Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were

  • rojane
  • 09:09 21 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Serwer Qeredaxî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Kurdistanê talanek mezin a ekolojîk bi xwe re tîne û got: “Bandora van çekan dê her tim di nav ax û ava Kurdistanê de hebe û wê bandoreke neyînî li jiyana mirov û zindîyên ku li vê erdnîgariyê dijîn bike."

Operasyona ku Tirkiye di 23’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Federal a Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Di erişên ku ji bejahî û hewayî didomin de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Di encama êrişên çekên kîmyewî yên li herêmê hatin bikaranîn de heta niha 33 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û gelê herêmê jî ji vê yekê bi bandor bûye û bi nîşaneyên nexweşiyên beyanî çûne nexweşxaneyan. Heta niha bi dehan qadên daristanî hatin talankirin û gelek darên kevnare hatin birîn û bi kamyonan hatin kişandin. Ev operasyona hatiye destpêkirin xesarek mezin dide xwezaya herêmê. 
 
Hevserokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Serwer Qeredaxî  ku parêzerê hawirdorê ye ji ajansa me Mezopotmyayê re axivî û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser herêmê nirxand. 
 
'EV ŞER LI DIJÎ XWEZAYÊ YE’ 
 
Qeredaxî, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmê bi xwe re wêraniyeke mezin tîne û wiha axivî: "Di rastiyê de xerabûna hevsengiya xwezayê bi şeran dest pê dike. Mirov tenê di şeran de namirin, dema hewa qirêj dibe, av bi jehrî diherike û ax zuwa dibe, mirin dest pê dikin. Dema welatek tê dagirkirin herî zêde ekolojiya wê zirarê dibîne. Ev şerê ku dewleta Tirk daye destpêkirin, şerê li dijî xwezaya Kurdistanê ye. Tirkiye dixwaze hevsengiya ekolojîk a Kurdistanê têk bibe û hemû cureyên nebat û ajalên li vê erdnîgariyê dijîn tune bike. Niha li ser xaka Kurdistanê ev talan hatiye destpêkirin.”
 
'DI SALEKÎ DE HEZAR Û 300 ERIŞÊN HEWAYÎ' 
 
Qeredaxî, da zanîn ku di hemû êrişên ku heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatine de xesarek mezin daye hevsengiya ekolojîyê û wiha berdewam kir: "Artêşa Tirk ji sala 2015’an heta sala 2019’an 698 erişê bi topan û 555 êrişên hewayî pêk anîne. Tenê di sala 2020'an de hezar û 300 êrişên hewayî û 120 jî êrişên bejayî bi balafirên şer pêk anîne. Artêşa Tirk zêdetirî bi dehan caran herêmên weke Kesta, Hûre, Ûra û Mîska yên herêma Avaşînê bi dijwarî bombebaran kir. Tirkiyê her cureyê çekên kîmyewî li ser xaka Kurdistanê ceriband. Ji çekên kîmyewî yên qedexe, tank, hawan, balafirên F16, helîkopterên Skorsky û Kobra gelek çekên din li vê herêmê hatin bikaranîn.”
 
'JEHRÎ WÊ DI AX Û AVA KURDISTANÊ DE MAYINDE BIBE’ 
 
Qeredaxî, diyar kir ku wê tesîra çekên kîmyewî ya li ser herêmê bi salan bidome û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî qedexe ye. Lê belê Artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek caran çekên kîmyewî bikaranîne û ev jî bûye sedemê mirina mirovan. Li herêmê bikaranîna gazên jehrî derketiye hejmareke zêde. Erdên çandiniyê yên ku ji ber bomberdûmanan şewitîne, ji aliyê fîzîkî û biyolojîk xesarek mezin dîtiye. Zeviyên ku hatine çandin wê şînbûnê wan gelek dem bixwaze. Ev yek wê bandorê li berhemên ku sala bê bên çandin jî bike. Û bandora van çekan dê her tim di nav ax û ava Kurdistanê de hebe û wê bandoreke neyînî li jiyana mirov û zindiyên ku li vê erdnîgariyê dijîn bike. Li hemberî van binpêkirinan bêdengîyek pir mezin heye.  Ji ber ku civaka navneteweyî, Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hemberî vê talanê bêdeng in û li herêmê bikaranîna çekên qedexeyî dewam dike." 
 
'HER ROJ 450 TON DAR TÊN BIRÎN' 
 
Qeredaxî, bi lêv kir ku ew hişmendiya ku Efrîn talan kir, niha li herêma Kurdistanê jî bi heman pêkanîna tevdigere û wiha pêde çû: “Çawa ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 314 hezar û 400 darên zeytûnan birî û bi texmînî 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin, îro jî li vir heman tiştî dike. Zêdeyî salekê ye 2 şîrketên Tirkiyeyê ji bo birîna darên herêmê xebatek hatiye destpêkirin. Ev xebata ku daye destpêkirin ji qadeke daristanê ya mezin pêk tê. Ev birîna daran dê tevahiya qada daristanên çar parçeyên Kurdistanê bigire nav xwe. Û bi vê xebatê dikare qadên daristanên her çar perçeyên Kurdistanê xira bike û herêmê bi temamî bênefes bihêle. Artêşa Tirk axê dagir dike, artêşa xwe bi cih dike û daran dibire û xwezaya gundan wêran dike. Tişteke ji vî xeternaktir heye? Her roj li deşt û daristanên herêmê de 350 heta 450 ton dar tên birîn. Talankirina xwezayê ne tenê bi birîna daran pêk tê, di heman demê de zindiyên di daristanan jî tên tunekirin.Ji aliyekî ve xwezaya Kurdistanê talan dikin, li aliyê din jî wêran dikin. Tirkiye bi êrişên xwe nîşan dide ku ne tenê dijminatiya Kurdan dike, di heman demê de dijminahiya av, hewa, ax, dar, heywan û xwezaya Kurdistanê jî dike. Eriş li dijî hemû mirovahî ku li ser gerstêrkeyek hevpar dijîn û heywanên li heman erdê dijin tê kirin. Ev êriş wê felaketên xwezayî yên pir giran bi xwe re bîne. Ev sûc ne tenê li dijî kurdan û axa wan, li dijî mirovahiyê û hemû zindiyên cîhanê tê kirin."
 
LI DIJÎ BÊDENGIYÊ ÇALAKÎ
 
Qeredaxî, diyar kir ku li tevî hemû hewldanan wan jî bêdengiya hikûmetê ya herêmê li hemberî vê yekê dewam dike û got:  “ Li ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê û sûcên artêşa Tirk ên li dijî xwezaya herêmê me daxuyaniyek da. Her wiha li dijî erişên li ser xwezayê me daxuyanî û mitîngên çapemeniyê li dar xistin. Bi taybetî jî bi rêya medyayê, ji bo zextê li ser xwezaya Kurdistanê bi dawî bibin û ew kesên ku van sucan dikin bi awayekî qanûnî bên cezakirin, me çalakî li dar xistin." 
 
'LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWÎ NE' 
 
Qeredaxî, daxuyand ku Tirkiyeyê qanûnên navnetewî binpê dike û wiha got: “Li gorî hiqûqa navneteweyî sûcên şer, binpêkirin, sûcên li dijî mirovahiyê li dijî qanûnên navxweyî yên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ne. Li gorî Dadgeha Ceza ya Navdewletî, kesên ku ziyaneke berfireh û demdirêj didin xwezayê, wek tawanên cengê tên hesibandin û kesên ku vî sucî dikin tên cezakirin.  Erka dewletê ya ji bo dabînkirina jîngeheke saxlem û parastina zindiyên cihêreng diyar dike, tê binpêkirin. Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hember sûcên Tirkiyê dernakeve û xwe bêdeng dike." 
 
'DIVÊ PÊŞÎ LI TALAN Û QIRKIRINÊ BÊ GIRTIN' 
 
Qeredaxî, di dawiya axaftina xwe de bang li hawirdoran kir ku li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng nemînin û axaftina xwe bi dawî kir: “Divê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî ku li ser xaka Kurdistanê dane destpêkirin  rawestîne. Divê Tirkiye dawî li bikaranîna çekên kîmyewî û talankirin û qirkirina xwezayê li dijî xwezaya Kurdistanê bîne.  Divê em jî weke gelê Kurdistanê li dijî her êrîş û sûcê xwezayê zextê xwe li ser hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêdetir bikin û pêşî li vê talan û qirkirina ekolojîk bigirin.”
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 

Sernavên din

22/12/2021
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn