STENBOL – OHD’ê li ber Edliyeya Bakirkoyê di salvegera 6’emîn de Tahîr Elçî bibîr anî.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê ji bo bîranîna Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a navçeya Sûra Amedê hatibû kuştin, daxuyanî da û wî bibîr anî. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em ê Tahîr Elçî ji bîr nekin” vekirin û wêneyên Elçî hildan. Parêzeran ji bo bîranîna Elçî rêz girtin.
Hevseroka OHD’a Stenbolê Arzû Eylem Kayaoglu destnîşan kir ku Elçî di encama cînayetek siyasî de hat kuştin û ev kuştin bi lêpirsîna li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dest pê kir û Edliyeya Bakirkoyê cihê destpêkirina kuştinê ye. Kayaoglu da zanîn ku heta niha di doza Elçî de tu pêşketin nîne. Kayaoglu anî ziman ku ew Tahîr Elçî ku wek hiqûqzanê serbilind û birûmet tê zanîn ji bîr nekin.
Parêzeran wêneyên Elçî li dîwarên Edliyê daliqandin û qerenfîl danîn erdê.