Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike

  • rojane
  • 10:28 30 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê her kes li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku weke "laboratoriya bêhiqûqiyê" bi nav dike rabe û got: "Eger Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêvajoyê bi awayekî bi bandor dewam neke, wê xwe înkar bike.” 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind, helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Ocalan û girtiyên din de biryara ku da ji ajansa me re nirxand. 
 
 
KOMÎTE BI MESELEYÊ DIZANE 
 
Turkdogan bi bîr xist ku teblîxên ku Tirkiyeyê di bin navê "Plana Çalakiyê" de pêşkêşî Komîteyê kirine ji rastiyê dûr in û ne bersivên têrker in û destnîşan kir ku Komîte dê pêvajoya bê ji nêz ve bişopîne û binirxîne û got: "Sekreterê Komîteya Wezîran hakimê mijarê ye û baş dizane ku mesele çi ye.”
 
DIVÊ ENCAM DEREKEVE 
 
Turkdogan derbarê pêvajoya serlêdanê û geşedanên ku dê di dema pêş de ji aliyê Komîteyê ve bên şopandin de jî wiha got: “Me li gorî biryarên DMME’yê serlêdan kir. Lijneya Wezîran bi civîna ku dê di navbera 30’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de pêk were ev mijar xist rojeva xwe û bi îhtîmaleke mezin dê pêşniyarên nû ji Tirkiyeyê re bike û bibêje ku divê çi gav bên avêtin. Dê li ser wê nirxandinekê bikin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ji ber ku girtina heta mirinê sîstemeke înfazê ya nayê qebûlkirin e, divê ev biryar bigihêje encamê. Di vê mijarê de ji aliyê DMME’yê ve biryara binpêkirinê heye, lewma eger Komîteya Ewropayê pêvajoyê bi bandor nedomîne, vê carê wê xwe înkar bike. Erka Komîteya Wezîran e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne, çavdêrî bike û bi cih bîne.” 
 
GIRÎNG E KU DIXE ROJEVA XWE 
 
Turkdogan da zanîn ku divê pêvajo dê di dosyayên Demîrtaş û Kavala de jî leztir bibe û got: “Di derbarê van çar dosyayan de ne di vê qonaxê de ye, lê eger Tirkiye daxwazên xwe pêk neyne, helbet ev dê bibe pêvajoyek ku dê di pêşerojê de bileztir bibe. Ji ber vê yekê girîng e ku di rojevê de be. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê Abdullah Ocalan û 3 kesên din, bi hezaran girtiyên li Tirkiyeyê jî eleqedar dike. Ne mimkûn e ku dewletên endamê DMME’yê vê yekê qebûl bikin. Loma jî divê meriv sebir bike. Bi dîtina min girîng e ku mijar were rojevê."
 
‘LI ÎMRALIYÊ HER TIŞT SIYASÎ YE’ 
 
Turkdogan bal kişand ser wê yekê ku DMME derbarê Ocalan û girtiyên din de biryarên ku ji hiqûqê zêdetir in û biryarên bi aqilane yên DMME’yê yên di serdema ku Ocalan bi îdamê dihat darizandin bi bîr xist. Turkdogan destnîşan kir ku serlêdana wan di pêvajoya heyî de jî tedbîrek hiqûqî ye û got: "Raporên serdanên CPT'yê yên li Girtîgeha Îmraliyê hemû tedbîrên hiqûqî yên li ser helwesta rêxistinên navneteweyî ya li hemberî Ocalan in. Bi gotineke din, her çiqas civakên navneteweyî û mekanîzmayên navneteweyî karên xwe yên hiqûqî pêk bînin jî, helwestên wan ên siyasî xurtir in. Ger ev helwestên siyasî nehatana girtin, wê tecrîd evqas giran dewam nedikir. Bi girtina biryarên bi bandortir, KE û CTP be, wan dikaribû fenomena tecrîdê bi tevahî ji holê rakira. Wisa xuya dike ku ew ji pozîsyona siyasî ya Tirkiyeyê re prîm dide. Helwesta siyasî ya Tirkiyê wan dixe zorê û dixuye ku ew naxwazin di vê mijarê de zêde zextê li Tirkiyê bikin. Lê ez dikarim bibêjim ku lijneya li dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî jî hem rexne û hem jî pêşniyar li Girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê heye. Em dikarin helwesta navneteweyî wekî kêmtir qanûnî û siyasî pênase bikin," 
 
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE’ 
 
Turkdogan anî ziman ku serlêdanên wan ên derbarê Ocalan û girtiyên din de gelek xwezayî ne û divê berdewam bin û wiha got: “Bifikirin ku kesekî din ne Ocalan bûya; Tu carî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, hûn li ser vê yekê çi difikirin? Berî her tiştî, divê hûn bi vî rengî lê binêrin. Bi gotineke din, dema mijar dibe hin maf, ne hewce ye ku mirov li nasname, zayend û aliyên siyasî yên xwediyê mafan binêre. Eger em hemû mafên mirovan biparêzin, divê em vê rewşê biparêzin, divê em ji bo her kesî biparêzin. Li dijî îşkenceyê rawestin ji bo her kesî ye, heke tecrîd ewqas giran bûye, êdî bûye rêbazeke îşkenceyê. Divê her kes li dijî vê derkeve. Divê desthilatdarên Tirkiyeyê jî li dij derkevin. Divê Serokkomar jî vê yekê qebûl neke û nebêje, ma ev dibe? Diviyabû bigota 'tu çima nahêlî malbat û parêzerên xwe bibînin?' Ji ber ku ev maf ji bo her kesî ne."
 
LABORATUVARA BÊHIQÛQIYÊ: ÎMRALI
 
Turkdogan destnîşan kir ku ew Girtîgeha Îmraliyê weke "laboratûwarê” bi nav dike û destnîşan kir ku pêkanînên derqanûnî yên li wir diqewimin, Tirkiye  jî fonksiyona belavkirinê dixwaze. Turkdogan bi van gotinan Girtîgeha Îmraliyê rave kir: “Yekemîn qeydkirina parêzer-muwekîlê li wir dest pê kir. Biryarên qedexekirina dadgeha înfazê, sûdgirtina ji rojname û kanalên televîzyonê û qedexekirina pevguhertina nameyan li wir dest pê kir û bi awayekî berfireh belav bû, ev jî ne tiştekî baş bû. Pirsgirêka tecrîdê ya li Tirkiyeyê di sala 2000’an de bi vekirina girtîgehên Tîpa F dest pê kir. Pişt re jî girtiyan li dijî vê yekê dest bi berxwedanê kirin. Di operasyona 19’ê Kanûnê û çalakiya greva birçîbûnê de zêdeyî sed girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Wek tê zanîn Ocalan heta demekê bi tenê ma. Pişt re jî girtiyên din hatin veguhestin. Lê dîsa jî yek bi yek di odeyên cihê de ne. Em vê ji daxuyaniya hikûmetê û hevdîtina dawî ya parêzeran a sala 2019’an jî fêm dikin. Em nizanin ka ew qada civakî ya hevpar bikar tîne yan na. Ev rewşeke ku ji tecrîdê wêdetir e û bi rastî jî tecrîd e, yanî rewşeke gelekî giran e. Em Ocalan weke aktorekî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd dibînin. Tecrîd û polîtîkaya tecrîda giran a li ser Ocalan tê meşandin, pirsgirêka kurd çareser nake.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

01/12/2021
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin