Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket

  • rojane
  • 09:02 22 Tebax 2020
  • |
img

AMED - Albûma bi navê "Xeyal" a hunermend Firat Med gihaşt ber destê muzîkhezan. Med, ji bo stranên di "Xeyal"ê de anî ziman ku her stranekê xwedî çîrokek e û got: “Stranên min nasnameya min in.”

 
Hunermend Firat Med, piştî albûma xwe ya yekem a bi navê “Spî”, niha jî bi albûma xwe ya duyem “Xeyal” li pêşberî mûzîkhezan e. Di albûmê de 8 stran hene. Stranên di albumê de cih digirin ev in: “Zîzanê” , “Eman Eman” , “Xeyal” , “Şeng û Peng” , “Ez namirim” , “Dilê min”, “Giyan” û “Soz” in. Strana “Eman Eman” ya hunermend Tehsîn Teha û “Ez Namirim” ya Cindiyê Xizan e. Gotin û muzîka stranên din yên Med in. Albûm li ser hemû platformên dîjîtal hatiye belavkirin. Hunermend Firat Med, der barê albûma xwe ya nû ‘Xeyalê’ û stranên xwe yên berê nivîsandî de axivî.
 
HEVDÎTINA BI HOZAN HOGIR RE 
 
Med, diyar kir ku cara ewil strana bi navê "Dîrok" nivîsandiye û got: “Dema min strana Dîrok çêkir, hê ez 17 salî bûm. Ez wê demê bi mêvandariyî çûm Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM). Li wê derê min û Hogir hev nas kir. Em hinekî bi hev du re man. Wî jî xebatên albûma nû dikir. Min jê re got ‘min marşeke wisa çêkiriye’. Guhdar kir, keyfa wî gelek jê re hat. Got ‘destûra te hebe ez dixwazim bixwînim.’ Min jî got ‘kerem bike bixwîne.’ Gotin û muzîka stranê yên min in. Wê demê bû diyariya Hozan Hogir." 
 
Med, hestên xwe yên ji bo stranan "Dîrok"ê wiha bilêv kirin: “Ji ber ku min ev stran nivîsandiye, serbilind im." 
 
Med, qala çîroka strana xwe ya "Zindan"ê jî kir û got: “Ez di sala 1999’an de li Amedê ketim zindanê. Nêzî 2 salan tê de mam. Dema ku ez di zindanê de bûm, min ew stran nivîsandibû. Piştî ku min di sala 2013’an de bi profesyoneli albûm derxist, min ew stran jî xist albûmê.”
 
‘ALBÛMÊN MIN HEST Û JIYANA MIN IN’
 
Med, der barê çêkirina stranên xwe de anî ziman ku evîn di jiyanê de hesta herî giran e û got: “Dema mirov evîndarê netew, erdnîgarî û dîroka xwe be, stran tên çêkirin. Evîna dilê min, evîna welat e. Her straneke min, xwedî çîrokek e. Albûmên min nasname, hest û jiyana min in. Di her albûmekê de rûpeleke jiyana min heye.”
 
Med, destnîşan kir ku ji ber rewşa awarte ya heremê û pêvajoya şewba vîrusa coronayê albûma wî ya ‘Xeyal’ bi derengî ketiye û got: “Nêzîkî salekê ez li ser albûma Xeyal xebitîm. Çima Xeyal? Ji ber ku hemû mirov bi xeyalên xwe jiyana xwe didomînin. Her mirov bi xeyalên xwe li pêşerojê dinêre û wisa ji jiyanê hez dike. Ji ber wê min xwest navê albûmê Xeyal be. Di nava albûmê de, strana Xeyal bi xwe jî heye. Albûma Xeyal ji 8 stranan pêk te. Her stranek xwedî çîrokekê ye. Strana Xeyal ji xeyalên mirovan, yên Şengê û Pengê û Zîzanê ku ji çîrokekê tên hene. 'Ez Namirim' heye. 'Eman Eman' heye. Straneke evînî heye, 'Dilê Min'. Giyan heye ku qala hebûna neteweya me dike. Strana 'Soz' heye. Cara yekemîn di vê albûmê de du stranên ne yên min, hene. Yek ya Tehsîn Taha ye, yek jî ya Cindiyê Xizan ê ji Heseke ya Rojava ye. Min xwest van hunermendên hêja û qedirbilind neyên jibîrkirin. Ji ber rêzgirtinê min stranên wan xistin albûma xwe ya nû.”
 
Med, bilêv kir ku bê enstruman melodiyên stranên xwe çedike û got: “Ez li enstrumanan naxim, lê ez bi xwe melodiyên stranên xwe çêdikim. Ew jî hest e. Çawa ew gotin bi hest derdikevin melodî jî wisa tên xemilandin. Ez stranên xwe nadim ber hev, ji ber ku ew hest hemû yên kurahiya dilê min in. Weke bexçeyekî ku cuda cuda kulîlk tê de bin. Albûmên min jî wek bexçeyê min in. Her kulîlkek li cihê xwe xweş û bedew e.”
 
‘XWEDÎ DERKETINA ZIMAN BI ÇAND Û HUNERÊ PÊK TÊ’
 
Med, diyar kir ku hunera kurd di tayê de ye û got: “Bi taybetî li bakurê welat hunera kurd di tayê de ye. Ji ber ku dubarekirin gelek heye û afirandin tune ye. Ji bo afirandinê nasîna dîroka xwe, evîn, hezkirina ziman û dilekî mezin lazim e. Mixabin li bakur hunera kurd weke bazirganiyê jî tê bikaranîn. Lê em ji bîr dikin ku zimanê me hebûna me ye. Xwedî derketina ziman bi afirandinê çêdibe. Xebata ji bo ziman weke nimêjê ez dibînim.” Med, bang li hunermendên kurd kir ku li çand, ziman, huner û dîroka xwe xwedî derkevin û got: “Hebûn ziman e. Xwedî derketina ziman jî bi çand û hunerê pêk tê.”
 
FIRAT MED KÎ YE?
 
Hunermend Firat Med, ji navçeya Farqînê ya Amedê ye. Niha jî li wir dijî. Ji zarokatiya xwe heya niha bi muzîkê re eleqedar dibe. Bi albûma “Spî” ya ku di sala 2013’an de derxist dest bi karê profesyonelî kir. Piştî 7 salan niha jî albuma dudoyan derxist. Strana “Dîrok” çêkir ku bi dengê Hozan Hogir hatiye naskirin. 

Sernavên din

24/08/2020
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN
23/08/2020
21:57 ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist
21:50 Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin
19:46 Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye
19:13 Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e
17:51 Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne
16:54 Ji şifêrên li Xabûrê 4 daxwaz
16:14 HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin
15:36 Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive
14:23 Li Pendîkê jinek hat kuştin
14:19 Li Artemêtê taviya baranê
12:49 Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin
12:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
11:53 'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin'
11:22 Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
11:22 Li Giresûnê hejmara miriyan derket 4'an
11:11 Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye
10:07 Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin
10:06 Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev
09:31 Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?
09:06 Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn
09:06 Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket
09:05 Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn
09:05 Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye
09:05 Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
09:04 Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
09:04 'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN
22/08/2020
21:26 Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun
20:47 22 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:54 HDP'î li Çewligê seredana odeyan û rêxistinên pîşeyî kirin
18:31 Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome
17:00 ‘Tevahiya kurdan tên tecrîdkirin’
16:58 'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin'
15:24 Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin
Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in
15:06 Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan