4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan

  • rojane
  • 11:44 11 Kanûn 2021
  • |
img

STENBOL - Tevî ku 4 sal bi ser êrişa Goristana Xerzanê derbas bûn jî hêj 289 cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Malbatan diyar kirin ku heta cenazeyên hatine revandin negirin, wê têkoşîna xwe bidomînin. 

Di 19’ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê bi kemçeyan êrişî Goristana Xerzanê hatibû kirin û 310 cenazeyên PKK’yiyan hatibûn derxistin û bêyî malbatan agahdar bikin cenaze anîbûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Pişt re derketibû holê ku cenaze li Goristana Kîlyosê di bin pêyarê de hatine veşartin. Malbatên ku xwestin cenazeyên xwe bigirin, ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dan ATK’ê. Dûre 21 cenaze radestî malbatan hatin kirin. Tevî ku 4 sal bi ser êrişa Goristana Xerzanê derbas bûn jî hêj 289 cenaze radestî malbatan nehatine kirin û bersiveke ne erênî ne neyînî hêj nehatiye dayîn.  
 
 
SERLÊDAN BÊENCAM MAN
 
Cenazeyê Neşat Yalvaç ê di sala 1999’an de li Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, yek ji wan cenazeyan e ku ji Goristana Garzanê hat wergirtine. Dayika Yalvaç, Arîfe Yalvaç 4 sal in li benda serlêdana ku li ATK’ê kiriye ye. Yalvaç, diyar kir ku serlêdanên wan bê encam mane û wiha got: “Em hîn bûn ku şehîdên me di kabên plastîk de li Goristana Kilyosê hatine veşartine. Dema tu dibînî bi rastî jî dişikê. Ev mirovên çawa ne. Ma mirovên ku ev kirine dayikên wan nîn in? Malbatên wan tune ne? Çawa dikarin vê bikin?” Yalvaç anî ziman ku her cara ku deriyê wê tê lêdan ew hîs dike ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê şandine malê. 
 
‘DIVÊ GOREKE WAN HESTIYAN HEBE’
 
Yalvaç, diyar kir ku weke malbat ji bo cenazeyan bigirin ketine nava gelek hewldanan û wiha berdewam kir: “Ev çar sal ji bo me gelek zehmet derbas bûn. Şev û roj dilê me dişewite. Ez li bendê me ku bersivek were. Ev şerekî psikolojik e, bi nedayîna hestiyan dixwazin psîkolojiya malbatan xera bikin. Em ê heta hetayê bi vê yekê re têbikoşin. Ji canekî me zêdetir tiştekî me nîne. Tirsa me jî nîne. Heta ku em hestiyên şehîdên xwe negirin em nasekinin. Hestî jî be divê goreke wî hestiyî hebe.”
 
‘EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’
 
Bavê Huseyîn Tekîn ê di sala 1994’an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, Şeyhmûs Tekîn jî yek ji wan malbatên ji bo wergirtina cenaze têdikoşe ye. Tekîn, diyar kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye lê bêencam maye û wiha axivî: “Me serî li dozgeriyê de û jê re got em dixwazin hestiyên zarokên xwe bigirin. Pişt re ji bo testa DNA’yê em çûn nexweşxaneyê. Piştî em hatin Goristana Xerzanê hilweşandin û bi awayekî perçekirî cenazeyên wan anîn Goristana Kilyosa Stenbolê û di bin peyarê de veşartine. Pişt re em li vir çûn ATK’ê û dîsa me test da lê tu encam derneket. Cenazeyên zarokên me di bin pêya rê de tên veşartin, ne gengaz e ku em vê qebûl bikin. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin.”
 
‘DI TU HIQÛQAN DE EV YEK NÎNE’
 
Tekîn, dazanîn ku têkildarî mijarê serî li gelek cihan dane û wiha berdewam kir: “Me li Meclîsê serdana gelek partiyên siyasî kir û tiştên qewimîn vegotin. Me xwest ji me re bibin alîkar. Ev tişta li zarokên me hatiye kirin di tu hiqûqa cîhanê de nîne. Ez ji vir bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û herkesê dikim, ev rewş nayê qebûl kirin. Ji bo ku em hestiyên zarokên xwe bigirin piştevaniyê bikin. Bila hestiyên zarokên me bidin em careke din li Goristana Xerzanê veşêrin. Bila malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane jî testa DNA’yê bidin.”
 
‘EM DEST JÊ BERNADIN’
 
Tekîn, destnîşan kir ku exlaka şer jî heye, feraseta şer a AKP’ê û MHP’ê li tu deran nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila hemû cîhan li ser vê meseleyê bisekine. Bila ne tenê bûyera Goristana Xerzanê bila hemû bûyerên Şehîdên Kurdistanê bê ronîkirin. Em dest ji doza xwe bernadin. Em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ji ber ku ew ji bo me şehîd ketin. Ji bo edaletê jiyana xwe ji dest dan. Bila pergala AKP’ê û MHP’a faşîst baş bizane ku, em welatê xwe terk nakin. Em jiyaneke wekhev diparêzin. Ji ber vê yekê deriyê Îmraliyê vekin, heke hûn ne vekin ne pêkane ku demokrasi were vî welatî.”
 
MA / Enes Sezgîn
 

Sernavên din

12/12/2021
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe