Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket 2020-08-22 09:02:58 AMED - Albûma bi navê "Xeyal" a hunermend Firat Med gihaşt ber destê muzîkhezan. Med, ji bo stranên di "Xeyal"ê de anî ziman ku her stranekê xwedî çîrokek e û got: “Stranên min nasnameya min in.”   Hunermend Firat Med, piştî albûma xwe ya yekem a bi navê “Spî”, niha jî bi albûma xwe ya duyem “Xeyal” li pêşberî mûzîkhezan e. Di albûmê de 8 stran hene. Stranên di albumê de cih digirin ev in: “Zîzanê” , “Eman Eman” , “Xeyal” , “Şeng û Peng” , “Ez namirim” , “Dilê min”, “Giyan” û “Soz” in. Strana “Eman Eman” ya hunermend Tehsîn Teha û “Ez Namirim” ya Cindiyê Xizan e. Gotin û muzîka stranên din yên Med in. Albûm li ser hemû platformên dîjîtal hatiye belavkirin. Hunermend Firat Med, der barê albûma xwe ya nû ‘Xeyalê’ û stranên xwe yên berê nivîsandî de axivî.   HEVDÎTINA BI HOZAN HOGIR RE    Med, diyar kir ku cara ewil strana bi navê "Dîrok" nivîsandiye û got: “Dema min strana Dîrok çêkir, hê ez 17 salî bûm. Ez wê demê bi mêvandariyî çûm Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM). Li wê derê min û Hogir hev nas kir. Em hinekî bi hev du re man. Wî jî xebatên albûma nû dikir. Min jê re got ‘min marşeke wisa çêkiriye’. Guhdar kir, keyfa wî gelek jê re hat. Got ‘destûra te hebe ez dixwazim bixwînim.’ Min jî got ‘kerem bike bixwîne.’ Gotin û muzîka stranê yên min in. Wê demê bû diyariya Hozan Hogir."    Med, hestên xwe yên ji bo stranan "Dîrok"ê wiha bilêv kirin: “Ji ber ku min ev stran nivîsandiye, serbilind im."    Med, qala çîroka strana xwe ya "Zindan"ê jî kir û got: “Ez di sala 1999’an de li Amedê ketim zindanê. Nêzî 2 salan tê de mam. Dema ku ez di zindanê de bûm, min ew stran nivîsandibû. Piştî ku min di sala 2013’an de bi profesyoneli albûm derxist, min ew stran jî xist albûmê.”   ‘ALBÛMÊN MIN HEST Û JIYANA MIN IN’   Med, der barê çêkirina stranên xwe de anî ziman ku evîn di jiyanê de hesta herî giran e û got: “Dema mirov evîndarê netew, erdnîgarî û dîroka xwe be, stran tên çêkirin. Evîna dilê min, evîna welat e. Her straneke min, xwedî çîrokek e. Albûmên min nasname, hest û jiyana min in. Di her albûmekê de rûpeleke jiyana min heye.”   Med, destnîşan kir ku ji ber rewşa awarte ya heremê û pêvajoya şewba vîrusa coronayê albûma wî ya ‘Xeyal’ bi derengî ketiye û got: “Nêzîkî salekê ez li ser albûma Xeyal xebitîm. Çima Xeyal? Ji ber ku hemû mirov bi xeyalên xwe jiyana xwe didomînin. Her mirov bi xeyalên xwe li pêşerojê dinêre û wisa ji jiyanê hez dike. Ji ber wê min xwest navê albûmê Xeyal be. Di nava albûmê de, strana Xeyal bi xwe jî heye. Albûma Xeyal ji 8 stranan pêk te. Her stranek xwedî çîrokekê ye. Strana Xeyal ji xeyalên mirovan, yên Şengê û Pengê û Zîzanê ku ji çîrokekê tên hene. 'Ez Namirim' heye. 'Eman Eman' heye. Straneke evînî heye, 'Dilê Min'. Giyan heye ku qala hebûna neteweya me dike. Strana 'Soz' heye. Cara yekemîn di vê albûmê de du stranên ne yên min, hene. Yek ya Tehsîn Taha ye, yek jî ya Cindiyê Xizan ê ji Heseke ya Rojava ye. Min xwest van hunermendên hêja û qedirbilind neyên jibîrkirin. Ji ber rêzgirtinê min stranên wan xistin albûma xwe ya nû.”   Med, bilêv kir ku bê enstruman melodiyên stranên xwe çedike û got: “Ez li enstrumanan naxim, lê ez bi xwe melodiyên stranên xwe çêdikim. Ew jî hest e. Çawa ew gotin bi hest derdikevin melodî jî wisa tên xemilandin. Ez stranên xwe nadim ber hev, ji ber ku ew hest hemû yên kurahiya dilê min in. Weke bexçeyekî ku cuda cuda kulîlk tê de bin. Albûmên min jî wek bexçeyê min in. Her kulîlkek li cihê xwe xweş û bedew e.”   ‘XWEDÎ DERKETINA ZIMAN BI ÇAND Û HUNERÊ PÊK TÊ’   Med, diyar kir ku hunera kurd di tayê de ye û got: “Bi taybetî li bakurê welat hunera kurd di tayê de ye. Ji ber ku dubarekirin gelek heye û afirandin tune ye. Ji bo afirandinê nasîna dîroka xwe, evîn, hezkirina ziman û dilekî mezin lazim e. Mixabin li bakur hunera kurd weke bazirganiyê jî tê bikaranîn. Lê em ji bîr dikin ku zimanê me hebûna me ye. Xwedî derketina ziman bi afirandinê çêdibe. Xebata ji bo ziman weke nimêjê ez dibînim.” Med, bang li hunermendên kurd kir ku li çand, ziman, huner û dîroka xwe xwedî derkevin û got: “Hebûn ziman e. Xwedî derketina ziman jî bi çand û hunerê pêk tê.”   FIRAT MED KÎ YE?   Hunermend Firat Med, ji navçeya Farqînê ya Amedê ye. Niha jî li wir dijî. Ji zarokatiya xwe heya niha bi muzîkê re eleqedar dibe. Bi albûma “Spî” ya ku di sala 2013’an de derxist dest bi karê profesyonelî kir. Piştî 7 salan niha jî albuma dudoyan derxist. Strana “Dîrok” çêkir ku bi dengê Hozan Hogir hatiye naskirin.