Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
- aborî-ked
- 14:18 06/1/2023
Li gorî daneyên TÎM’ê, di sala 2022’yan de Amediyên bi bihayê 294 milyon û 851 hezar dolaran îxracat kiriye. Ji îxracata hatiye kirin 120 milyon û 480 hezar dolar jê bo Iraqê û 28 milyon û 379 milyon dolar jî bo Îranê hatiye kirin. Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku ji ber sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê, îxracata ber bi Îranê ve zêde bûye.