* Aborîzan Aydin Ari bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên bandorê li krîza aborî dikin û got: "Heya em meseleya kurdî çareser nekin, em ê nikaribin xwe bigihînin cihekî jî."
* Pirsgirêka kurd ku li Tirkiyeyê heya niha 8 serokwezîr û 13 hikûmet di nav rûpelên dîrokê de binax kirine, îqtidara 20 salan a AKP'ê jî mehkûmî krîzeke aborî û siyasî kir. Serokê Wefqa Aştiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku heya mesele çareser nebe asayîbûna Tirkiyeyê ne pêkan e.
* Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Mûrat Aba, anî ziman ku ATK a ku guh nade raporên nexweşxaneyên ên ji bo girtiyên nexweş, raporên bîrdozî yên ne zanistî dide girtiyan.
* Rojnamean Biryar Hecî Keko, diyar kir ku gel tevî hemû zextên PDK'ê û êrişên Tirkiyeyê jî terka warê xwe nakin û li ber xwe didin û got: "Ev ax a me hemûya ye, divê em wê biparêzin."
* Nivîskar û siyasetmedarên jin ku bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan gotin: "Em hemû tên tecrîdkirin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan tê wateya rakirina tecrîda li ser me."
* Mehmet Ocalan, anî ziman ku ji ber ku xeberê ji Rêberê PKK'ê nagirin fikarên wan zêde bûne û got: "Ev pirsgirêk, pirsgirêka her kesî ye. Demidlest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin."
* Mele Saît Ozdemîr ku bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya li hemberî cenazeyan da, destnîşan kir ku di tu dînî de tahde û îşkenceya li cenazeyan nayê qebûlkirin.
* Nobeta Edaletê ya malbata Senyaşar di roja xwe ya 275’emîn de berdewam dike.
* Danişîna biryarê ya doza derbarê parêzerê OHD'ê Fuat Şengul de hatiye vekirin, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê pêk bê. (11.00)
* Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê li gelek bajaran bê şermezarkirin. (11.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê wê bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin" li Qada Topçûyê daxuyaniyê bide. (12.30)
* Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 23'yemîn de berdewam dike. (13.00-16.00)
* TJA û DBP di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de wê li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê daxuyaniyê bidin. (17.00)