Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê

img
HEWLÊR - Li Bexda û herêma başurê Kurdistanê ji ber şerê kursiya desthiladariyê pirsgirêkên civakê tên piştguhkirin. Ji ber ku ligel hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî gel çareseriyê di koçberiya welatên derve de dibîne. Hêzên desthiladar ku vê yekê weke firsend dibînin bi taybetî di heremên ku kurd lê pirin û koçber dibin, dest bi polîtîkaya “Kembera Ereb” a di dema Partiya BAAS a Seddam Huseyîn de dihat meşandin hat kirin. 
 
 Li Iraq û başurê Kurdistanê bi taybetî di salên dawî de ji ber şerê kursiya desthiladariyê, pirsgirêkên civakê yên her çiqas diçe giran dibe, ne di xema wan de ye. Li gor pisporên heremê hat diyarkirin ku ji ber pirsgirêkên civakê yên siyasî, civakî û aborî tên piştguhkirin, di salên dawî de koçberî dest pê kiriye û ev yek jî ji hêzên desthiladaran re dibe wek e firsendek û bi taybetî heremên kurd têde û koçber dibin, ereb û tirkmen tên bicihkirin. 
 
Piştî ku li ser Iraqê “Fethên Îslamî” pêkhatin û şunde di pêkanîna nifusa Iraqê de guhertin çêbun û bi wê re jî siyaseta Erepkirinê dest pê kir. Bi avabûna desthiladariya Partiya BAAS a rejima Seddam Hûseyin re ev siyaset bi taybet li ser bajarên Kurdistanê li ser kurdan hat meşandin. Piştî avabûna hikumeta navendî û dagirkirina herêmên Kurdistanê yên bi nakok jî tiştek ne hat guhertin û koçberkirin, girtin û kuştina Kurdan berdewam kir.
 
DÎROKA SIYAYÎ EREBKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 
 
Iraq, heya Yekemîn Şerê Cîhanê jî tenê ji sê wilayetên wek e Basra, Bexda û Musil pêk dihat. Pêla yekem a siyaseta “Erebkirina” bajarên Kurdistanê di sedsala 17’emîn de, piştî ku li ser Iraqê “Fethên Îslamî” pêkhatin û şûnde di pêkanîna nifûsa Iraqê de guhertin çêbûn û bi wê re jî siyaseta “Erebkirinê” dest pê kir. Piştî wê dema ku bi pêşniyara Brîtaniyan (İngilizan) di sala 1925’an de biryar hat girtin ku Kerkûk û Mûsil bi Iraqê ve werin girêdan. Bi vê re êdî hikûmeta Iraqê li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê bi giranî dest bi siyaseta pişavtin, koçberî, talanî, wêranî, girtin û kuştina gelê kurd kir. Li Mûsil, herêmên Nînova, Şengal, Kerkuk û bi giştî derdorên wan Kurd mecbûrî koçberîyê kirin û li şûna wan ereban bi cih kirin. Ev rewş heya rûxandina rejima Seddam Huseyîn a sala 2003’an berdewam kir. Hikûmetaw rejima Saadam malê wan, xaka wan ji wan distand û dida kesên endamên Partiya BAAS’ê, gelê kurd li ser xaka xwe penaber û karkerê di ber destê ereban de di karên cuda de dihatin xebitandin.  Heya wê demê jî ji ber parçebûn û neyekbûna kurdan, kurd xwedî bandorîyekî bi hêz nebûn çarenûsa wan ne diyar bû û bi polîtîkaya “Bi qedera xwe qayîl bibin ve” rû bi rû hat hiştin. 
 
Bi destwerdana Amerîkayê ya yekem re di sala 1991’an de Kurdistaniyan li dijî rejimê raperîn dan despêkirin, daxwaza mafên xwe kirin û gelek mafên xwe jî bi dest xistin. Di wê demê de herêmên bi ewle li ser sînorên xaka Kurdistan û xaka Iraqê hatin îlankirin û rêveberîya herêmên Dihok, Hewlêr û Silêmanî ji kurdan re hat hiştin. Lê rêveberîyek bi hikûmeta Iraqê ve girêdayî. Pişti rûxandina rejîma Saddam a sala 2003’an jî dibin sîwana Amerîkayê de rêveberîyek nû hat damezirandin. Ji sala 2003’an û şûnde li ser herêmên weke Kerkûk, Selahedîn, Duzxurmatu, Mûsil, Xurmatu û deşta Nînova nakokî derketin û heya niha ji berdewamin. Ji ber ku li van herêman gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Xiristîyan, Kakeyî û Êzidî di nav hev de dijîn û her yek herêmê ya xwe dibîne. Ji ber wê sedemê ji ev pirsgirêk heya niha berdewame û diyare wê heya demekî dirêj jî berdewam bike.
 
DI SIYASETA EREBKIRINÊ DE RÊBAZÊN DIHATIN BIKAR ANÎN
 
Hikûmeta Iraqê dema ku ev siyaseta xwe ya Erebkirina heremê dimeşand bi awayekê pir bi zanebûn û taktîkên bi bandor dida kirin. Bi vî awayî; li heremên Başûrê welat gelek dever ji bo çandinî û sewalvaniyê ava kir û ji bo ereban bi sedan cihên gund û jiyan kirinê avakir, bi sedan malbatên kurdan ji xaka wan derxistin koçber kirin û dest danîn ser mal, xak û dewlemendiyên wan. Li ser nexşê dem dem rêveberîyên zanyarî yên girêdayî herêma Kurdistanê dihatin guhertin. Bi darê zorê nasnameyên hemwelatîyên kurd rêgezên wan weke Ereb diguhertin. Ev siyaseta Erebkirinê gav bi gav pêş diket û encamên metirsîdar bi xwe re ava dikir.
 
DUYEMÎN PÊKLA EREBKIRINA KURDISTANÊ
 
Piştî ku rejîma Saddam Hûseyîn hat rûxandin ji bo hikûmeta nû ya Iraqê di derbarê Kurd û Kurdistanê de tiştek ne hat guhertin. Bi heman şêweyî siyaseta Erebkirina Kurdistanê berdewam kir. Herêmên di navbera sînorên xaka Herêma Kurdistan û Iraqê de ku jêre dibêjin herêmên bi nakok tu carî aram nebû û kaos her tim berdewam bû. Dagirkirina van herêmên bi nakok tenê xeyala hikûmeta Iraqê nebû. Ji dîrokê heya niha çavê her kesê li vê herêmê ye. Niha ji xwestiyên wê yên herî ber biçav ku ji bo xwe bi cih bikin her curê listoka di leyizin İran û Tirkiyê ye. Sedema wê ya herî mezin ji hebûna çavkanîyên mezin yên petrolê ye. Heya dagirkirina Kerkûkê ji Hewlêr û Bexdayê di yek rojê de 300 hezar varêl petrol dişand derve. Bi dagirkirina herêmên bi nakok a ji alîyê hikûmeta Iraqê ve ev siyaseta Erebkirina bajarên Kurdistanê derket asta herî jor. Jixwe yek ji armanca herî mezin a vê dagirkirinê ji guhertina demografîya bajar û xaka Kurdistanê bû. Ew malbatên Ereb ên ku di demê rûxandina rejîma Saadam de derbazî Baxdat û bajarên din ên Iraqê bûn, bi dagirkirina herêmên bi nakok re carekî din vegerîyan û niha ji aliyê desthiladaran ve di bin navê “Cihên wan ên berê ye” dest danîn ser malên Kurdan, talan dikin û wan neçarî koçberîyê dikin. 
 
Derket holê ku ev siyaseta hukumeta İraqê tenê li ser gelê kurd pêk nayê. Mînaka herî berbiçav; hikûmeta Îraqê di meha Tîrmeha 2018’an de li herêmên girêdayî deşta Nînova, Bertile, Tilkêf, Başîk ku gelên Kurd, Xiristîyan, Kakeyî têde dijîn bi dehan malbatên Ereb bi cih kirin. Li van herêman bi dehan ciwanên Kurd bi sedemên asayî hatine kuştin. Kujerên wan ji alîyê hikûmeta Iraqê ve tên girtin û dîsa tên berdan, hinek kujer hene jî nayên girtin. Di meha Tîrmeha îsal de li Kerkûkê ji aliyên hin kesên qaşo nasnameya wan nehat zanîn  êrîşê ser mala kurdan kirin û bi hinceta tangêrên av nedane wan hatin kuştin. Ligel ku ev mijar li ser daxwaza gelên herêmê ket rojeva Parlementoya Avrûpa jî, lê tu guherîn û tu nerazîbûnên cuda derneketin pêş.
 
PÊLA KOÇBERIYÊ 
 
Giranbûna şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê re li seranserî Iraq û ew bajarên Kurdistanê ku dikevin sinorê Iraqê pêlekî mezin a koçberîyê dest pê kir. Di koçberîyê de bi sedan zarok jiyana xwe ji dest dan. Piranîya wan koçberan li kampan hatin bi cih kirin û di bin şert û mercên kampan ên zor û zehmet de jiyana xwe berdewam dikin. Hîna gelek ji van koçberan venegerîn ser malên xwe, pêla duyemîn despêkir. Piştî ku hikûmeta Iraqê bi alîkarîya Heşdî Şabî herêmên bi nakok yên xaka Kurdistanê dagir kirin rewş ji bo kurdan hin xiraptir bû. Paşde kişandina Hêzên pêşmerge û avabûna gelek komên çekdar ên  weke Heşdî Şabî, hêzên Iraqê, cepên Tirkmen û êrişên çeteyên DAIŞ’ê bûne gefekî mezin li ser kurdan. Ji ber wê sedemê pêla duyemîn a koçberîyê dest pê kir. Bi hezaran kurd belavî herêma Kurdistanê bun û heya niha ji venegerîne ser malên xwe. Bi hezaran ciwanên Kurd xwe li rêyên qaçax ên Avrûpa dan û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hikûmeta Iraqê ji ber alozî û hebûna destên derve heya niha jî nekarîye hikûmeta xwe ava bike. Amerîka û Iran ji bo pêşxistina berjewendîyên xwe dinava pêşbazîyê dene ku alîyê hikûmetê ava bike bikişîne aliyê xwe. Heya niha ji hikûmeta herêma Ferderal biryara xwe ne daye ku li paş kijan alî cih bigire û di navber de maye. Mirov dikare bêje niha şerê ku li Iraqê tê meşandin şerê kursiyê ye. Operasyonên dewleta Tirkiyeyê, hebûna hêzên derve li herêmê, êrîşên DAIŞ’ê, yeknebûna alîyên Kurd, avanebûna hikûmeta navendî rê li ber qrîzekî mezin a siyasî û aborî vekiriye. Hemû kes li gorî berjewendiyên xwe hewl dide hespê xwe li meydanê bibezîne. Ji ber vê sedemê jî wisa diyar dike ku alozîyek hin mezintir li pêşiya gelên Iraqê heye û wê demek dirêj ev alozî berdewam bike.
 
MA/ Erdogan Altan