* Hevserokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Serwer Qeredaxî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Kurdistanê talanek mezin a ekolojîk bi xwe re tîne û got: “Bandora van çekan dê her tim di nav ax û ava Kurdistanê de hebe û wê bandoreke neyînî li jiyana mirov û zindîyên ku li vê erdnîgariyê dijîn bike."
* Xizmên girtiyan ên li Wanê tevli Nobeda Edaletê bûne, xwestin girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe bijîn bên berdan.
* Hevserokên HDP'ê yên Herêma Egeyê, diyar kirin ku sedema krîza siyasî û aborî ji ber tecrîda li ser Ocalan e û ji bû bidawîkirina tecrîdê bang li gelan kirin ku dengê xwe bilind bikin.
* Welatiyên ku serdana Nobeda Edaletê kirin ji bo berdana girtiyên nexweş bang li raya giştî kirin û gotin: "Yan na dê ev agir me hemûyan bişewitîne."
* Hevseroka MA-TÛHAYDER'ê Esîn Çelîk diyar kir ku girtîgeh veguherîne malên cenazeyan û got: "Divê her kes li ber bêhiqûqîtiya li girtîgehan rabe."
* Emîne Oruç a ku ala têkoşîna hevjînê xwe yê rêveberê HDP’ê bû û wefat kir dewr girt, li gel zext û êrişên li ser HDP’ê û dayikan jî berdewam dike jî xwe tevli xebatan kiriye û dibêje wê ji bo azadî û aştiyê têbikoşe.
* Cotkarên ku ji ber krîza aborî û zêdebûna mesrefan zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku êdî nikarin hilberandinê bikin û esnafên ku berên çandiniyê difiroşin jî ji ber bihabûna fiyetan nerazîbûna xwe nîşan dan.
* Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan 20 çîrok nivîsandin û weke pirtûk çap kirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 288'emîn de berdewam bike.
* Danişîna 8'emîn a Doza Kobanê wê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)
* Danişîna doza derbarê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan de hatiye vekirin wê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê were lidarxistin. (10.00-19.00)
* Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP'a Dêrsimê wê kongreya xwe li Eywana Konferansê ya Şaredariyê li dar bixe. (11.30-14.00)
* Danişîna biryarê ya doza derbarê 22 rojnamevenên di serdegirtina Ozgur Gundemê sala 2016'an de li wan hat vekirin wê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (11.30)
* HDP û CHP wê li Meclîsê Komcivînên xwe li dar bixin. (12.45-13.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amedê û Wanê berdewam bike. (13.00-16.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Fatîhê wê li avahiya xwe derbarê mirinên li girtîgehan û binpêkirinên mafê mirovan de li avahiya xwe daxuyanî bide. (18. 00)