Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî

img

ENQERE – Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin kir. Bidawîbûna hevdîtinan, qedandina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê veguherî şikestinekê û 3 sal in li Tirkiyeyê felaket diqewimin. Tecrîda li Îmraliyê berbelavî tevahiya welat bûye. 

Nîşaneyên hevdîtinên bi Îmraliyê re di Kanûna 2012’an de xwe dan der û di 3’yê Çileya 2013’an de dema Ahmet Turk û Ayla Akat Ata çûn Îmraliyê, hevdîtin di asteke fermî de dest pê kirin. Tirkiye ji sala 2012’an ve bi du rewşên dijberî hev re rû bi rû man. Yek ji vana di navbera 2013-2015’an de “pêvajoya çareseriyê” bû ku rê li ber “aramî, ewlehî, hêvî û bi hev re avakirina pêşerojê” vekir û ya din jî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê bû ku di civakê de rê li ber serdemeke felaketan vekir. Hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re di 5’ê Nîsana 2015’an de pêk hat û ji bo van herdu pêvajoyan bû cihê şikestinê. 5’ê Nîsana 2015’an, bi serdema beriya xwe û ya piştî xwe, nîşan da ku ka Tirkiye di kîjan warî de bi ser ketiye û di kîjan warî de çi winda kiriye. 
 
WÊ SIYASET BIPEYIVE AN ÇEK? 
 
Di peyamên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ên di Newrozên 2013-2015’an de hatin xwendin de, bi pêvajoya çareseriyê re ji bo Tirkiyeyê doza nepevçûbûnê, aştî û aramiyê dikir. Di dema pêvajoya çareseriyê ku Îmralî di dewrê de bû feraseta “Çek bêdeng bûn, siyaset dipeyive” pêş ketibû. Hem Ocalan ev yek bi lêv kir hem jî Serokomar Erdogan bi heman gotinan pêvajoya çareseriyê diparast. Piştî di 5’ê Nîsanê de ev pêvajo bi dawî bû, serdema ku “siyaset bêdeng bû û ji nû ve çek dipeyivin” dest pê kir. Her wiha geşedanên rû dan jî vê rastiyê didin der. 
 
AMADEKARIYÊN JI BO QEDANDINA PÊVAJIYÊ: PAKÊTA EWLEHIYÊ YA NAVXWEYΠ
 
Di Adara 2015’an de Serokomar pêşî li dijî Heyeta Şopandinê ku ji bo berdewamiya pêvajoyê wek şert hatibû danîn, dû re li dijî hevdîtina Dolmabahçeyê û deklarasyonê derket. Ev hemû nîşaneyên hatina 5’ê Nîsana 2015’an bûn. Her wiha pakêta ewlehiyê ya navxweyî jî rasterast ji bo hedefgirtina pêvajoyê ket dewrê. Ligel hemû rexneyên li pakêtê hatin kirin jî, di Adara 2015’an de di Meclîsê re hat derbaskirin.
Di hevdîtinên bi Îmraliyê re, Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pakêtê wiha dinirxand: “AKP jî dixwaze ber bi qanûneke bingehîn a hegemonîk ve biçe. Qanûna ewlehiyê jî di nav de, ev feraset beriya her tiştî wê AKP’ê bi xwe re bibe Ev qanûn li ser asasê provakasyonê tê çêkirin. 6-7’ê Cotmehê bi xwe provakasyon bû. Li ser asasê provakasyonê çêkirina qanûnan, pirsgirêkan mezintir dike. Derkeve an jî dernekeve ji bo min jiqîmet ketiye. Ji bo min a girîng qanûna bingehîn e. (…) Ji E… re bêjin, wê ev Qanûna Ewlehiyê tu tiştî çareser neke. Qanûna Ewlehiyê jî di nav de, asayîş, tevdîrgirtin wê bi kêrî tiştekî neyên. (…) Eger qanûna ewlehiyê bê derxistin, wê herî zêde zirarê bide wan. Eger AKP bixwaze bibe otoriter, wê xwe biqedîne. Eger AKP ne heqîqî be, wê vê carê gerîla şerê heqîqî bide destpêkirin. Peyman tune, çareserî tune, aştî tune û faşîzmê ferz bike wê şer dest pê bike.” 
 
OCALAN BERÊ HAY JI TECRÎDÊ HEBÛ 
 
Axirê pêşbîniyên Ocalan rast derketin. Pakêta ku di 27’ê Adarê de di Meclîsê re derbas bû, beriya hevdîtina ku dê 5’ê Nîsanê de bi Ocalan re pêk bihatana, bi rojekê yanî di 4’ê Nîsanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyete. Di hevtîna dawîn a di 5’ê Nîsanê de bi heyete hat kirin re gotibû: “Dibe ku careke din destûrê nedin we hûn bên vir û dibe ev hevdîtina me ya dawîn be.” Bi vî awayî Ocalan hay ji tecrîdê hebû. Lê belê ligel ku di 8’ê Çileyê de qetliyama Parîsê çê bû jî aliyê kurd pêvajoya çareseriyê didomand û di meha Gulanê de dest pê kiribû û hêza xwe ya leşkerî derî sînor dikir. Her wiha Erdogan jî digot “wê vegera ji çiyayan dest pê bike, wê girtîgeh bên valakirin” û bi vî awayî der barê pêvajoya çareseriyê de peyam ji bo civakê dihatin ragihandin. 
 
HEVDîTINA DAWÎ Û TIŞTÊN PAŞÊ QEWIMÎN 
 
Di heman demê de 5’ê Nîsanê wekî hevdîtineke ku tekane rojeva wê 7’ê Hezîranê bû xwe da der. AKP, idxwest HDP bi namzetên serbixwe têkeve hilbijartinê, lê belê Ocalan dixwest HDP wekî partî têkeve hilbijartinê. Her çend AKP digot “Wê HDP nikaribe bendava hilbijartinê derbas bike” jî, wekî ku Ocalan berê jî gotibû, HDP di 7’ê Hezîranê de ji sedî 13 deng girtin û bi tena serê xwe dawî li îktîdara AKP’ê anî. Tecrîda ku piştî 5’ê Nîsanê dest pê kir, her çû girantir bû û ji bo Tirkiyeyê silsileya felaketan dest pê kir. Dû re darbe, Rewşa Awarte û pêvajoya şer dest pê kir. Bi vî awayî ew nêvenga aştî, aramî û pêbawerîbûnê ya ku dema Ocalan di dewrê de bû xwe da der, bi tecrîda li Îmraliyê re berovajî bû û pêvajya tecrîdeke ku li tevahiya Tirkiyeyê belav bû dest pê kir. 
 
Ji wê rojê ve bi awayekî kronolojik li Tirkiyeyê ev tişt rû dan: 
 
24’ê Tîrmeha 2015’an: Di civîna MGK’ê de û bi biryarên hikûmetê li hemberî PKK’ê operasyon dest pê kirin. 
 
2’yê Tebaxa 2015’an: Paşê bi vê yekê re  li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever û bajarên din qedexeyên derketina derve hatin îlankirin ku ev qedexe bûn sedema serobinokirina bajaran. Di vê pêvajoyê de bi sedan kes mirin û bajar bi tang û çekên giran hatin gulebarankirin û bombekirin. 
 
5’ê Hezîran-20’ê Tîrmeh-10’ê Cotmeha 2015’an: Bi destê DAIŞ’ê li Amed, Sûr û Enqereyê êrîş pêk hatin. Di êrîşan de bi sedan sivîl mirin. 
 
1’ê Mijdara 2015’an: AKP, hilbijartinên 7’ê Hezîranê li valahiyê derxist û di hilbijartina vê dîrokê de bi tena serê xwe ji nû ve bû îktîdar. 
 
20’ê Gulana 2016’an: Piştî çek ketin dewrê saziyên siyasete hedef hatin girtin û bêdengkirin. Di vê dîrokê de bi hevpariya CHP-MHP û AKP’ê destnedayîna parlementeran hat rakirin. 
 
15’ê Tîrmeha 2016’an: Bi pêvajoya şer re, mekanîka darbeyi ku Ocalan berê texmîn kiribû ket dewrê. Bi balafirên ku ji Meletiyê rabûn Enqere hat bombekirin. Helwdana darbeye bû sedema mirina bi sedan mirovî. 
 
20’ê Tîrmeha 2016’an: Rewşa Awarte ku wekî darbeya duyem tê wesifandin hat îlankirin. Bi Rewşa Awarte re bi hezaran peywirdarên cemaweriyê ji kar hatin avêtin, bi sedan saziyên çapemeniyê, saziyên civaka sivîl hatin girtin û mal û milkn wan hatin desteserkirin. Hejmara girtî û hikumxwaran gihaşt nêzî 250 hezarî. 
 
4’ê Mijdara 2016’an: Parlementer û hevserokên HDP’î hatin girtin. Ev pêvajo bû detspêka tasfiyekirina HDP’ê ya ji Meclîsê. 
 
16’ê Nîsana 2017’an: Tecrîda ku di 2015’an de li Îmraliyê dest pê kir û pêkanînên heverastî wê ketin dewrê, li Tirkiyeyê guherandina rejîmê jî bi xwe re anî. Kemalîst û Netewperestên ku li dijî pêvajoya çareseriyê derdiketin jî fêm kirin ku bidawîbûna pêvajoya çareseriyê çi hatiye windakirin. Bi referandûma ku di 16’ê Nîsana 2017’an de hat kirin û encamên wê wekî encamên bi şaibe hatin qebûlkirin, hat fêmkirin ku bi welat û awayê rêveberiya wê tê guherandin. 
 
14’ê Hezîrana 2017’an: Bi pêvajiya rakirina destendayînan ku CHP’ê jî ew îmze kiribû Parlementerê CHP’ê Enis Berberoglû hat girtin. Dû re CHP’ê Meşa Edaletê da destpêkirin, lê mesafeya xwe ya ji bo kurdan parast. 
 
20’ê Çileya 2018’an: TSK’ê tevî OSO’yê êrîşî Efrînê kir û bi sedan sivîl kuştin û bi sed hezaran kes koçber kirin. 
 
Ev geşedan hemû nîşan didin ku pêvajoya ku li Îmraliyê dest pê kir di civakê de nêvengeke aştiyane û bihêvî ava kir, lê belê tecrîda ku di 5’ê Nîsanê de dest pê kir jî nîşan dide ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye.