NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku di lehiya li Hewlerê rabû de derket 12'an.
Di 16'ê kanûnê de li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlerê ji ber barana zêde lehî rabû û xesareke mezin li bajar çêbû. Waliyê Hewlerê Umêd Xoşnaw, bîlançoya windabûna mal û can a lehiyê aşkera kir. Xoşnaw, diyar kir ku li 15 bajarokên Hewlerê lehî rabûye û di encama lehiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê 2 kesan hê nehatiye dîtin.
Her wiha Xoşnaw, ragihand ku ji ber lehiyê 21 milyar dînar jî xesara maddî çêbûye.