* Parêzer Senem Doganoglû diyar kir ku Tirkiye di mijara girtiyên nexweş peymanên navnetewî binpê dike û Tirkiye dixwaze bi guhertinên biçûk ên di qanûnan de demê qezenç bike.
* Aktîvîstê xwezayê Yûnûs Gurbey bertek nîşanî destûra qanûnî ya nêçîra pezkoviyan da û bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî peymana BERN’ê tevbigere.
* Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, ji bo ji bêedaletî û xizaniyê re bêjin na bang li herkesê kir ku tevlî mîtînga “em nikarin debara xwe bikin” bibin.
* Parêzerê OHD’yî Berdan Acûn, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di heman demê de pirsgirêka Yekitiya Baroya Tirkiyeyê ye jî û got: “Divê TBB jî bikeve dewrê.”
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê berdewam bike.
* Baroya Rihayê wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de panelek li dar bixe.
* Kedkarên tenduristiyê wê li tevahiya Tirkiyê ji bo rojekê çalakiya dest ji berdana kar bikin. (12.00-16.00)
* Endamên Egîtîm Senê yên li Amedê ku hatin îxrackirin dê li ÎHD'ê daxuyanî bidin. (11.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser rewşa li girtîgehan wê li Parka Koşuyolu daxuyanî bide. (12.00) ZINDÎ
* Meclîsa Jinan a HDK'a Îzmîrê wê têkildarî kampanyek bide destpêkirin li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê daxuyanî bide. (12.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê berdewam bike. (13.00-16.00)
* Şandeyek HDP'ê û hiqûqzanan wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de serdana malbatên Roboskî bikin. (13.00)
* Parêzerên dosyeya Garîbe Gezer wê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyanî bidin. (13.00) CANLI