Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû

  • rojane
  • 19:39 12 Kanûn 2021
  • |
img

WAN - Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku li Wanê di panela mafên mirovan de axivî, bi lêv kir ku Wezareta Dadê bûye wezareta zulumatê û wiha got: “Çalakiya Garîbeyê çalakiyeke şermezarkirina delwetê û gazinde bû. Diviya me ev peyam girtibûya.” 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Baroya Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê paneleke bi navê “Mafên Mirovan” li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li dar xistin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû, Dîrokzan Ayşe Hur û Parêzer Ramazan Demîr weke axivêr tevlî panelê bûn. Moderatoriya panelê jî Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş kir. 
 
Beriya panele Serokê Baroya Wanê Parêzer Zulkuf Ûçar, diyar kir ku li welat binpêkirinên mafan ên cidî pêk tên û ji bo ev binpêkirinên mafan ji holê rabin wê têbikoşin. 
 
‘DEWLETA TIRK LI SER CIHEKARIYÊ HATIYE AVAKIRIN’
 
Di panelê ewilî Dîrokzan Ayşe Hur axivî û diyar kir ku Tirkiye li ser cihekariyê hatiye avakirin û bi lêv kir ku komkujiyên di dîrokê de qewimî jî mînaka vê yêkê ne. Hur, anî ziman ku li welat heke kurdek bêje “ez ji koka xwe kurd im” hin maf jê re tên dayîn û wiha got: “Kurdek bi şertê ku ji bo civaka kurd neaxive û nerazîbûnên xwe neîne ziman, dikare xwe li vî welatî bigihîne nuqteyeke. Dîsa li vî welatî binpêkirina mafê jiyanê di seranserê dîroka Komarê de bê îstîsna hatiye pêkanîn. Dîsa îşkence bûye perçeyekî vê axê û pîvanên hiqûqê.”
 
‘DIVÊ DAXWAZÊN XWE BI DENGEKÎ BILIND BÎNIN ZIMAN
 
Pişt re Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû axivî û qala qedexeyên 5 salan ên çalakiyên li Wanê kir. Gergerlîoglû diyar kir ku Wan yek ji bajarên ku mafên mirovan herî zêde lê tê binpêkirin e û bi lêv kir ku divê mirov mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar bînin û daxwazên xwe yên maf, hiqûq û azadiyê bi temamî bi dengekî bilind bînin ziman. 
 
Gergerlîoglu, her wiha nameya Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da xwend û wiha got: “Em baş dizanin ku ev hemû ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd in. Heta ku dewlet dest ji refleksên xwe yên klasîk ên dewletê bernede, pirsgirêka kurd çareser nabe. Garîbe Gezer ku du roj berê jiyana xwe ji dest da, di emrê xwe yê biçûk de sirgûnî 8 girtîgehan bûbû. Ji bilî vê lêdan, heqaret, îşkence lê hatkirin. Dema min nameya wê xwend ez gelekî xemgîn bûm û giriyam. Garîbe tevî di girtîgehê de evqas tişt jiyan jî tejî bi hêvî bû. Garîbe di wê baweriyê de bû ku rojekê ev welat dikare azad bibe û bibe cihê heq û hiqûqê. Lê dawî li hêviyên wê anîn. Wezareta Dadê bû wezareta zilumatê, desthilat jî bû desthilata zilumatê. Çalakiya Garîbeyê çalakiyeke şermezarkirina delwetê û gazinde bû. Diviya me ev peyam girtibûya. Piştî ku Garîbe jiyana xwe ji dest da jî rehet neberdan. Helwesteke dijî mirovahiyê pêkanîn. Darbesta Garîbeyê bi şermeke mezin avêtin pişta kamyonetê. Bila ev bikevin dîrokê û neyên ji bîr kirin.”
 
‘LI ÎMRALIYÊ Û GIRTÎGEHÊN DIN TECRÎD HEYE’
 
Gergerlîoglû, qala bêhiqûqiya li girtîgehan diqewime kir û wiha axivî: “Bi taybetî li Girtîgeha Îmraliyê lig elek girtîgehan şert û mercên tecrîdê yên giran hene. Pêşiya aştiya li Tirkiyeyê encax di hevdîtinên bi Ocalan re dikare bê vekirin. Heke pêşiya vê hevdîtinê neyê vekirin wê 200 sal din jî ev pirsgirêk berdewam bike.”
 
‘BERPIRSYARIYA HERÎ MEZIN YA DARAZÊ YE’
 
Parêzer Ramazan Demîr ê herî dawî axivî jî diyar kir ku saziya darazê di rewşa îro ya welat de sûcdarê sereke ye. Demîr qala cînayeta Garîbe Gezer kir û wiha got: “Di demeke ku binpêkirinên bi vî rengî yên giran hatin kirin de, me çi kir? Me çima miroveke ku xwe ewqas bêçare hîs dikir, bi tenê hişt?” Demîr bi lêv kir, heta ku dadger û dozgerên ku xiyanetê li pîşeyê xwe dikin hebin, wê ev êş û azar dewam bikin û wiha axivî: “Di têkoşîna hiqûqî ya Selahattîn Demîrtaş de ya herî girîng di DMME'yê de arşîv e. Qeydên dadgehê ji bo nifşên pêşerojê, van rojan bibînin pir girîng in. Sedema sereke ya ku siyasetmedar li dadgehan parastinê dikin ew e ku eşkerekirina sûcan were qeydkirine. Me Jêrzemînên Cizîrê li DMME’yê nîqaş kirin û hemû cîhanê bihîst bê li Cizîrê çi qewimîye. Ev qeydên pir girîng in. Rojekê ev biryar wê bibin îddîanameya kesên ku ev sûc kirine. Çi bibe bila bibe wê ev desthilat neçar bimîne biryarên navneteweyî bi cih bîne. Li aliyê din dadgehên ku divê me biparêzin zêdetir mexdûr dibin. Saziya herî girîng a bûye sedem ku welat were vê astê dadgeh in, ji ber ku sîstema dadgeriyê ye ku vê bêperwatiyê dide kesên ku van sûcan dikin.”
 
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

15/12/2021
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir
14:30 Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin
14:17 ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin
14:03 Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer
13:58 Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin
13:34 Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê!
13:26 YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand
13:07 Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin
13:07 Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin
12:48 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:15 Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da
12:04 KNK'ê encamnameya xwe aşkera kir: Em ê sala 2022’yan bikin salan destkeftiyên mezin
12:03 Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin
11:54 'Xweserî mafê êzidiyan e'
11:32 ‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’
11:29 Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
10:52 Nobeta li Sêmalka di roja 72'yan de didome
10:47 Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin
10:27 Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin
10:02 Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin
09:06 Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî
09:04 Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike
09:01 Aktîvîstê xwezayê Gurbey: Neçîrvantiya qanûnî divê bê bidawîkirin
09:01 'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike'
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN
08:40 Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da
14/12/2021
20:36 Ji ber Kovîd-19’ê 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
20:30 Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin
18:07 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
17:45 Cenazeyê Akkûş hat veşartin
16:59 ‘Heta em cenazeyên xwe werbigirin, em ê têbikoşin’
16:51 Çetîn Dedeogullari: Dozger yek bi yek berda, wan jî malbata min qetil kir
16:37 Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi CPT'iyê re hevdîtin kir
16:16 Di Nobeda Edaletê de banga ‘çareseriyê’ li Wezareta Dadê kirin
16:14 Wê li Amedê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ben şermezarkirin
15:56 ÎHD: Li Îmraliyê pêşniyarên CPT û rêgezên Mandela tune tên hesibandin
15:40 Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye
15:39 Doza çalakiya greva birçîbûnê taloq bû
15:19 Ji rojnamegerê xelatgirtî Dogrû re cezayê muebbetê hat xwestin
14:55 Li pêş Edliyeya Amedê pevçûn derket
14:47 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê dev ji jiyana xweser bernedin
14:36 Girtiyê sewqî Edenê hatiye kirin 22 roj in di qarantînayê de ye
14:22 DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê
13:14 Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
13:07 Parêzerên çûna wan a Îmraliyê tê astengkirin serlêdana hevdîtinê kirin
12:36 Salvegera qedexeya Cizîrê: Wê kurd serî netewînin
12:21 Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike
12:21 Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin
11:55 115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin
11:48 Danişîna Doza Konyayê dest pê kir
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye