Kela berxwedanê: Kobanê
Di ser azadkirina Kobanê re ku ji hovîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin 8 sal derbas bû. Bi pêşengiya kurdan berxwedanek man û nemanê hat kirin û nîşanî dinyayê dinyayê hat dayîn ku kurd û berxwedana xwe nakevin.
Di ser azadkirina Kobanê re ku ji hovîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin 8 sal derbas bû. Bi pêşengiya kurdan berxwedanek man û nemanê hat kirin û nîşanî dinyayê dinyayê hat dayîn ku kurd û berxwedana xwe nakevin.
Li her bajarekî Îranê, bi navên Înkilab û Azadî meydan hene. Di 43 salan de ji bo ku gel, ji Meydana Înkilabê bigihîje Meydana Azadiyê bi hezaran welatî hatin kuştin û bidarvekirin. Lê gelên Îranê dibêjin ku ev car bi biryar in wê riya xitimiye vekin.
Li bajarê ku Jîna Emînî lê ji dayikbû û wê spartine axê, zarokên deh salî ji dayikên xwe pirsa "dema em hatin temenê Jîna, dibe ku tişta hatiye serê Jîna bê serê me jî?" dikin. Evînar Seqiz, dibêje ku vê pirsê kir ku bi dehhezaran welatî bibin lehî û biherikin ser gora Jîna Emînî.
Li Bokanê gel ji du mehan zêdetir e li hemberî hêzên rejîme li ber xwe dide. Di du hefteyên dawî de li vî bajarî 11 welatî ji hêla hêzên rejimê ve hatin kuştin. Welatiyekî ku bi xwe jî birîndar bûye dibêje, "Em ji bo zarok, zilma ku me dîtiye nebînin li kolanan e."
Pîranşar bajarekî Rojhilat e ku di sînorê Başûr de ye. Zarokên 16 salî Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade li vir hatin kuştin. Malbatên wan dibêjin ku piştî zarokên wan hatine kuştin dewletê ji wan xwestiye gel sûcdar bikin.
Li Mahabadê bi jineke ku cara yekemîn e tevlî çalakiyan bûye û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kiriye re hevdîtin dikim. Jina ku dibêje "min bi wê dirûşmê tirs danî aliyekî" behsa roja kuştina Kubra Şêxa Seqa dike û dibêje, "ew jineke şoreşger bû."
Di ketina Mahabad'ê de noqteyeke polîsan heye. Piştî ji vê noqteyê derbas dibim maketê balefireke şer ku li ser qaîdeyekî hatiye rûniştandin balê dikişîne. Li vî bajarê ku ligel di du mehan de gelek kes hatine kuştin jî bi paş ve gav navêje, şopên çalakiyan dibînim.
Riya ku di navbera çiyayan de mîna marekî dilife li pey xwe dihêlim û di deşteke bi rengên payizê xemilîye de derbas dibim, dikevime Xoyê. Piştî li vî bajarê ku gelheya wê nêzî 500 hezarî ye digerim, derbasî Ûrmiyeyê dibim. Kesên bi wan re diaxifim dibêjin ku gel ji rejima Îranê pir kişandiye.
Ez dixwazim biçim Îranê û geşedanên li wir rasterast bi çavên xwe bibînim. Ji ber dizanim bi dehan rojnameger girtî ne û rojnamegerên ji derve diçin jî bi tewanbariya sixûriyê têne girtin ditirsim. Her kesê pê dişêwirim bo neçim gumanên xwe dibêje û dixwaze ez ji biryara xwe vegerim. Bo vê yekê êdî bi kesî naşêwirim û çi dibe bila bibe dixwazim bi xwe bibînim. Êdî li Îran'ê me.
Abdurrahman Gok, çû Rojhilat û Îranê dît û nivîsî…
Nivîskar Berrîn Sonmez a endama EŞÎK’ê diyar kir ku yek ji tundiya li ser jinan jî siyaseta nêrza ye û têkoşîna jinên HDP’yî ji ya jinên din ên di nava muxalefetê de bi hêztir e.
Aktîvîsta mafên jinan Tooba Lutfî diyar kir ku astenga herî mezin a li ber pergala Talîban têkoşîna jinan e û wiha got: “Niha em weke li Îranê berxwedaneke baş nikarin nîşan bidin lê em hêdî û ji kûr ve xwe bi rêxistin dikin, em ê di nava demê bi awayekî baş werin. Ji bi hev re ne, armanc diyar e.”
Endama NADA’yê Sewsen Mehmûd têkildarî têkoşîna jinan wiha got: "Sedsala 21'emîn di pêşengiya jinên Rojhilata Navîn de tê birêxistinkirin. Di encama nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser jinan de, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ şoreş hat destpêkirin. Ez dikarim bi dilgermî bêjim ku jinên cîhanê çareseriyê di paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan de dibînin.”
Rojnamegera ji rojhilat Evîn Keştkar diyar kir ku piraniya civakê di wê baweriyê de ye ku bêyî azadiya jinan azadiya civakê ne pêkan e û got: “Destpêkerê têkoşînê Kurdistanê ye. Tevî hemû êrişan jî teqez em ê bi ser bikevin.”
Rêvebira Xebatên Qada Civakî ya Weqfa Mor Çatiyê Bîrgul Karakaş diyar kir ku bi saya têkoşîna jinan, tundiya zilaman a di nava civakê de êdî ji mijarên “li ser nayê axaftin” derketiye û wiha got: “Lê belê ji ber ku dewlet berpirsyariyên xwe bicih nayîne, di roja me de bi awayên cuda zêdetir dibe. Têkoşîna jinan, hem jin û hem jî tundî berbiçav kir.”