Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye

STENBOL/COLEMÊRG - Girtiyên li Girtîgeha Bafra ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de diyar kirin ku jiyana wan di xetereyê de ye û heke tiştek bê serê wan berpirs rêvebiriya girtîgehê ye. 
 
Cevdet Guneş ku di Tebaxa 2016'an de li Qersê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û pışti 11 mehan 10 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û niha di Girtîgeha Bafra ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de ye, di 6'ê îlonê de bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. 
 
 
AVÊTINA SER QAWÎŞAN
 
Guneş da zanîn ku qawîşên wan hatine guherandin û hevalên wan ên li qawîşê birine qawîşine din. Guneş anî ziman ku di avêtina ser qawîşê de hemû eşyayên wan hatine belawelakirin û got: “Hemû pirtûk, nivîs, eşya û malzemeyên me ji me stendin. Xwestin rageşiyê derxin û êrişî hevalan bikin. Niha em dûrî hev in. Her wiha derbarê hevalan de lêpirsîn tên destpêkirin û wan bernadin. Diviyabû gelek heval bihatana berdan, lê wan bernadin." 
 
EWLEHIÎ TUNE YE
 
Guneş ragihand ku girtiyên nexweş ên rewşa wan xerab cur bi cur sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û got: “Di demên dawî de proveke dikin û hewl didin êrişî me bikin. Tu ewlehiya me ya jiyanê nîn e. Em ê li ber xwe bidin. Dixwazin bersivê bidin berxwedanê. Lewma provoke dikin."
 
‘BERPIRS ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ YE'
 
Guneş banga li raya giştî kir û got: “Sazî û saziyên bi mafên mirovan re mijûl dibin divê li ser vê yekê bisekinin. Divê çalakiyan li dar bixin û divê haya wan ji van deran hebe. Niha rewş qet ne baş e. Qet nebe me got em van tiştan belav bikin û her kesî serwext bikin. Ger li vir pirsgirêkek rû bide, berpirs rêvebirî û îdareya girtîgehê ye."
 
‘GIRTÎ LI BER XWE DIDIN'
 
Servet Guneş, birayê Guneş, anî ziman ku birayê wî ji wî xwestiye qeyda deng bigire û got, gotiye "Li vir rewş nebaş e" lewam divê dengê wî bê tomarkirin.  Guneş anî ziman ku tecrîda li girtîgehê kûrtir bûye û got, tişta li Girtîgeha Bafrayê rû ddie "zilm" e. Guneş bilêv kir ku girtî li dijî binpêkirinên mafan ên giran li ber xwe didin û got: “Ev dê hewya kengî û çawa bidome? Ez nizanim. Lê bi rastî jî ev yek min û gelek kesên wekî min aciz dike. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin.”
 
Guneş destnîşan kir ku divê raya giştî tevbigere û wiha got: “Bi vî awayî nabe, wiha nameşe. Cil û berg, pirtûk ji wan stendin, dê qîma xwe bi vê neynin. Kesên ku 30 sal in di girtîgehê de ne û cezayên wan xilas bûye hene. Ma hûn ê heya kengî wan di hundurê bihêlin? Ev ne çewisandine, zilm e. Dibe ku kes nizanibe, lê bi rastî jî li wir zilm heye."
 
‘RÊYEKE BIRÛMET'
 
Guneş got: “Ez her tim li pişta birayê xwe me. Ji bo min rêya wî rêyeke birûmet e. Zimanê xwe, namûs û rûmeta xwe parastiye û ji bo vê têdikoşe." 
 
GARDIYANAN BI SER QAWÎŞAN DE GIRTIN E 
 
Li aliyê din li heman girtîgehê roja 5 û 6'ê îlonê gardiyanan bêsedem bi ser odeyên girtiyên siyasî de girtin. Di dema serdegirtinan de gardiyanan dest danî ser lênûsk, pirtûk û pênûsan. Her wiha hat ragihandin ku piştî serdegirtinan 15 girtiyên siyasî xistine hucreyan û girtiyên din jî xistine odeyên yêk kesî. 
 
Girtiyê bi navê Faruk Beyter duh di danê êvarê bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand li girtîgehê pêkanînên nexweş diqewimin. 
 
GIRTIYAN XISTINE HUCREYAN 
 
Xwişka girtî Faruk Beyter, Besna Beyter diyar kir ku birayê wê di telefonê de ragihandiye ku li ser wan da di nav heftiyekî dawî de binpêkirina mafan zêde bûne. Beyter axaftina birayê xwe wiha vegot: "Seat pêncê evarê li min geriya. Dengê birayê min pir nexweş dihat, digot li dijî wan pêkanînên binpêkirina mafan diqewimin. Divê ku miheqeq parêzer bên bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin. Birayê min got zextên pir giran li girtiyan dikin û 15 hevalên wî xistine hucreyên yek kesî de. Ew û gelek hevalên wî jî xistine odeyên yek kesî û dest danîne ser alavên ku pêdiviyên xwe bicih tînin." 
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ
 
Beyter da zanîn ku birayê wê gotiye, cil û berg, pirtûk, pênûs, lênûsk û her wiha hemû pêdiviyên wan ji aliyê gardiyanan ve hatine destserkirin û ew di şert û mercên nebaş de ne. Beyter da zanîn ku birayê wê gotiye divê her kes ji bo girtiyan rabe ser pêya û zilma li ser girtiyan ji her deverî re bê ragihandin. Beyter got dixwazin zilma li ser girtiyan demildest bê bidawîkirin. 
 

Sernavên din

11/09/2022
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in