Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe

img
WAN - Li Wanê Keşîşxaneya St. Thomasê ji ber bêxwedîtiyê hindik maye bi temamî xera bibe. Keşîşxane, niha bûye warê heywanan. 
 
Li Taxa Altinsaç a navçeya Westan a Wanê Keşîşxaneya Ermenî ya St. Thomas ku di sedsala 11'an de li ser çiyayekî 2 hezar metre bilind li hemberî Gola Wanê hatiye avakirin, mirov heyr û hejmekar dihêle. 
 
Li bajêr yek ji warên ku herî zêde kes serdana wê dikin ev dêr e. 75 kîlometreyan dûrî Wanê û 40 kîlometre jî dûrî Westanê ye. 
 
HINDIK MAYE XERA BIBE 
 
Lê belê ev keşîşxaneua dîrokî ku yek ji avahiyên herî kevn û dîrokî yên Wanê ye, niha ji ber bêxwedîtiyê hindik maye xera bibe. Ji bo bê restorekirin û parastin gelek caran bangawazî hatine kirin, lê belê dîsa jî ji bo dêrê tu tevdîr nehatine girtin. Keşîşxane, niha hem bûye warê defînegeran hem jî ji ber ku bêxwedî maye bûye warê heywanan. 
 
Her wiha goristana dîrokî ya aydê ermeniyan ku nêzî keşîşxaneyê ye jî jî di heman halî de ye û defînegeran gelek gorên wê kolandine. 
 
MA / Dîndar Karataş