AMED - Wê li Amedê, neberdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên şermezarkirin.
Wê li Amedê, neberdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan temam bûne û nayê berdan û binpêkirinên mafan û tecrîda li girtîgehan bi çalakiyeke girseyî bê şermezarkirin. Çalakî wê bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê saet di 12.00'an de li Parqa Koşûyolûyê bi daxuyaniyeke çapameniyê bê lidarxistin.