Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin

  • rojane
  • 11:52 18 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Ji Înîsiyatîfa Rêzgirtina Ji Bo Mirî Serhat Çakmak diyar kir ku derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê êrişeke ser bîr û dîrokêye û bi lêv kir ku wê dozê bibin DMME’yê. 
 
Goristana Xerzanê ku li Gundê Oleka Jor a Bedlîsê ye, di navbera dîrokên 8 û 17’ê Kanûna 2017’an de bi êrişekê hate hilweşandin. 310 cenazeyên PKK’iyan ên di goristanê de di 19’ê Kanûna 2017’an de ji goran hatin derxistin. Cenazeyên ku demekî dirêj nehatibûn zanîn biribûn kuderê, bi daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê ya di 2’yê Çileya 2018’an de hat hînbûn ku birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. 
 
Derket holê ku cenazeyên ku demekê li ATK’ê dihatin ragirtin, li beşa Goristana Kîlyosê ku ji bo bêkesan hatibû veqetandin di bin pêya rê de hatin veşartin. Malbatên ji bo wergirtina cenazeyên xwe têkoşiyan mînaka xwînê dan. Heta niha 22 cenaze dan malbatên wan û têkoşîna malbatan a 4 salan didome. 
 
Ji Înîsiyatîfa Rêzgirtina Ji Bo Mirî û şopdarê hiqûqî yê pêvajoya têkildarî Goristana Xerzanê Parêzer Serhat Çakmak, pêvajoya 4 salan û tiştên qewimîn nirxandin. 
 
Çakmak da xuyakirin ku Goristana Xerzanê heta di qeydên Osmaniyan de jî weke “goristan” tê binavkirin û anî ziman ku di destpêkê de welatiyên sivîl lê hatine veşartin û dûre PKK'yi jî lê hatine veşartin.  Çakmak, bi lêv kir ku lê belê ji bo walîtî û dozgerî derxistina cenazeyan a ji wir rewa nîşan bidin weke hêcet “statuya wê ya goristanê nîne” nîşandan. 
Çakmak bal kişand ku, berevajiyê walîtî û dozgeriyê ji zû ve statuya goristanê dane Xerzanê û wiha got: “Li wê derê ji bo veşartinê tu astendiyeke hiqûqî tune bû.”
 
BI ÊREKIRINA RAYEDARAN HATIN VEŞARTIN
 
Çakmak,  bi bîr xist ku cenazeyên PKK'yiyan bi erêkirina rayedaran di dema pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015’an de li vê derê hatine veşartin û wiha berdewam kir: “Dema mîlîtanekî rêxistinê jiyana xwe ji dest da, belgeya mirinê û ruxseta veşartinê dihat wergirtin. Dema ku hate pirsîn bê ka wê li kû derê were veşartin, navê ‘Goristana Xerzanê’ lê hate kirin. Cenaze bi vî rengî li wir hatin veşartin. Ji ber vê yekê tu astengiyeke hiqûqî li ber definkirinê tunebû. Lê belê muzakereyên di navbera dewlet û PKK’ê de di hin deman de dixetimîn. Di dema van pêvajoyên xetimandinê de li hin herêman êriş hatin kirin. Yek ji van êrişan jî reze êrişên li dijî Goristana Garzan e hatibûn kirin bûn.
 
XELEKA DAWÎ YA RÊZE ÊRIŞAN
 
Çakmak, bi lêv kir ku derxistina cenazeyan a ji Xerzanê xeleka dawî ya êrişan e û li ser tiştên di wê pêvajoyê de qewimîn wiha axivî: “Di sala 2015’an de gelek avahiyên li Xerzanê ji aliyê balafirên şer ve hatin xerakirin. Ev cihên hatine xerakirin, avahiyên ku mirovên dihatin goristanê wezîfeyên xwe yên olî lê bi cih dianîn. Piştî ku ew hatin hilweşandin vê carê jî êrişî kevirên goristanan kirin.” 
 
‘GORISTAN BI GIŞTÎ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN’
 
Çakmak, diyar kir ku ev rewş heta hewldana pêvajoya darbeye berdewam kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hewldana darbeyê, qedexeyên derketina derve zêde bûn . Di vê pêvajoyê de têkiliya gel a bi Goristana Garzanê re kêm bû. Ji ber vê yekê nedîtin ku çi diqewime. Di demeke qedexeya derketina derve de bi dozer û kepçeyan ketin goristanê û bêyî agahî ji malbatan re bê dayîn cenaze hatin derxistin. Helbet, piştî mehekê em hînbûn ku ev yek pêk hatiye. Dema bavek ji bo bicihanîna wecîbeyên xwe yên olî çû ser gora keça xwe, dibîne ku goristan bi giştî ji holê hatiye rakirin û di medya dîjîtal de radigihîne. Bi vî rengî me rewş dît û dest bi karê hiqûqî kir.”
 
300’Î ZÊDETIR CENAZE HENE
 
Çakmak dazanîn ku hêj jî nizanin ji Xerzanê çend cenaze hatine derxistin û anîne ATK'ya Stenbolê û wiha domand: “Destpêkê bersiva ‘270’ ji me re hatiye dayîn. Di hevdîtina me ya bi ATK’ê re diyar kirin ku dibe di nava çend kîsan de cenazeyê çend kesan hebin. Li vê derê hejmareke fermî tune bû. Wekî din me nikarî xwe bigihînin hemû malbatan jî. Heta niha nêzî 50 malbatan ji bo wergirtina cenaze serlêdan kirine. Ji van 22 hatin teslîmkirin. Dema ku me ev cenaze derxistin, em dizanin ku nêzî 280 cenaze hene. Ev jî tê wê wateyê ku li wir ji 300’î zêdetir cenaze hene.”
 
‘EM Ê BIÇIN DMME’YÊ’
 
Çakmak, qala veşartina cenazeyan a di bin peyarê de kir û wiha got: “Li gorî rê û rêbazê divê her cenazeyek di gorekê de be. Cenazeyên ji Xerzanê hatine derxistin ne li gor vê hatine veşartin. Têkildarî vê yekê me ewil serî li dozgeriyê da. Piştî biryara dozgeriyê me serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê û di Nîsana 2021’an jî me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê hêj bersiva serlêdanên me nedaye. Dema rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.”
 
‘EM MUXATAB NABÎNIN’
 
Çakmak, bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de parêzer zehmetiyê dikişînin ji bo ku muxatab bibînin û wiha berdewam kir: “Mesela em dizanin ku li Bedlîsê dosyeya hatiye vekirin a li dozgerekî heye. Di vê rewşê de tu agahiyek li ber destê me nîne bê kê gilî kiriye, giliyê kê hatiye kirin, guman li kê hatiye kirin, kî hatiye lêpirsînkirin, encama lêpirsînê çi ye, wê çi biqewime. Ji aliyê mekanîzmayên dadgeriyê yên pêwendîdar û saziyên rêveberiyê yên li vê derê ve bi têrkerî agahî ji me re nayê dayîn. Û ji bo ku em vê bikin em nikarin rêyeke baş bibînin. Di dosyayê de tê gotin ku biryara nepenîtiyê heye, lê em nizanin ka sûc çi ye, hewcehiya biryara nepenîtiyê heye. Mînak ATK diyar dike ku hemû tasarûfên cenazeyan li Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê ne. Lê dema ku dadgeriyê ji bo radestkirina cenaze em sewqî ATK'ê kirin gotin ku cenaze li cem wan nîne. Niha tiştekî ecêb e ku Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê nizane ka cenaze li Kilyosê ne yan jî li ATK'ê ne.”
 
‘DI CIVAKÊ DE ŞIKESTINEK ÇÊBÛ’
 
Çakmak, diyar kir ku tişta hatiye qewimîn êrişa ser bîr û dîroka ser civakekê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişa ser goristanê êrişa ser dîrokê ye. Êrîşeke li dijî pêşîgirtina li bertekên demokratîk ên mirovan e. Êrîşeke li dijî mirovan e ku hewl didin bêdengbikin û çavtirsandî bikin. Bi hewldana êrişa li ser cenazeyan ku xala herî hesas a civakê ye, ev kirin. Vê êrîşê bi taybetî li dijî miriyan, di civakê de şikestineke cuda afirandiye. Êrişa bi taybetî li miriyan hat kirin di nava civakê de şikestinek cuda afirand.”
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

18/12/2021
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê