Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin 2020-08-20 14:56:40 ŞIRNEX/MÊRDÎN- Bertekên li dijî mirina jina ciwan Îpek Er ku Çawişê Pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû, zêde dibin. Jinan li Şirnexe û Mêrdînê derbarê bûyerê de daxuyanî dan û wiha bertek nîşan dan: "Ji bo ku tecawîzkar û tacîzkar bi cezayên herî giran bên cezakirin, emê tebikoşin."    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derbarê bûyara Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê tecawizî jina ciwan Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê de xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan derdora jinan dorbeç kirin û biryara qedexeya walitiyê wekî hincet nîşan dan û nehiştin ku jin daxuyanî bidin. Lê jinan tevî hemû astengiyên polîsan jî daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêxistinên navend û navçeyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên "Ji tundiya jinê re na", "Qetlîamên jinan polîtîkîn" û "berxwedan Jiyane" hatin rakirin.   Hevseroka rêxistina  HDP'ê ya Cizîrê Gûler Tunç daxuyanî da. Tunç, anî ziman ku bi salane li herêmê polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin û wiha axivî: "Jina ciwan Îpek Er a Mûsa Orhan tecawîzê wê kiribû, duh li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Dixwazin gelê kurd û erdnîgariya kurd li ser bedena jinê perçe bikin. Ev bi destên polîs û leşkeran tê kirin. Lê em jin, emê li her qadê li dijî vê hişmendiyê berxwe bidin û em ê bêdeng nemînin."   'NIRXÊN CIVAKÊ TÊN HEDEF GIRTIN'   Tunç, dest nîşan kir ku yên dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin, dibin sedema zêdebûna tundî û êrîşên li ser jinan û wiha bilêv kir: "Bi êrîşên zayendî nirxên civakî tên hedef girtin. Mafê zarokan û jinan ji destê wan tê girtin. Bêgûman li dijî van polîtîkayên taybet em jin wê li her derê berxwe bidin."   'TIŞTA KU LI KURDISTANÊ TÊ MEŞANDIN POLÎTÎKE'   Piştî Tunç, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî axivî û wiha got: "Em ê rojekê bi tenê jî kolanan vala nehêlin. Em ê destûr nedin ku hûn bi gotina du kesan xelas bikin. Ji çekên xwe hêz digirin. Em ê destûr nedin ku hûn bi çekên xwe êrîşên zayendî meşru bikin.Tişta ku li Kurdistanê tê meşandin polîtîk e. Divê li dijî van polîtîkayan û êrîşên faşîzan kesek bêdeng nemîne."   Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadi’ bi dawî bû.   MÊRDÎN   Li Mêrdîn û navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê  jî, der barê bûyerê de daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de, wiha hat gotin: "Hûn çima faîlên êrîşkarên zayendî diparêzin? Hûn bi van polîtîkayan civakê ber bi tunebûnê ve dibin. Em bang li hemû jinan dikin ku, li dijî van êrîşan tebikoşin."