Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 10:50 13 Cotmeh 2024
  • |
img
EDENE - Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 10 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin. Şemsa Bagdû diyar kir ku heta faîlên hevjînê wê tên girtin û cezakirin dê têkoşîna wan bidome.  
 
Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Kadrî Bagdû ku 17 salan belavkariya Azadiya Welat dikir, di 14’ê cotmeha 2014’an de li semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê dema bi duçerxeya xwe belavkarî dikir hate qetilkirin. Bagdu, ji hêla kesekê li motorsîkletê siwar û kask li serê wî ve hate qetilkirin. Di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bagdû de bi lez û bez biryara “nepeniyê” hate dayin. Piştî lêpirsîna 15 mehan biryara nepeniyê hate rakirin. Li gel ku gumana ku Bagdû ji hêla DAIŞ’ê ve hatibe qetilkirin hebû jî weke bûyereke edlî hate destgirtin. 
 
'TÊKILDARÎ BÛYERÊ TU HÊMA NÎNIN’
 
Cîgirê Midûrê Şaxa Asayîşa Edeneyê cînayet lêkolîn kir û di fezlekeya amade kirî de cih da îfadeyên şahidan. Ji şahidan Mahmût Oguz diyar kir ku ji ber dengê çekan çûye ber derî, motorsîkleteke rengê wê sor a bi markaya yamaha bi lez û bez ber deriyê kargeha wî re derbas bûye, li milê rastê vegeriya û ber bi Bazara Sêşemê ve çûye, kaskeke sor li serê ajokar bû, parkekî reş li xwe kiribû. Li ser vê îfadeyê, polîsan ji291 motorsîkletên bi markaya Yamaha 125 YBR yên Edeneyê 176 jê kontrol kirin. Di vê navberê de, du roj piştî mirina Bagdû îxbarek hat ku kesekê li motorsîkletê siwar di nava kaxiza rojnameyê de tiştek avêtiye qenala avdanê. Di lêkolînê de derket holê ku di nava wê kaxizê de du plakayên cuda yên motorsîkletên hatine dizîn hene. Ji van plakayan yek jê ya motorsîklêta ji Sîlîfkeyê hatiye dizîn, ya din jî aydê motorsîklêta ji Erdemliyê hatibû dizîn bû. Lê belê ji bo plakayan wiha hate gotin: “Tu eleqeya wê bi kuştina Bagdû re nîne.” Di heman demê de polîsan tespît kirin ku li kolana hejmar 44 hezar û 292’yê ku Bagdû lê hatibû qetilkirin tu kamera tune ne. Piştre jî qeydên kamerayan ên aydê 47 kargehan hatin komkirin. Di du kamerayan de motorsîklet hate dîtin lê şexs nehate tespîtkirin. Polîsan îdia kirin ku “mobesse di dema çalakiyan de hatine texrîbkirin” lewma dîmen nehatine bidestxistin. 
 
'TEVÎ ÎTÎRAFAN JÎ DOSYA HATE GIRTIN’
 
Endamê DAIŞ’ê Servet Koç di sala 2016’an de li ser medyaya dijîtal peyam û dîmen ji kurê Bagdû, Îsmaîl Bagdû re şand. Di dîmen û peyaman de got bê ka cînayet çawa kirine û ji hêla dewletê ve çawa hatine bikaranîn. Koç, yek bi yek vegot bê ka cînayetên Bagdû, Gulduren û Albay ên li Edeneyê çawa kirine, da zanîn ku motorsîklêt aydê Mûrat Bulanik e, çek ji hêla kesekê ji Agiriyê yê bi navê Cûmalî ve hatiye peydakirin, çeka hatiye bikaranîn bi xeletî ve li mala Bulanik hatiye teqandin, heke tadîlata wê nehatibe kirin hêj niha jî dibe şopa wê li odeyê hebe. Lê tevî vê jî di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûn. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di cotmeha 2020’ê de cînayet weke “bûyereke edlî” nirxand. Li ser vê yekê malbatê bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. 
 
MALBAT: TILIYA DEWLETÊ TÊ DE HEYE
 
Şemsa Bagdû ku bi sala ye ji bo hevjînê xwe têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku di dosyaya lêpirsînê de tu pêşketin çênebûne. Bagdû, wiha got: “Faîl dernexistin holê û nedarizandin. Servet Koç ê DAIŞ’î îtîraf kir û cînayet vegot lê dewletê faîl negirt û nedarizand. Heta ku faîl tên girtin û cezakirin dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Em dixwazin faîl bên cezakirin. Di cînayetê de tiliya dewletê jî heye lê vê dernaxînin holê. Hevjînê min kurd û rojnameger bû lewma hedef hate girtin.” 
 
BEK: NAXWAZIN FAÎLAN CEZA BIKIN
 
Parêzerê malbata Bagdû, Tugay Bek jî anî ziman ku tevî delîl û îtîrafan jî di dosyayê de tu pêşketin çênabin. Bek, wiha domand: “Xuyaye ku ev êriş ji hêla hucreyeke DAIŞ’ê ya li Edeneyê ve hatiye kirin. Îtîrafên Servet Koç ê DAIŞ’î hene. Dibêje ku wan kiriye. Bagdû dihat naskirin lewma hedef hate girtin. Di çalakiyên wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin de hate tespîtkirin, derheqê wî de biryara girtinê hate dayin. Balkêş ku Bagdû di nava rojê de li naverasta kolanê hate qetilkirin lê tu dîmen tune ne. Heke dewletê bixwesta faîl an jî faîlan bibîne dê bidîta. Bagdû ji ber nasnameya xwe ya muxalîf hedef hate girtin û faîlên wî bi zanebûn nayên girtin. Bi guherîna rewşa siyasî re dibe ku faîlên cînayetê bên girtin û cezakirin.” 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen 
 

Sernavên din

13:14 Li Amedê daxuyaniya mitînga ‘Azadiyê’ | ZINDÎ
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve bi rê ketin | TÊ NÛKIRIN
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin