Belgefîlma Bîr: Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin

img
AMED – Dema mirov dibêje bîr, du tişt tên bîra mirovan. Yek bîra avê û yek jî bîr ango hişê mirovan. Rast e ev bîr her du ne jî. Belgefîlma “Bîr” a ku qala çîroka 7 windayên li Kerborana Mêrdînê û berxwedana malbatên windayan dike cara ewil e li Tirkiyeyê hat pêşandan. “Bîr” serpêhatiya windayan bi zelalî dibêje. Malbatên ji bo dîtina cenazeyên xwe têdikoşin wiha dibêjin: “Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin.” 
 
Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan de Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê, Weqfa Mafên Mirova a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya Amedê û Însiyatîfa Maf, Belgefîlma “Bîr” a ku behsa windahiyan dike dan pêşandan. Pêşandana belgefîlmê li Şanoya Bajêr a Amedê pêk hat. Di pêşandana belgefîlma “Bîr” a ku cara ewil e li Tirkiyeyê û bajarên kurdan tê pêşandan de nûnerên rêxistinên mafên mirova û gelek welatî beşdar bûn. 
 
TÊKOŞÎNA MALBATAN KÊLÎ BI KÊLÎ VEDIBÊJE 
 
Derhênerê belgefîlmê Veysî Altay jî di pêşandanê de amade bû. Belgefîlma “Bîr” behsa çîroka 7 welatiyên ji gundên navçeya Kerbora Mêrdînê yên ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin windakirin dike. Belgefîlma di şexsê têkoşîna malbatên her 7 windayan de behsa têkoşîna hemû malbatên windayan ên ku li Qada Galatasarayê li aqûbeta xizmên xwe dipirsin dike. Her wiha di belgefîlmê de behsa lêgerîna malbatan a ku xizmên wan di bîran de ne dike. Têkoşîn û lêgerîna malbatan a ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe kêlî bi kêlî di belgefîlmê de tê vegotin û nîşandan. Heta ku malbat hestiyên xwe dibînin û hestiyên xwe binax dikin. 
 
HESTÎ DI BÎR Û ŞIKEFTAN DE RIZIYAN E
 
Dema mirov li belgefîlmê temaşe dike ji bilî xemgînî û zilmê tiştek nayê bîra mirovan. Belgefîlm ji serî heta dawiyê tije êş û xem e. Mirov di belgefîlmê de dibîne ku mirov çawa bi hovane hatine kuştin û windakirin. Gotin di cih de be her kêliyek dokûmanterê mûyê canê mirov dike şûjin. Dilê mirovan lê dide. Di kêliyek belgefîlmê de di şikeftekê de cilên windayan tê dîtin. Di cilan de hêj şopa gulan heye û tê xûyakirin ku çend gule li bedena mirovan dane û wan avêtine bîrên bê binî. Hestiyên mirovan di bîrên bêdengiyê,di binê ax û şikeftan de riziyan e. Dema hestî tên dîtin êdî cihê gotinê namîne, tenê çavek zîqmayî û xemgîniyek li ser rû xwe berê hemû deştên dilê mirovahiyê dide û dar, sewal, xweza, av û çiyayan jî bi xwe re xemgîn dike. 
 
ERDNÎGARIYA XWEŞIK VEGUHERIYE ‘GORÊN KOMÎ’  
 
Hin kêliyên belgefîlmê jî xweşikiya li ser rûyê vê erdnîgariyê vedibêje. Ji heybetiya xweşikiya çiyayan bigire heta xwezayê. Belgefîlm dibêje li ser erdnîgariyek ewqas xweşik û têr û tije çawa qetilkirin, windakirin, îşkence û bîrên sar bûye para mirovan û her bihostek vê axê veguheriye “gorên komî.” 
 
‘RASTIYA GORÊN KOMÎ’ 
 
Di şikeft û bîran de hestiyên mirovan tên dîtin. Hemû bedena mirovan li ser hev kom kirin e. Ji ber vê yekê ye jê re dibêjin “gorên komî.” Rastiya gorên komî di belgefîlma “Bîr” de her tiştî bi zelalî dibêje. Ew dayik her hefte li Qada Galatasarayê behsa vê hovîtî, rastiya gorên komî, rizandina hestiyên zarokên xwe dikin. Tenê çend gotinên wan heye û wiha hestên xwe tînin ziman: “Wî birin û êdî min wî nedît. Bi salan e çavên min li rê ne. Ez hêj dibêjim belkî saxbin werin jî. Cenazeyê zarokên me hestî bin jî, em wan hestiyan dixwazin. Bila tenê gorek zarokên me, hevjînên me û xwişkên me hebe, da ku em carna dikaribin biçin ser gora wan. Bila em dizanibin ku hestiyên me li ku ne. Heta em saxbin em ê doza hestiyên xwe bikin. Heta em saxbin wê ev têkoşîn li vê qadê dewam bike.” 
 
‘DEWLETÊ GOŞTÊ ME XWAR, EM HESTIYAN DIXWAZIN’
 
Yek ji tişta herî balkêş a ji axaftinên xizmên windayan ku di dokumanterê de diaxivin jî ew e, “Dewletê goştê zarokên me xwar, em hestiyan dixwazin.” Ev hevok dilê mirovahiyê disojîne. Mirovan matmayî dihêle û diponîjîne, rê li ber rondikên çavan vedike. 
 
NE LI ŞILÎ, GERM Û ASTENGIYAN GUHDAR NAKIN 
 
Yek ji wan mijarên belgefîlmê jî ew e ku berxwedana malbatan a bi dehan salan tê pêşandan. Malbat bêyî ku li şilî, berf, sir, seqem, baran, tûfan, qeyleqija havînê, mertal, polîs, bariyer û astengiyan guhdar bikin berê xwe didin meydana Galatasarayê û li vir her heftê behsa serpêhatiyek windayek dikin. Her wiha têkoşîna malbatan a ji bo dîtina cenazeyan hêjayî dîtinê ye. Li ser her bîrê behsa bûyerê tê kirin.
 
Malbat bi şev û roj, bi meh û salan têkoşîna dîtinê ya hestiyên xizmên xwe didin. Di vê dema dûr û dirêj a lêgerînê de derûniya malbatan a ku şûna xwe ji trajediyê re berdide mirovan ber bi cîhanek din ve dibe. 
 
ÊŞ LI WAN DIBE MIZGÎNÎ
 
Herî dawî jî di belgefîlmê de derhêner diçe cem malbata yek ji windayan a Abdurrahman Coşkun û agahiya ku hestiyên zarokê wan hatine dîtin û dê bên definkirin dide dayik Hediye Coşkun. Dayik vê agahiyê wek “mizgînî” binav dike û ji derhêner re dibêje “te mizgînî ji me re aniye.” Êşa bi salan a malbatan ji bo dîtina hestiyan vediguhere “mizgîniyê” lê ev yek vê tîne bîra mirovan û mirov dibêje "kişandin û nekişandina êşê dibe yek gelo? Ka gelo êşek wiha di 30-40 salên dawî de li tu devera cîhanê hatiye kişandin?” 
 
KÎSEK BIÇÛK Û DARBESTÊN XEMILANDΠ
 
Piştî ku malbat hestiyên xizmên xwe dibînin ji bo testa DNA’yê hestiyan radestî Saziya Tiba Edlî dikin. Piştî testa DNA’yê malbat hestiyên xwe ji ber ku tenê hestî mane di kîsikek biçûk de di hundirê darbestên xemilandî de oxir dikin. 
 
GOTIN JI NIRXANDIN Û PIRSAN RE NAHÊLE
 
Piştî pêşandana belgefîlmê hin kes ji ber ku xemgîn bûn yanî rondik ji çavê wan dibariyan li benda gotûbêja derhêner jî neman. Wexta ku pêşandan qediya derhêner Weysî Altay xwest li ser belgefîlmê gotûbêj bike. Lê ji ber ku çîrok, têkoşîn û berxwedana malbatan bi zelalî tê vegotin, gotina pirsê û nirxandina belgefîlmê ji qirika mirovan dernakeve. 
 
MA / Bîlal Guldem