Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
- çand û huner
- 12:11 17/10/2017
Li Mêrsînê komên şanoyê yên herêmî bi Şaredariya Yenîşehîrê li ser buhayê salonan li hev kirin. Buhayê salonan ji sedî 75 hat kêmkirin.
Li Mêrsînê komên şanoyê yên herêmî bi Şaredariya Yenîşehîrê li ser buhayê salonan li hev kirin. Buhayê salonan ji sedî 75 hat kêmkirin.
Kovara Roperî li girtîgeha Şakranê her 3 mehan carekê bi nivîs û keda jinên girtî derdikeve û bi hejmara nû derket. Di hejmara kovarê ya nû de berxwedana Kobanê hat hûnandin.
Fîlmê "7 roj û 7 şev" a ku ji bo bîranîna Dayika Taybet hat çêkirin, hêjayî xelatê hat dîtin. Dayika Taybet li Silopiyayê bi guleya polîsan hatibû kuştin û cenazeyê wê hefteyekê li naverastê mabû.
Mamostayên muzîk û şanoyê ji bo hunerek alternatîf li bajêr pêş bixin, civiyan û Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn vekirin.
Di xebata bi navê “Metnên Verên yê Kirdkî” de ku di warê zaravayê kîrmanckî de metnên ewil ên tomarkirî di xwe de dihewîne gelek xeberoşk, destan, çîrokên der barê şer û pevçûnên di navbera mîr û eşîretên kurdan de qewimîne cih digirin. Ev keresteyên folklorîk di dema Herba Qirimê de ji kurdên dîlgirtî hatine guhdarkirin û tomarkirin.
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema nû kir. Derhêner Nazim Hîkmet Çalişkan wiha got: “Vê serdemê me xebatên xwe berfirehtir kirin. Lîstikên ku me ji şanoya cîhanê wergerandine, em ê nîşan bidin.”
Hunermend Mikail Aslan, amadekariyê albuma xwe ya nû dike. Aslan ji bo dubare rojevbûna tirkîkirina muzîka kurdî wiha got: “Aşkerebûna vê yekê pir girîng e.”
Albuma Koma Zelal a bi navê “Gurgum” ji Kom û Mîr muzîkê derket. Koma Zelal got ku ew difikirin albumê pêşerojê bi zaravayê kirmanckî û soranî jî berhmena derbixin.
Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: "Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”
Platforma Şanoyan a Kadikoyê ku bi awayekî kolektîf hat avakirin, bi şahiya şanoyê ku dê di navbera 2-15’ê Cotmehê de bê lidarxistin dest bi serdema nû kir.
Nuran Erden a 55 salî wêneyên li ser dîwarên gundê lê dijî xêzkirin, gund veguherandiye pêşengeha huner. Erden hem şivan û hem jî wenesazê gund e. Erden, diyar kir ku bi xêzkirina wêneyan balê dikişîne ser bûyerên civakî.
Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal, tabelaya Parka Mehmed Uzun daxist. Qeyûm çarîka helbesta Hilbe Agrî jî rakir.
Evdirehman Elçek, ku bi pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê “Neban”ê berê xwe da çîroknûsiya kurdî, li gel bedewiya fizîkî ya kurmancî hêlên wê yên civakî, ruhî û derûniyî jî dide der. Neban, jiyaneke trajîk a gumgumokekê vedibêje û balê dikêşe ser “biyanîbûna” vê jiyanê.
Hunermend Bilgesu Erenus, anî ziman ku li tevahiya welat yek ji derdora ku di warê polîtîk de tengijiye û bêdeng maye derdora hunerê ye û wiha got: “Divê ji bo rewşenbîran tirs tune be.”
Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, li dijî dejenerekirina çandê, ji bo jiyan û hunereke alternatîf Mala Çandê ya Seruvenê ava kirin û her kesî vedixwînin vê malê.