Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê

  • rojane
  • 09:06 6 Kanûn 2021
  • |
img

STENBOL - Endamê Yekitiya ji bo Demokrasiyê Mûrat Buyukkarabacak, xwest ku hêzên demokrasiyê parçebûna nav xwe bi dawî bikin û bên gelhev.

Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), li ser banga dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turman, bi hatina gelhev a zêdetirî 100 ronakbir û endamên rêxistin, platform, înîsiyatîf û saziyan hat avakirin û 5 sal li pey xwe hişt. Yekitî, bi armanca hatina gelhev a hêzên demokrasiyê hat avakirin û di 23'ê cotmeha 2016'an de bi "Lijneya Demokrasiyê" dest bi xebatên xwe kir. Piştî avabûna xwe Yekitiyê, di nav demê de di qadên mîna Rewşa Awarte, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, Pergala Serokatiyê, Azadiya Baweriyê û Aştiyê de têkoşîn da. 
 
Yekitiya ku li ser bingeha welatîbûna wekhev, azadiya ol û baweriyê diparêze wê di 7'ê kanûnê de 6'emîn salvegera damezrandina xwe pîroz bike. Wê salevegera Yekitiyê bi şîara "Wê av rêya xwe bibîne" li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li navçeya Şîşlî ya Stenbolê bê pîrozkirin. Wê di pîrozkirinê de mafê axaftinê ji kesên ku di nav qadên cuda, rêxistin, platform, înîsiyatîf û saziyan de cih digirin re bê veqetandin. Dê di pîrozkirinê de Koroya Dostan a Rûhî Suhî jî derkeve ser dikê.
 
Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Mert Buyukkarabacak, derbarê DÎB'ê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Mert Buyukkarabacak, diyar kir ku ew avakirina hêzên demokrasiyê ya ji bo axaftina nasnameyên bindest girîng dibînin û bi van gotinan bal kişan ser Pirsgirêka Kurd: "Rêbazên aborî yên desthilatê pirsgirêkên welat çareser nakin. Ji bo çareserkirinê partiyên Tifaqa Milletê jî perspektîfeke têrker pêşkêş nakin. Pirsgirêka sereke jî Pirsgirêka Kurd e. Me dît ku şerê piştî 7'ê hezîrana 2015'an hat destpêkirin civakê çawa tarûmar kir. Di vê pêvajoyê de sekna hêzên demokrasiyê ya ba hev gelek girîng e."
 
TÊKOŞÎNA HDP'Ê
 
Di berdewamê de jî Buyukkarabacak ev tişt gotin:
 
"HDP ku li derveyî tifaqan têdikoşe, di eniya têkoşîna demokrasiyê de cihekî girîng digire. Îro heke em ji bo Tifaqa Cûmhûr qala krîzekê dikin, divê em bibînin ku tevî hemû zextên li ser jî xwe berxwedana HDP'ê di vê qrîzê de xwedî roleke gelekî mezin e. Di şert û mercên vê krîza aborî û civakî ku îro em tê re derbas dibin de sekna HDP'ê ya li kêleka hêzên din ên demokratîk û pêşkirina projeya rizgariyê ya ji bo civakê, dikare weke armanceke girîng a ku DÎB hewl dide ava bike bê nirxandin. Weke bindest û kesên cihêkarî li wan tê kirin ê vî welatî pêwîstiya me bi deng û gotina me heye. Divê em nîşan bidin ku em aliyek in.
 
NEBAWERIYA DI CIVAKÊ DE
 
Divê em destûr nedin ku kes li ser êşên me ji xwe re pêşerojek ava bikin. DÎB hewl dide vê zemînê ava bike. Divê rêz ji hewldanên partiyên sosyalîst ên ji bo hatine cem hev re bê girtin. Ev lêgerînên girîng in, lê ne bi armancên demkurt ên hilbijartinê, divê em bigeheke veguherîna demokratîk a krîza civakî ava bikin. Di hevpeyvînên gel de hêrseke mezin a gel heye. Lê belê ev hêrs venaguhere dînamîzma civakî ya têrker. Em difikirin ku sekna me ya cuda di vê mijarê de roleke girîng dilîze. Heke em karibin civakê ji xwe bidin bawerkirin wê hemû beşên bindest ên civakê ji bo ku qedera xwe bi destê xwe bigirin însîyatîfekê bigirin.
 
BANGA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ
 
DÎB xîtabî hemû beşên civakê dike. Xwedî rêxistinbûneke ku dikare bi hemû beşên cîvakê yên li welatîbûna wekhev, ewlebûn, hevgirtina civakî û demokrasiyê digerin re biaxiveye. Ji ber vê yekê ez li vir bang li her kesî dikim; Forûma 7'ê kanûnê girîng e. Pêwîstiya demokrasiyê bi yekîtiyeke bi vî rengî heye. Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim ku di bin sîwana DÎB'ê de li hev bicivin."
 
MA / Kadîr Guney
 

Sernavên din

07/12/2021
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn