Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 14:48 11 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan ku bi şîara "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" tên gelhev, wiha bang kirin: "Heta dîtina hestiyên windayê me yê dawîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan, di hefteya 670'yî de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" domandin û li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Endam û rêveberên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Amed, Şaxa Egîtim Senê ya Amedê û Odeya Bijîjkan a Amedê piştgiriya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku ji salên 1990'an ve xizmên windayan ji bo dîtina windayan têdikoşin û û ew ê têkoşîna xwe ya bi wan re bidomîn. 
 
 
'FAÎL DIYAR IN'
 
Piştre Serokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtim Senê ya Amedê Emîne Akşahîn axivî û destnîşan kir ku revandin, kuştin û îşkence polîtîkayên desthilatên salên 1990'î bû ne. Di berdewama axaftina xwe de Akşahîn li rûyê polisan nêrî û axaftina xwe domand û got ku di wan salan de 170 kedkarên perwerdeyê hatine revandin û windakirin û faîlên wan diyar in. 
 
HETA HESTIYÊ DAWÎN...
 
Piştî Akşahîn Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz, metna daxuyaniyê ya hatibû amadekirin xwend. Akdenîz, salvegera 73'yemîn a qebûlkirina Danezana Mafê Mirovan a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi bîr xist û destnîşan kir danezan destfketiyeke mezin e. Akdenîz, di berdewamê de bal kişand ser têkoşîna wan ji bo windayan û got ku heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Piştî xwendina metna daxuyaniyê çîroka Ramazan Yuce ku di 29'ê hezîrana 1992'an hatibû windakirin hat vegotin û pirsa faîlên wî hat kirin. 
 
Herî dawî ji bo Ramazan Yuce û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di hefteya 507'emîn de li ber Biryardariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin û wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Huseyîn Elçî axivî û got ku weke duh dê îro jî piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna xizmên windayan bidomînin. 
 

Sernavên din

12/12/2021
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe