Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin

  • rojane
  • 14:56 20 Tebax 2020
  • |
img

ŞIRNEX/MÊRDÎN- Bertekên li dijî mirina jina ciwan Îpek Er ku Çawişê Pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû, zêde dibin. Jinan li Şirnexe û Mêrdînê derbarê bûyerê de daxuyanî dan û wiha bertek nîşan dan: "Ji bo ku tecawîzkar û tacîzkar bi cezayên herî giran bên cezakirin, emê tebikoşin." 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derbarê bûyara Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê tecawizî jina ciwan Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê de xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan derdora jinan dorbeç kirin û biryara qedexeya walitiyê wekî hincet nîşan dan û nehiştin ku jin daxuyanî bidin. Lê jinan tevî hemû astengiyên polîsan jî daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêxistinên navend û navçeyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên "Ji tundiya jinê re na", "Qetlîamên jinan polîtîkîn" û "berxwedan Jiyane" hatin rakirin.
 
Hevseroka rêxistina  HDP'ê ya Cizîrê Gûler Tunç daxuyanî da. Tunç, anî ziman ku bi salane li herêmê polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û wiha axivî: "Jina ciwan Îpek Er a Mûsa Orhan tecawîzê wê kiribû, duh li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Dixwazin gelê kurd û erdnîgariya kurd li ser bedena jinê perçe bikin. Ev bi destên polîs û leşkeran tê kirin. Lê em jin, emê li her qadê li dijî vê hişmendiyê berxwe bidin û em ê bêdeng nemînin."
 
'NIRXÊN CIVAKÊ TÊN HEDEF GIRTIN'
 
Tunç, dest nîşan kir ku yên dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin, dibin sedema zêdebûna tundî û êrîşên li ser jinan û wiha bilêv kir: "Bi êrîşên zayendî nirxên civakî tên hedef girtin. Mafê zarokan û jinan ji destê wan tê girtin. Bêgûman li dijî van polîtîkayên taybet em jin wê li her derê berxwe bidin."
 
'TIŞTA KU LI KURDISTANÊ TÊ MEŞANDIN POLÎTÎKE'
 
Piştî Tunç, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî axivî û wiha got: "Em ê rojekê bi tenê jî kolanan vala nehêlin. Em ê destûr nedin ku hûn bi gotina du kesan xelas bikin. Ji çekên xwe hêz digirin. Em ê destûr nedin ku hûn bi çekên xwe êrîşên zayendî meşru bikin.Tişta ku li Kurdistanê tê meşandin polîtîk e. Divê li dijî van polîtîkayan û êrîşên faşîzan kesek bêdeng nemîne."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadi’ bi dawî bû.
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdîn û navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê  jî, der barê bûyerê de daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de, wiha hat gotin: "Hûn çima faîlên êrîşkarên zayendî diparêzin? Hûn bi van polîtîkayan civakê ber bi tunebûnê ve dibin. Em bang li hemû jinan dikin ku, li dijî van êrîşan tebikoşin."
 

Sernavên din

20/08/2020
16:05 Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
15:58 Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da
15:48 Qûrbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
15:32 ‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’
15:14 Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin
15:10 Xebatkarê teknîkê yê nexweşxaneyê ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:56 Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin
14:41 Beştaş: Wê mizgîniya mezin çûyîna te be
14:34 Xebatkarên NÇM’ê: Em ê hunera xwe bidomînin
14:24 Mizrakli: Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe
14:16 Ozturk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
13:51 HDK: Divê kesên çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin bên darizandin
13:35 Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e
13:30 Temellî: Tu mîzgînî wê nekarin welat ji krîzê derbixin
13:28 Li Cizîrê polisan bi ser malekê de girt
12:56 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:55 11 kes di xwepêşandana Zaxo de birîndar bûn
12:43 '2 balafira keşfê yên Tirkiyeyê li Şêladizê ketin xwarê
12:31 Polîsan mudaxileyî jinên xwestin hesabê Îpek bipirsin kirin
12:01 Leşkerên şivan derp kirin, gefa cezayê pere li wan xwarin
11:59 HDP: Em kesên ku çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtine nelet dikin
11:46 Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye
11:37 Ew du polîsên li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin
10:51 HDP: Kerbela remza berxwedanê ya gelê mezlûm e
10:50 Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû: Rêwingî û Avahiya Kevirî û Ên Din
10:20 Feraseta xwe diyar kir
09:45 Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin
09:27 Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê'
09:25 DTO: Li Amedê 3 rojan testa vîrûsê nekirin
09:04 Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin
09:03 Şert û mercên li nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in
09:03 Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane
09:03 3 karkerên bi covît-19 tevî 10 karkeran din dimînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN
07:59 Balafirên TSK'ê Zaxo bombe kir
19/08/2020
21:28 Bûldan starta 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' da: Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşineke pev re
21:00 Hezar û 303 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:33 Polîs daxuyaniya HDP'ê asteng kir
19:21 Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hat girtin
16:50 Ji jinan berteka Î.E.: Hêrsa me ji êşa me mezintir e
16:14 ÎHD: Nameya Î.E. emanete jinan e
14:58 Biryar dan ku çawîşê pispor ê bû sedema mirina Î.E. bê girtin
14:50 Eskerên gor rûxandin bang li malbatê jî kirin ku îfade bidin
14:41 Wezîrê Yewnan: Tirkiye, di bêaramiya herêmê de rol dilîze
13:59 Li Mêrdînê berteka qeyûm: Wê qet nikaribin vîna gel teslîm bigirin
13:01 Endamên meclisê yên HDP'î hatin binçavkirin
12:54 Li Colemêrgê cenazeyê jinekê hat dîtin
12:36 Penaberên afgan bi xapê li şûna Enqere danîn Farqînê
12:25 Hevşaredarê Wanê Avci: Me destpêkê kaniyê nelirêtiyan ziwa kir
10:51 Mizrakli: Heke em îro nebêjin bise wê sibê li her derî pêk bê
10:35 Dadgehê Hevşaredarên Awiskê serbest berdan
10:07 Endamê Meclîsa HDP’ê li ewlekariyê bi malbata xwe hat tehdîtkirin
09:32 Cenazayê Î.E. di bin dorpêça polisan de hat definkirin
09:04 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir: Kesên dixwazin pirsgirêka kurd hel bikin, divê Ocalan esas bigirin
09:02 Xwediyê eywanên dawetan: 2 hezar û 400 kes mexdûr bûn
09:01 Serokê Vansporê ji bo çend qurîş pere HDP'ê sûcdar kiriye
09:01 DMME'yê der barê pankarta 'Ciwan ber bi HPG'ê ve' de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'AN
07:30 Dayika Aştiyê Halime Dilek spartin axê
18/08/2020
23:59 Îtiraza li dijî îadekirina îdianameya çawîşê pispor hat qebûlkirin
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 6 hezar û 16
19:27 Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Kaya hat berdan
19:19 KESK: Endam û rêveberên me demildest berdin
16:38 Hashtaga #MusaOrhanTutuklansın hat vekirin
16:07 Hempîşeyên Tîmtîk û Unsal: Em naxwazin hemîşeyên xwe winda bikin
15:19 Ji SES’ê kampanya ‘Karê ewledar pêşeroja ewle’
15:10 Daxwaza 'Bila Davutoglu di doza Pirsûsê de bê guhdarkirin' red kirin
14:37 Guven: Divê têkoşîn bê hevparkirin
14:23 430 xizmetkarên tenduristiyê li Amedê bi vîrûsa covît-19 ketin
13:43 Li Qoserê mirina bi guman a jinekê
13:20 Egîtîm-Sen: Binçavkiriyan berdin
13:05 Serokên baroyan serdana Tîmtîk û Unsal kirin
12:56 İ.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kiribû jiyana xwe ji dest da
12:23 HDP: Çareserî bi bidawîkirina tecrîdê dibe
12:13 Di şerê navbera 2 gundan de kesekî jiyana xwe ji dest da
11:46 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
11:27 Wê HDP zîncîra aştiyê ava bike
11:08 Dolar ji 7,40’an derbas kir û reqor şikand
10:31 Ji Banqaya Navendî pêngaveke din
10:21 Dayika Aştiyê Halîme Dîlek jiyana xwe ji dest da
10:14 Koçyîgît: Çavkaniya pirsgirêkên li welat polîtîkaya tecrîdê ye
09:30 Banga ji bo Rihayê: Li hemberî senaryoya xirab amadekarî
09:26 Walî ji karker re got: Patron dibêje ez nahêlim DÎSK were fabrîkeya min
09:25 Li Colemêrgê 12 kes hatin girtin
09:21 Şert û mercên karkerên findeqan
09:17 Turfent û Ataman der barê Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn
09:10 Li sêpiyan tûrikan çêdike
09:08 Çopên eskerên di karantînayê de li derdorê belav bûne
09:04 Li Wanê rojê 800 kes bi gumana Covîd-19'ê serî li nexweşxaneyê didin
09:02 Zilamê ku hevjîna xwe û keça xwe birîndar kir, gef li zarokên xwe xwar
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN
17/08/2020
21:30 Hejmara pêketîyên Covîd-19'ê bi ser 250 hezarî ket
19:19 Heyeta KCD û DBP'ê li Mêrdînê seredana rêxistinên civaka sivîl kir
17:14 Li Şirnexê 5 kes hatin girtin
16:34 Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê hat binçavkirin
16:33 Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
16:03 Ji ber parvekirina medya civakî hat binçavkirin
15:50 Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin
15:04 22 saetan li benda hatina dozger man
14:54 Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin