Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e

  • rojane
  • 09:06 6 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê HDP'ê yê HerêmaKurdistanê Hîkmet Hatîp, diyar kir ku PDK bi daxwaza Tirkiyeyê endamên wan dersînor dike û ev tişt got: " PDK dibêje ew kurd û Kurdistanî ne, lê ev tenê di gotinê de ye. Di pratîkê de hewl dide ku herkesê ku kurd û Kurdistanî difikire ji başûr derbixe û Kurdistanê bê kurd bihêle." 

Li Herêma Kurdistanê, qrîzên di qadên aborî, siyasî û civakî de her ku diçe kurtir dibin. Ji aliyê gelek derdoran ve sedema vê qrîzê hikûmeta heyî û rêveneberina welat tê nîşandin. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li herêmê li desthilatê ye, di neçareserkirina qrîzan de israr dike û erişî hêzên demokratîk ên li herêmê dike. Ji ber vê helwesta PDK'ê, li herêmê ji karmendan heta xwendekaran bertekên li dijî hikûmetê zêde dibin. Lê belê hikûmet guh û çavên xwe ji van nerazîbûnan re digire. Li herêmê, PDK'ê siyasetmedarên bakurê Kurdistanê jî hedef digire û erîşan dibe ser wan. Heta niha 14 endamên HDP'ê ji aliyê asayişa PDK'ê ve hatine dersînorkirin. Ji van 14 kesan 6 jê ji Hewlerê û  8 jê jî ji Duhok û Zaxo hatine dersÎnorkirin. Derbarê van erîşên li dijî siyasetmedarên HDP'î de Nûnerên HDP'ê yên Herêma Kurdistanê Hîkmet Hatîp axivî û nirxandinan kirin. 
 
14 ENDAMÊN HDP'Ê HATIN DERSÎNOR KIRIN 
 
Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Hîkmet Hatîp, diyar kir ku Asayîşa PDK'ê bê hincet heta niha gelek endamên wan ji herêmê derxistine û wiha axivî: "Di van 3 salên dawî de li Hewlerê heta Silêmaniyê Mehmet Vefa, Hasan Kaçar, Ûmût Ozturk, Servet Akdenîz, Ferhat Bariş Kondû, Sîraç Suer hatin derxistin û ber bi herêmên din ve sirgûn kirin. Dîsa ji Dihok û Zaxoyê 8 kes sirgunî Silêmaniyê û hinek jî sirgûnî Rojava kirin. Dîsa hevalê me Nîmet Guneş salek zêdetir e di girtîgehê de ye û 7 sal ceza lê hatiye birîn. Di heman demê de tê  xwestin ku hevalê me Gungor Alp jî ji Hewlerê bê derxistin. Hemû hevalên me ji ber cezayên xwe yên Tirkiyeyê hatin Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin ev hevalên me dîsa li welatê xwe bi  sirgûnê dijîn. Bi rastî jî tu sedemeke wan a derxistinê tune ye.  Bi taybetî jî ji bo derxistina Hasan Kaçar tu hincetên wan tune ye. Hevalên me yên din jî bi heman hincetê dixwazin bên derxistin û tên derxistin. PDK dibêje ew kurd û Kurdistanî ne. Lê ev tenê di gotinê de ye.Di pratîkê de hewl dide ku herkesê ku kurd û Kurdistanî difikire ji başûr derbixe û Kurdistanê bê kurd bihêle. Ev polîtîkaye nîşana hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ye." 
 
'SÎXÛRTÎ LI ENDAMÊ ME TÊ FERZKIRIN' 
 
Di berdewamê de Hatîp, da zanîn ku gef û ferzkirina sîxûrtiyê li endamên wan tê ferzkirin û ev tişt anîn ziman: "Bêguman PDK daxwazên AKP û MHP'ê bi awayekî bêkêmasî pêk tîne .Polîtîkaya qirkirina siyasî û binçavkirinê ya pergala dewleta tirk a li ser HDP'ê li Kurdistanê jî bi heman rengî tê meşandin. PDK bi heman polîtîkayên çewisandinê sîxurtî û gef xwarinê li ser HDP’yiyan dide meşandin.  Hete niha Asayîşa PDK'ê bang li gelek endamên me kirine ku biçin li cem wan bixebitin û ji wan re sîxûrtiyê bikin. Li dijî van polîtîkayan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em çawa ku li dijî AKP'ê tedikoşin em ê li dijî PDK'ê jî li ber xwe bidin û nehêlin ku ev polîtîkayên bêdengkirinê encam bigirin." 
 
 
'PDK KIRYARÊN TERORÎ DIKE'
 
Endamê din ên HDP'a Hewlêrê Redûr Penaber  jî diyar kir ku PDK li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigere û ev tişt gotin:  "Weke ku hûn ji dizanin siyasetmedarên kurd ên ceza girtine li şûna biçin Ewropayê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. PDK bi tifaqa xwe ya bi dewleta tirk re li hemberî siyasetmedaran kiryarên terorî dike. Beriya niha asayîşa PDKê hevserokê navçeya Ebexê hevalê me Metîn Adûgît binçav kir û piştre şehîd kir. Heta niha gelek hevalên me dersînor kirine û ev hewledanên wan hê jî didomin. Bi kurtasî hemû hevalên me yên ku dadgehên dewleta tirk ceza li wan biriye, dixwazin ku dersînor bikin."  
 
'KURDISTANÊ JI KURDAN VALA DIKE' 
 
Penaber, bi lêv kir ku PDK bi erîşkirinê dixwaze dengê rêxistinên demokratîk qut bike û axaftina xwe wiha domand: "Ew hevalên me yên sîxurtiya PDK'ê û hevkarê wê dewleta tirk qebûl nekirine û vîna xwe radestî wan nekirine tên dersînorkirin. PDK li herêmên xwe siyasetmedarên kurd weka xetereyekê dibîne. Li herêmê polîtîkayên weka bêvînkirin û girtinê yên şerê taybet dide meşandin. Dijminahî wan a li dijî PKK'ê çavên PDK'ê kor kiriye. Bipere siyasetmenderên kurd nikare desteser bike. Ji ber vê jî serî bi van rêbazên kirêt dide. PDK bi van polîtîkayên qirêj bi awayekî fiîlî piştgiriyê dide konsepta dewleta tirk a  tesfiyekirina kurdan. Dixwaze hemû destkeftiyên kurdan ji holê rake û dest deyne ser şoreşa Rojava. Her wiha dixwaze rêxistinên hêza xweser ên li Mexmûr û Şengalê hatine avakirin ji hev belav bike. PDK ji kurdên zana û rêxistinkirî ditirse û ji ber vê jî hewl dide Kurdistanê ji kurdan vala bike." 
 
'EWLEHÎ TUNE YE' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Penaber, da zanîn ku li herêmê ewlehiya siyasetmenderên bakûr di xetereyê de ye û ev tişt got: "Ji ber van polîtîkayên PDK'ê yên qirêj li Başûrê Kurdistanê ewlehiya siyasetmedarên kurd tune ye. Jiyana wan di xetereyê de ye. Binçavkirin, çavtirsandin û şikandina îradeya mirovan bûye rûtîn. PDK hezek ne kurdistanî ye, hezeke tarî û birakujiyê ye." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

07/12/2021
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn