IDLIB – Di mijara Idlibê de ku di demên dawî de welatekî weke Çînê ku heta niha di mijara Sûriyê de navê wê derbas nedibû, ew jî bi daxuyaniyekê xwest tevlî bibe. Nîqaş, alozî, nakokî û pêvçûn her diçe geş dibin û ewqas jî tevlîhev dibin. Ev rewş jî bi xwe re nirxandina “Li Idlibê destê kî di berîka kê de ye” derdikeve pêş. Bi daxuyaniya balyozê Çînî ku daxwaza tevlîbûna operasyona Idlibê dike, ji bo vê jî şîroveyên wiha tên kirin: "Jixwe tu kêm bûyî."
Ev demek dirêj e li ser çarenûsa Idlibê û heremên derdorê alozî, gengeşî, pêvçûn û nîqaşên ji aliyê hêzên navneteweyî û heremî de derketine asta herî jor. Ji aliyekê ve pêvajoya civîna Astana û biryarên derketine, ji aliyê din ve komên çete yên ji aliyê Rûsya û Tirkiye ve “Bi delalî” hatine mezinkirin dê wan di bin navekê din "Artêş" de ser piyan bigirin an jî di encama lihevkirinekê de li cihekê din bi cih bikin. Dîsa ku tu hêz nemaye tevlî nîqaşên li ser vê heremê nebûye. Ev hemû nîqaş û qewimînên di vê heremê de çêdibin bandora xwe li ser rastiya qadê çawa dike, weke pirsên sereke di rojevê de ne.
Li gor pisporan, hemû komên heyî yên biçûk û mezin ên di Idlibê û gundewarên wê de, ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve xistine heremê û weke "zarokên bi delalî (şumîtî)" hatine mezinkirin, niha jî bûne bela serê wan. Rusya ku di demên dawî de bi îdiaya qaşo çareseriyekê ji qrîza Sûriyê re bîne ketiye rê, ji ber van komên çete yên ku ji aliyê wê û Tirkiyê ve hatine mezinkirin, rê ji pirsgirêk û nakokiyên cuda re vedike. Hate ragihandin ku Rûsya ji bo çareserkirina rewşa Idlibê dem daye Tirkiyê û derbarê Idlibê de nîqaş û plansazî pêşxistine. Ji bo ku Erdogan êrîşên ser Idlibê bide sekinandin neçare hin tawîzan dide. Her wiha perspektîfên ku van êrîşan bide sekinandin dide komên girêdayên Tirkiyeyê yên di Idlibê de. Yek ji plansaziya bingehîn rewşa koma El-Nusra ye. Her wiha komkirina van koman û di bin navekî qaşo dê bibe “artêş” di qonaxa xwe ya dawî de ye.
REWŞA ÎDILIBÊ ÇI BÛ ÇAWA KET VÎ HALÎ?
Parêzgeha Idlibê ya ku li Bakurê Sûriyê dikeve, di destpêka sala 2011’an de serjimêriya wê gihişte 2 milyon kesî, lê di 7 salên ji şerê Sûriyê de ji ber rewşa bi hezaran koçberiyê her weha bicihbûna penaberan ev hejmar hate guhertin. Idlib yek ji parêzgehên Sûriyê yên ku di sala 2011’an de li dijî Rêjîma Sûriyê derkete xwepêşandanan e û parêzgeha duyemîn e ya piştî Reqayê ku ji bin kontrola Rêjîma Sûriyê derketiye.
Parêzgeha Idlibê li gorî itîfaqa Astana-6, di 15’ê Îlona 2017’an de kete nava 4 heremên "Kêmpêvçûn." Ji komên dixwazin vê axê dagir bikin a di herêma Idlibê de yên girîngtirîn û koma Heyet Tahrîr El Şam a pêşengtiya wan Cebhet El Nûsra ya El-Qaîde ya radîkal tê zanîn e. Ev kom êdî hemû cîhan dizane ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigire û ji xwe di serî de Serokê Giştî ya AKP’ê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve dema Deriyê Sînor a Idlibê ser Hatayê de vedibe xistin bin serweriya wan, vekirî anîbû ziman ku ew dê hêzên xwe yên leşkerî di ser El Nusra de derbasî Idlibê bikin, dabû. Jixwe dema Idlib di 2015’an de di encama lihevkirinekê de El Nusra piraniya heremê radestê komên bi navê Artêşa Sûriya Azad (OSO) ku ji aliyê Erdogan ve wan wek e “Artêşa min a taybet, Kuvay-î Millî” pênase dikir, kir.
Di 23’ê Adara 2015’an de bi serkêşiya Ceyş El-Fetih ku niha parçe bûye operasyonekê li dijî rêjîma Sûriyê hat kirin û di nava 5 rojan de bajar bi giştî ji bin kontrola Rêjîma Sûriyê derxist.
Di dawiya sala 2015'an de Ceyş El-Fetih ku ji gelek koman pêk dihat rastî parçebûnê hat û ev bi destpêkirina vekişandina Cund El-Eqsa bû.
Ceyş El-Fetih bi ragihandina Heyet Tehrîr El-Şam ve û avakirina rêvberiyeke sivîl ji wê heremê re hat helandin. Li gorî zanyariyan pevçûnên parvekirinê di navbera komên çekdar li wê heremê de dest pê kir ku pevçûn di navbera Cebhet Fetîh El-Şam (El-Nusra û Heyet Tehrîr El-Şam) û komên opozisyonê û her wiha herî zêde jî Ehrar El-Şam de rû dan. Piştî demeke ji pevçûn û nakokiyên li wê heremê, ji bo hin plansaziyên xwe yên di Bakûrê Sûriyê de pêk bînin, Tirkiye Dergeha Bab el Hewa careke din radestê El Nûsra kir û hişt ku ev kom bikaribe di heremê de serbest tevbigere. Piştre jî di 17’ê îlona 2017’an de di çerçoveya îtîfaqa Astana de Tirkiye bi awayek vekirî karwanek wesayîtên leşkerê xwe li pêş çavên hemû cîhanê di nav komên El-Nûsra ya Deriyê Sînor Bab El-Hewa kontrol dikir de derbas kir û di kampa kevin a bi navê El Muxeym El Qedîm de bi cih kir.
JI BER KÛRBÛNA KRÎZA LI ÎDLIBÊ METIRSÎ KETIYE NAVA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ
Piştî ku artêşa Sûriyê ragihand wê li ser Idlibê operasyonekê pêş bixe, Tirkiye kete nava metirsiyan. Hat destnîşankirin ku sedema Rûsya bi riya hêzên rejîmê re şande çeperên şer ên li Idlibê, da ku têkiliyên xwe yên bi çeteyan re zelal bike Tirkiyeyê ditengjîne. Hate ragihandin ku Rûsya ji bo çareserkirina rewşa Idlibê beriya êrîşên leşkerî dem heyanî meha İlonê daye Tirkiyeyê. Di hefteyên dawî de jî ji bo rewşa Idlibê û gundewarên wê di navbera Tirkiyê û Rûsya de nîqaş bi pêş ketin. Di encamê vê nîqaşê de tê payîn Tirkiye der heqê Idlib û komên di wir de bi cih bûne de biryarek bide.
CEYŞ EL FETÎH DEŞÎFRE BÛ CEBHE EL-WETENIYE lîl TEHRÎR?
Piştî rejîma Sûriye biryara operasyona ser Idlibê da Tirkiye jî kete nava hewildana ji bo kamuflekirina koman ên ku di nava wan de El Nûsra ya girêdayê El-Qaîdê jî heyî di bin navekî Ceyş El-Fetîh a di sala 2015’an de ji bo yedek hatibû avakirin û ligel wê navê wê di gelek bûyerên kuştina sivîlan de derbas dibû, xwest kom bike. Lê hat destnîşankirin ku yek ji van navên hatibûn pêşniyarkirin El Fetîh bû, ji ber hatiye deşifrekirin, niha li ser naveke din a Cebhe El-Wetanî lîl Tehrîr (Cebheya Rizgarkirina Netewî) tê sekinandin. Lê çavkaniyeke din destnîşan kir ku nîqaşên derbarê avakirina artêşekî ji çeteyan di qonaxa xwe ya dawî de ye. Hat gotin ku her çiqas ji bo tevlîbûna vê "artêşî" de gelek kom bê dilê xwe bin û ji ber nakokiyên di navbêra wan de nîqaş derdikevin, heta niha navê 11 koman zelal bûye. Ji van yên sereke Cebhet Tehrîr Sûriye bi her du baskên xwe ve (Hereket Ehrar El Şam El-Îslamiye û Hereket Nûreddîn El Zinkî), her wiha Elwiyet Siqûr El Şam, Ceyiş El-Ehrar, Feyleq El Şam û Tecemoe Dimaşq ku weke "terorîstên herî radîkal" tên pênasekirin in.
Berpirsiyar û fermandarên yekemîn û duyemîn ê giştî ya Cebhe El-Wetanî lîlTehrîr jî hatine aşkerekirin. Tê gotin ku sedema nakokî û tevlînebûna komên din a vê artêşî ew e ku hin navên wek e berpirsiyar û fermandar hatine diyarkirin, nayên pejirandin û dîsa mijara wê kî bibe desthiladar derketiye pêş. Hat destnîşankirin ku ligel vê yekê jî navên hatine diyarkirin wiha ne; Fermandarê Giştî ya Feyleq El Şam Fedîlelah El-Hecî yak u berê serbendê rejîmê bû, weke fermandarê giştî ya cebheyê hatiye erkdarkirin. Hat zanîn ku El-Hecî rasterast bi Enqereyê ve girêdayî ye. Ehmed el- Serhan jî weke cigirê yekemîn a El-Hecî hatiye erkdarkirin û cigirê duyemîn jî kesê bi navê Welîd El-Mişê’êl ê ku kesê herî xwedî tecrûbeyeke leşkerî ya di nava Hereket Ehrar El Şam de ye.
BIRYARA TIRKIYEYÊ JI BO TESFIYEKIRIN EL-NÛSRA ŞIKLÎ YE
Tirkiyê ji bo li hemberê zextên derve xwe weke li dijî "terorê" bide nîşandan bi awayek şiklî û tenê guherandina nav hewl dide El-Nûsra biguherîne. Pisporên Rojhilata Navîn jî vê yekê piştrast dikin ku Tirkiye ji bo pêşî li operasyon an jî êrîşekê dijwar ser koman ên di Idlib û derdorê wê asteng bike bi şiklî be jî dest bi guherandina navên komên di Idlibê de dike. Pispor, destnîşan dikin ku ji bo di siberojê de li dijî hêzên derve çewa ya DAIŞ’ê weke tehdît bikar dianî niha jî dixwaze El-Nûsra û komên di bin banê Heyat Tehrîr El Şam de bikar bîne, ji bo vê jî Tirkiye wisa zû bi zû dev ji El-Nûsra bernade.
Heta li gor agahiyan Tirkiye di hefteyên dawî de bi fermandarên El-Nûsra vexwendiye Enqereyê û civînekê bi wan re çêkiriye. Li gor çavkaniyekê ji Idlibê ragihand, ev civîna ku nêzî 15 roj dom kir de bi awayek perwerdehî derbas bûye û ev agahî dan: “Rayedarên dewlet tirk di vê civînî de ji El Nûsra xwestiye ku di bin nave Cebhe el Wetaniye lîlTehrîr de kom bibin. Lê fermandarên El-Nûsra vê pêşniyarî red kiriye. Sedema bingehîn a redkirinê, rewşa çeteyên El Nûsra yên biyanî ku vedigerin welatên xwe ji aliyê dewletan ve tên zivirandin û ji vê jî armanca tasfiyekirina wan tê kirin. Ez bawerim ev nîqaşa wan hêj jî berdewam dike. Lê Tirkiye li hember vê helwestî di nava metirsiyekê de ye.”
BI VAN QEWIMANDINAN RE PÊBÎNIYÊN LI SER IDLÎBÊ ÇI NE?
Tirkiye; her çiqas di Idlibê de navbêra wê û Rûsya de îtîfaq û lihevkirinên veşartî û weke xeteke zirav hebe jî, lê ji ber Tirkiye dixwaze ji bo parastina koman wek roleke “Mertalê” bilîze û ji ber 12 noqteyên (baregehên leşkerî) yên çavdêriyê xeteriya serweriya li Sûriyê de bide qewimandin jî, lê li hember lihevkirina Amerîka û Rûsya ya tê xwestin Idlibê bi rêveberiya Şamê ve girêbidin de têrê neke.
Rejîma Suriyê; diyare ku ev buyerên dawî li Sûriyê û bi taybet piştî Lizet û Zewqa ku rêjîma Sûriyê piştî derbasbûna wê ji Derayê girt rehetiyek da avakirin. Di heman demî de ev rehetî li dijî Îranê ji Îsraîl û Amerîkayê re jî çêkiriye. Balkêş e piştî hevdîtina Trump û Pûtîn a li Helsinkî, Rûsya bi Îran û Tirkiyê re rûnişt û di encama lihevkirinê de du heremên el Fua û Kefreya ku di bin serweriya Hizbûllahê de bû radestê rejîmê hatin kirin. Ev jî nîşaneya ku yek mijarê sereke ya hevdîtina Pûtîn û Trump, nîqaşên li ser Idlib bû. Her çiqas asta wê nehat zelalkirin jî xuyaye mijara Idlibê wê hineke din jî dem bixwaze ango wekî aveke bê deng biherike.
Lê rastiyek jî heye, ligel hemû îtîfaq û hevdîtinên veşartî yên bi hemû hêzên di Sûriyê de xwedî gotinin re jî, rêveberiya Moskova wê her tim qarta mudaxeleya leşkerî bikar bîne. Daxuyaniya Esad vê nêrînî teqez dike û got piştî operasyona Derayê dê operasyona Idlibê dest pê bikin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bê destûra hewayî ya Rûsyayê rejîm operasyon dê nikaribe bike. Di 26’ê Tîrmehê de artêşa Sûriye sewqiyata leşkerî ber bi gundewarê Idlibê ve bi taybet aliyê belafirgeha Ebû ElZehûr û gundewarê bakurê Hemayê de şand. Rêjîma Sûriyê jî da ku vê operasyonê tekez bike û metirsiyê çêbike, ragihand ku tenê ji bo destpêkirina operasyonê mijar dem e. Sererkanê Hêza Rejîmê El-Ceferî herî dawî peyamek da û got Osmaniyan beriya niha 400 sal welatê wan dagir kirine, lê niha ew ê rê nedin ku 4 salan bimînin. Ev jî li dijî Tirkiyeyê gefek dijwar hate nirxandin.
Amerîka; li gor nirxandinan Amerîka derbarê mijarê de polîtîkaya “bisekine û temaşe bike-di xeteriyekê de mudaxele bike” dimeşîne. Lewra niha di çerçoveya lihevkirina di hevdîtina li Helsinkî de, hinekê dixwaze li ser rojhilat û başûrê Sûriyê lêhûrbûnê bike û eger maseyek bê danîn helwesta û şertên xwe ya esasî deyine ser masê. Lê Amerîka bi riya nûnerê xwe yê di Neteweyên Yekbûyî Nike Helî de ya got “Raste wê operasyonek li ser Idlibê bê kirin lê dive tedbîrên hebûna sivîlan li wan herêman divê ji aliyê meclisa ewlekriyê ve bi lez werin girtin. Ji ber jiyana bi hezaran mirov di xeteriyê de ye.” Bi vê daxuyaniyê jî derdikeve holê ku Amerîka li ser vê bingehî ya qaşo parastina sivîlan wê li ser Rûsya, rejîm, Îran û Tirkiyê her tim wek e tehdîdek bide şixûlandin.
Îran; jî aktorekî bi bandor di krîza Sûriyê de ye, lê li gorî rewşa dawî ya Îranê hin zextên navdewletî, wekî mecbûriyeta xwe vekişandina ji Sûriyê, rewşa wê ya aborî û kelecana hundirê Îranê de, dihêle ku ew jî li gor îtîfaqên demên dawî de pêş ketine lingê xwe dirêj bike. Lewra ji aliyê Îranê ve zextek a destpêkirina operasyona rêjîma Sûriyê ya li ser Idlibê heye. Qet nebe ew ji bo xatirê berê ku di gelek herêman de xwedî gotin û xwedî hêzekî ku dikare tevlîheviyê derbixe ye. Vê qartî jî li hemberê ambargoya aborî ya Amerîkayê bi Rûsya re projeyên bazirganiyê û aboriyê pêş bixe, dixwaze bide şixûlandin.
Rêveberiya Bakûrê Sûriye; wek hêza leşkerî-siyasî, her wiha ji bo tevahiya Sûriyê yê herî xwedî proje ku yekbûna Sûriyê diparêze, rêveberiya Bakurê Sûriyeyê ye. Ji bo vê yekê jî ligel di encama îtîfaqa navneteweyî û heremî de Efrînê pêşkeşê Tirkiye hatibe kirin jî lê di demên dawî de neçar man her hêz careke din berê xwe bidin vê hêzê. Lewra hevdîtinan şandeya ku weke ser navê hemû gel û pêkhateyên Bakurê Sûriyê MSD û QSD li Şamê bi rêveberiya rejîma Sûriyê re hat kirin, ji bo destpêkê rê li ber çareseriya krîza Sûriyê hat vekirin. Pê ve girêdayî hem di hêla leşkerî û hem jî avakirina hiqûqa welat de bê rêveberiya Bakurê Sûriyê tê neyê kirin. Daxuyaniya Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ku got ew ji bo operasyona Idlibê amade ne, nîşaneya vê yekê ye.
'JIXWE ÇÎN KÊM BÛ'
Di pêvajoya mijara operasyona li ser Idlibê de, ya herî balkêş jî hewildana tevlîbûna Çînê ya qada Sûriyê bi taybetî jî Idlibê ye. Balyozgerê Çînî Tişî Tşiyanjîn der barê operasyona Idlibê de daxuyaniyekî da û got: “Artêşa welatê me amadeye ku bi awayekî bi artêşa Sûriyê re di operasyona Idlibê de cih bigire. Ne tenê di Idlibê de ema madene li her cihê ku terorîst di Sûriyê de bi cih bûne şer bikin. Lê ji bo tevlîbûna me ya operasyonê pêwîstî bi biryarek siyasî heye. Yek ji armancên me ya bingehîn a vê daxwazê heye ku li dijî terorîstan-el-Ayxor ku bi eslê xwe Çînî ne û di ser Tirkiyeyê de tevlî çeteyên El-Nûsra bibûn şer bikin e. Ev terorîstên ku eslê xwe Çînî ne ji bo me cihê şermê ye ku li dijî sivîlan şer dikin, ji bo wê jî em dixwazin wan di Sûriyeyê de tasfiye bikin.” Bi vê daxuyaniyê re tê meraqkirin, Çîn ji nêz ve bi piştgiriya xwe ya ji Rûsya re di nava vê meseleyî de bû an, tenê di hêla riya giştî ya bazirganî û aborî ya li hemû welatan belav bibe, bikar bîne.
Ji vê daxuyaniya Çînê armanc çi ye hêj baş nehatiye zelalkirin, lê ji nişka ve daxuyaniyek wisa hişt ku nirxandina “Jixwe hûn kêm bûn!” li pêş bikeve.