Çima Ocalan kirin armanc?
- analîz
- 09:04 10/2/2021
Hêzên Navdewletî ku di sedsala 21'an de dîsa Rojhilata Navîn xistin dorpêçê, ewil Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin armanca xwe. Siyasetmedar û endamê Koma Aştiyê Seydi Firat, destnîşan kir ku piştî têkçûna artêşa Sadam a salên 1990’î hem di qada navneteweyî de hem jî li Rojhilata Navîn gelek tevgerên şoreşger têk çûn û belavbûn û wiha got: "Lê tevgera azadiya Kurd li dijî vê yekê pêş ket, mezin bû û li herêmê bû tevgera azadiyê ya bingehîn. Ji ber wê hêzên navdewletî xwestin pêşî li Tevgera Azadiyê bigirin û komplo pêş xistin."