûya." 
 
‘HER KES DIVÊ XWEDÎ LI VÊ TÊKOŞÎNÊ DERKEVE'
 
Konûr diyar kir ku beriya 12'ê Îlonê ji ber ku endamê Komeleya Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz bûye derbarê wî de biryara zevtkirinê hatibû dayîn û got, piştî hatiye binçavkirin îşkeceyeke giran lê hatiye kirin. Konûr anî ziman ku 2 mehan di binçavan de maye û paşê ew şandine Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an. Konûr anî ziman ku Esat Oktay bi taybetî ji bo tafisyekirina tevgera azadiyê ya kurd hatiye perwerdekirin û wiha dewam kir: “Me wê demê li hember faşîzmê pir deng dernexist. Lê Mazlûm Dogan, çaran û berxwedana 14’ê Tîrmehê tiştên dihatin kirinq ebûl nekirin. Em minêkarê berxwedana wan in. Em gelê kurd niha serbilind in, ger em niha karibin bibêjin kurd in, ew jî bi saya berxwedana wan e. Bila kes ji bîr neke. Her kes divê xwedî li vê têkoşîna mafdar derkeve. Bila her kes bi qasî zanebûna xwe vê têkoşînê berfireh bike. Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve. Ez bi vê bawer im, ez bang li her kesî dikim ku yeqîniya xwe jê bînin."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

11/09/2022
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in